Jin di Festîvala Şanoyê ya Zîviyeyê de jî rastî newekheviyê tên

Festîvala Şanoyê ya Zîviyeyê ya li bajarê Seqizê, mazûvaniya berhemên şanoyê ya kevneşopî û çandên curbecur ên Îranê nîşan didin, dike. Festîval di heman demê de balê dikişîne ser astengî û sînordarkirinên ku jin di vê qadê de rûbirû dibin.

NOVA KERIMIYAN

Seqiz – Hunera şanoyê, ji heyamên pir kevnar û heta niha wekî tomarkera dîrokê, bûye qadekî hunerê ya girîng ku bawerî, kevneşopî û şêwazên jiyana gelên cûda nîşan dide. Seqiz û Rojhilatê Kurdistanê jî wekî navendeke girîng a vî cureyê hunerê tê dîtin.

Zîviye ku di dilê Rojhilatê Kurdistanê de cih digre, di navbera 28 û 31’ê Cotmehê de mazûvaniya çîrok û vegotinên ji çand û kevneşopiyên cihêreng ên Îranê dike. Ji reqseke ku Huda Nûr a kesayetek ji Sîstan û Belûcistanê tîne bîra mirovan bigre, heta awazên jinên Gîlakî ku ji bo şahî û bereketê bang li rûyê erdê dike, ji efsaneya Şahmaran û stranên evîndaran a Azerî bigre heta bûkekeku bi stranên Kurdî duaya baranê vedibêje, gelek vegotinên cuda yên çandî tên pêşkêşkirin.

4’emîn Festîvala Şanoya Kevneşopî û Rîtuelî ya Zîviyeyê, di van rojan de rengekî nû dide Rojhilatê Kurdistanê. Di festîvalê de, 12 komên şanoyê yên ji herêmên cuda yên Îranê û hunermendên ji Başûrê Kurdistanê cih digirin.

Di nava berhemên ku di festîvalê de cih digrin de ji Sineyê "Afret", ji Kirmaşanê "Vezra Keşî" û ji Kirmaşanê “Şahmaran", ji Qorveyê "Bûka Baranê", ji herêma Kohgîlûye û Boyer-Ehmed û Yarûsê "Arus Berûn" ji Kelarê "Peymanî Dostan" cih digre. Di heman demê de di bernameya festîvalê de şanoyên wekî ji Dehgolanan "Gelokanî", ji Culfayê "Îlîk Behar", ji Îranşehrê "Henûz Dîr Nîye" û ji Kelachayê "Gîl-Zakan" jî cih digirin.

Pirrengiya çandî û daxwaza naskirina çandên din, festîval veguherand çalakiyekî ku bala raya giştî bi awayekî berbiçav dikişîne ser xwe. Piraniya performansan bawerî, kevneşopî, vegotin û aliyên kêm yên jiyana gelên cihêreng ên li herêma Îranê dijîn, tînin ser dikê.

Her çend navenda sereke ya festîvalê li Seqizê be jî, bi armanca gihîştina zêdetir temaşevanên, hinek hin çalakî li bajarên Sine û Bane jî tên pêşkêşkirin.

Rola jinan a di mîrateya çandî de û astengiyên di şanoyê de

Di van vegotinan de jin xwedî girîngiyeke nayê gotin e. Beşeke mezin a kevneşopiyên herêmî yên wekî stran, govendên komî û rîtuelên têkildarî berberî, baran û bereketê, bi beşdarî û pêşengiya jinan hatine avakirin û ji nifşekî derbasî nifşekî din bûne.

Di rastiyê de ne pêkan e ku mirov bêyî behsa rola jinan bike, behsa beşeke mezin a mîrateya çandî bike ku îro li ser dikên şanoyê ji nû ve tê zindîkirin, Lê belê, ev pozîsyona wan a navendî ya di veguhestina van kevneşopiyan de, nayê wê wateyê ku di qadên huner û şanoyê de xwedî derfetên wekhev in.

‘Li ser afîşa festîvalê tu wêneyên jinan nîne’

Lîstikvan û şanonivîs Şeyda K. derbarê dûrxistin û paşguhkirina rola jinan de wiha dibêje: "Li ser afîşa festîvalê tu wêneyên jinan nîne. Her wiha di nav endamên juriyê de jî tu jinek tuneye. Nêrînek heye ku dibêje guhertoyên fermî û şanoyî yên govendên kevneşopî, divê tenê ji bo mêran bin. Lê di rastiyê de jin di gelek vegotinên rîtuelî de pêşengiyê dikin û beşeke girîng a nasnameya çandî ya van performansan, bi hebûn û dengê wan ve girêdayî ye. Astengiyên civakî û yasayî yên wekî cilûberg, tevger, bikaranîna deng û tevgera bi azad a li ser dike, di nava wan zehmetiyên herî mezin de ne ku jin pê re rûbirû dibin."

Tevî hemû astengiyan jî jin hebûna xwe ya di qada şanoyê de didomînin. Festîvala Zîviyeyê, ji bo ronîkirina rola dîrokî ya jinan a di nav kevneşopiyên kûr û vegotinên çandî yên taybet de, dikare wekî derfeteke girîng bê dîtin.

Divê jin xwedî hêza biryargirtinê bin

Lê belê nûnertiya jinan a di berhemên şanoyê de, nayê wê wateyê ku ew tenê wekî karakterên ji kevneşopiyekê an jî wekî beşek ji mîrateya çandî ya ji rabirdûyê maye, li ser dikê cih bigirin. Divê jin îro jî wekî hunermendên ku xwedî dengê xwe ne, mafê wan ê hilbijartinê heye û xwedî hêza biryargirtinê ne, di qadê de amade bin.

Li gorî Şeyda K, ji bo guhertina vê rewşê pêdivî ji nû ve nirxandina pêkhateyên çandî û hunerî, organîzekirina festîvalan a bi nêzîkatiyeke rêveberiyê ya cuda heye.

Tevî ku hunermendên jin ji bo bidestxistina cihekî bihêztir a di qada şanoyê de hêviyên xwe diparêzin, vê festîvalê di aliyê danasîna çand û kevneşopiyên cihêreng de mîna derfeteke girîng dibînin.

Roja çaremîn a festîvalê ku di çar rojên borî de mazûvaniya komên şanoyê yên curbecur kir, wê îro bi merasîmeke bi dawî bibe.