Bi wêneyên xwe kêliyên destpêke yên bebikan bi kareyên xwezayî nemir dike
Wênekêşa Cezayîrî Mufîda Kourgab, kareyên xwezayî, bi aram ên bebikên nû jidayîkbûyî dikşîne, hem hemsûmiyeta bebikan hem jî hestên dayîkan nemir dike.
RABÎA XERÎS
Cezayîr– Wênekêşa ciwan Mufîda Gourgab, hemû saetên rojê bi mijûlbûna bi bebikên nû çêbûne, pêlîstokên wan û bi cilên wan ên taybet ku bi destan hatine çêkirin derbas dike. Ew wêneyên pitikan ango destpêka hatina cîhanê bi wêneyên ku nayên jibîrkirin mayînde dihêle û bi gotinên; “Peywira min yek ji pîşeyên herî bi nirx ê cîhanê ye lewre tam li gorî hezkirina min e û ya herî girîng jî ji aliyê manewî ve min têr dike.” Wênekêşa ciwan a Cezayîrî Mufîda Gourgab beriya 7 salan, dest bi vî karê kiriye. Tevî ku beşa dermanxeneyê xwendiye jî wê nizanibû ku dê rojek bi bebikên ku wan bi gotinên; “melaîketên rûyê erdê” binav dike têkildar bibe û bîranînên wan bi wêneyên zindî belge bike.
Hem dayîktî hem jî xwendina zanîngehê pir zor bû
Mufîda Gourgab got ku gavên têkildarî wênekêşiyê piştî welidîna keça xwe ya mezin avêtiye û diyar kir ku ji bo wêneyên pitikê bikşîne li studyoyên ku wêneyan dikşînin geriyaye lê nedîtiye.
Mufîdeya ku li Cezayîrê xwendekara beşa dermanxaneyê ye, diyar dike ku hem dayîktî hem jî xwendin pir zor derbas bûye. Her wiha behsa têkoşîna jineke ku bi pirsgirêkên civakî re têdikoşe û karê xwe ava kiriye dike û wiha dibêje: “Yek ji zoriyên herî mezin ên wê pêvajoyê ew bû ku min bi riya medyaya dîjîtal û wêneyên bi qelîte projeya xwe da nasîn. Min xwest mirovan teşwîq bikim ku bi wêneyên rojên pêşîn ên pitikan bi wêneyan belge bikin.”
‘Ez ji xwezayê îlham digrim’
Daxwaza Mufîda Gourgab, ew e ku taybetmendiyên rastîn ên bebikan, bi wêneyan nemir bihêle. Ji dekorasyonên zêde dûr di wêneyan de sadebûnê tercîh dike lewre difikire ku sadebûn, xweşikbûn û sadebûna pitikan derdixe hole. Ji xwezayê carna jî ji mehsûmiyetê îlham digre û wiha dibêje: “Ez rengên sade tercîh dikim. Bi taybetî, di wêneyên pitikên nû jidayîkbûyî de van rengan, hesta sikûnet û nermahiyê didin. Dema ku zarok dibin yeksalî jî dayîk di hilbijartina temayê de zêdetir dibe xwedî gotin. Ez carna pêşniyaran dikim carna jî li gorî daxwaza dayîkek dekoran amade dikim. Di warê aksesuaran de jî ji hunermendên herêmî cih didim perçeyên ku bi destan hatine çêkirin û xweser in. Aksesuraên din jî ji bi ku bi qelîte bin, ji derveyî welat temîn dikim lê her dem a esasî ji bo min ewlehî û rehetiya bebikan e.”