Jin wêjeya xwe dinirxînin: Şoreşa me ya wêjeyî li dar e

Festîvala wêjeyî a Kobanê ku di roja duyemîn de berdewam dike, wêjevanên jin rastî, destkeftî û astengiyên xwe goftugokirin.

Kobanê – Sêyemîn festîvala wêje a Kobanê ku di bin dirûşmeyaJi bo wêjeya ku dê pêşerojeke geş birêse" tê li darxistin, bi coş û dewlemendiyeke mezin di roja duyemîn de berdewam dike.

Festîvala Wêje a dewreya nivîskar û sînemeger Zîlan Hemo ku dê di dirêjahiya sê rojan de were li darxistin, îroj di roja duyemîn de bi seranvê Jina nivîskar di navbera rastî û astengiyan de birêve çû.

Îroj ku bi temamî ji bo berhemên jinan hatibûn veqetandin, gelek panêl û mijar girtdest. Di destpêkê de ji aliyê nivîskar Meryem Temir û Zozan Mihemed bi sernavê jina nivîskar di navbera serpêhatiyên kesayetî qedexeyên giştî d, panêl li ser mijarên amedebûna jinê di dîmena wêjeyî de, karlêkirina di navbera jina nivîskar û civakê de û bandora şer di avakirina dengê jina nivîskar de, hat dayîn.

‘Hevdîtina wêjevanên jin binirx e’

Têkildarî vê yekê nivîskar Zozan Mihemed ku ji kantona Efrînê ye, wiha dibêje: “Mijara me bi taybet li ser astengiyên ku jin di nava pirsgirêkên giştî de dijîn bû. Di vî warî de nirxandina van pirsgirêkan û anîna ziman ji astengiyan re, her wiha kombûna hejmareke mezin ji jinên wêjevan, nivîskar û rewşenbîr li bajarê Kobanê ku pêşengî û şahidî ji şoreş, têkoşîn û berxwedana jinan re kir gelek bi wateye.”

Zozan da diyarkirina ku hevîdtina jinan geşbûna pêşeroja wêjeya jin teqez dike û got: “Weke jin em dikarin pirsgirêkên xwe tesbît bikin û li gel hev jî çareser bikin. Ji bo vê jî hevdîtina me jinan ya di festîvalê de dê zemînê avakirina pêşrojeke geş ji bo qada wêjeya jin be. Ji xwe hewildana me jî ewe ku deng, hest û nivîsên jinan her tim li pêş bin û tu carî jî neyên paşguhkirin.”

Piştî re çîroknivîs Gulîzar Bozan a ji bajarê Kobanê berhema xwe ya yekemîn pirtûka bi navê Hekaye El-Rasîf pênase kir û xwend ku herî dawî jî bi ahengekê hat îmzekirin.

Herî dawî jî panêla duyemîn a bi sernavê asoyên nivîsandina jinan û dahatuya wê li herêmê bi mijarên; astengiyên bingehîn li pêşberî jina nivîskar, insyatîfa xurtkirina wêjeyî ji bo jinan û rola saziyên hunerî di alîkariya nivîskarên jin ên ciwan de, ji aliyê helbestvan Feyrûz Reşik û Narîman Evdikê ve hatin dayîn.

‘Jin şoreşa wêjeyî jiyan dikin’

Girêdayî vê yekê helbestvan Feyrûz Reşik a ji kantona Hesekê wiha got: “Îroj bi taybet em li ser xal û mijarên ku li pêşiya geşbûna wêjeya jin dibin asteng rawestiyan. Bi riya panêl û nirxandinên ku derketin em gihîştin encamên girîng. Bi taybet jî piştgiriyeke bihêz ji bo nivîskarên jin were dayîn ku em bikarbin herikbariyekê bixin vê qada girîng û bi bandor.”

Feyrûz Reşik da zanîn ku ku şoreşeke wêjeyî a jinan jiyan dikine: “Şoreşa Jin a Rojavayê Kurdistanê di gelek qadan de veguhertinên mezin pêk anî. Ji bo vê jî jinan ne tenê di warê leşkerî ango civakî de şoreş kirin, di heman demê de şoreşeke wêjeyî jî tê jiyankirin. Ji bo vê jî di salên borî de nav û berhemên gelek binirx yên jinan dengvedan ku ev ji bo me cihê serbilindî û biryardariyê ye. Jinan li aliyekî têkoşîna xwe belgekirin û li milekî jî astengî û azarên gelê xwe raghandin.”

 Li gor bernameyê siba ku dê roja dawî be, dê mijara wêjeya berxwedanê di çavên cîhanê de were destgirtin ku herî dawî jî şahî were li darxistin.