Mala xwe veguherand galeriyê: Huner jî riyek berxwendanê ye
Li Parêzgeha Cewzcan a Efganistanê, li cîhek di navbera qedexeyên perwerdehî û civakî de, Zîba Şeref a 23 salî mala xwe veguherandiye galeriyek û dersxaneyek ji bo keçên din.
BAHARAN LEHÎB
Cewzcan- Zîba Şeref, keçek 23 salî ji Şeberxan e, bi destên ku reng û sêwiranê tînin jiyanê, di nav qedexeyan de galeriyek hunerî ya biçûk ava kiriye. Cihek ji bo zindîkirina xewnên keçan. Ew li Parêzgeha Cewzcan dijî. Ev der, yek ji parêzgehên kevnar û qelebalix ên bakurê Efganistanê ye. Welatek bi dîrokek çandî ya dewlemend, lê bi derfetên kêm ên ji bo jinan navdar e. Di hawîrdorek wisa de, huner ji bo Zîba ne tenê bûye hobiyek, bûye rêyek ji bo jiyan, perwerde û hêviyê jî. Cihek ku hem dîroka kevnar û hem jî qedexeyên îroyîn di heman demê de siyek avêtine ser jiyana jinan û ev nakokî çîroka Zîba Şeref watedartir dike.
Cewzcan yek ji xalên girîng ên li ser rêya bazirganiya herêmê ye
Parêzgeha Cewzcan yek ji kevintirîn û girîngtirîn parêzgehên bakurê Efganistanê ye, ku bajarê Şeberxan paytexta wê ye. Ev parêzgeh ji aliyê dîrokî, çandî û aborî ve xwedî cihekî taybet e û her tim yek ji herêmên herî qelebalix ên herêma bakur bûye. Xelkê Cewzcanê bi zimanên Darî û Ozbekî diaxivin û bi çandên cuda re mil bi mil dijîn. Cewzcan li bakurê Efganistanê ye û bi parêzgehên Sar-e-Pul, Faryab û Belxê re sînor e. Li bakur bi Tirkmenistanê re sînorek parve dike, ku ev yek wê kiriye yek ji xalên girîng ên li ser rêya bazirganiyê ya herêmê. Erdên vê parêzgehê bi piranî deşt in û ji bo çandinî û ajalan guncaw in.
Bajarek xwedî çavkaniyên gaza xwezayî ye
Aboriya Cewzcanê bi giranî li ser çandinî, ajalan û hunerên destan e. Karên sereke yên xelkê çandina genim, ceh, pembû û xwedîkirina ajalan in. Parêzgeh her wiha xwedî çavkaniyên gaza xwezayî ye, ku di demên berê de roleke girîng di dabînkirina enerjiyê ji bo Efganistanê de lîstiye, her çend derxistin û karanîna wê di salên dawî de kêm bûye jî. Xelkê Cewzcanê bi mêvanperwerî, dostaniya xwe û merasîmên kevneşopî yên taybet têne nasîn. Çanda Ozbekistanê li wîlayetê pir navdar e. Reqsa Aten, muzîka herêmî û hunerên destan beşek girîng ji jiyana çandî ya gel in.
Jin û keç bi sînorkirinên giran re rû bi rû ne
Jin di gelek sektoran de, nemaze huner û hunerên herêmî de, roleke çalak dilîzin. Tevî potansiyela xwe ya mezin, Cewzcan bi pirsgirêkên wekî nebûna xizmetên tenduristiyê, perwerdehiya sînorkirî, bêewlehiya carinan û nebûna baldariya hikûmetan re rû bi rû maye. Mîna gelek wîlayetên din, jin û keç bi sînorkirinên giran re rû bi rû ne. Gihîştina wan a perwerde û kar kêm bûye. Lê belê, jinên Cewzcanê her gav hewl didin ku ji derfetên berdest sûd werbigrin û ji bo pêşerojek çêtir hewl bidin.
Zîba, yek ji keçên çalak û jêhatî yên wîlayetê ye
Zîba Şeref, keçek ciwan e ku li Cewzcanê galeriyek hunerî ava kiriye û keçên din hîn dike. Zîba 23 salî û ji bajarê Şeberxan a wîlayeta Cewzcanê ye. Zîba, yek ji keçên çalak û jêhatî yên wîlayetê ye ku, tevî gelek sînorkirinên di mala xwe de, galeriyek hunerî ya biçûk çêkiriye. Ew ji zarokatiyê ve bi wênesaziyê, sêwirandina cil û bergan û hunerên destan re eleqedar bûye. Zîba, niha jî hewl dide ku vê hunerê di şert û mercên dijwar ên heyî de zindî bihêle. Zîba di destpêkê de tenê ji bo kêfê wêne çêdikir, lê piştî ku çend mînakên karên wê li ser medyaya civakî ya herêmî hatin parvekirin, gelek keçên li Cewzcanê jê xwestin ku wan fêr bike. Bi çavkaniyên sînorkirî, wê beşek ji odeya xwe veguherand galeriyek û ji bo pênc keçên ciwan dersên wênesaziyê yên birêkûpêk dest pê kiriye.
‘Pirsgirêka me ya herî mezin, sînorkirin û nebûna tesîsan e’
Zîba ya ji me re behsa pêvajoya hunerê kir, diyar kir ku Cewzcan parêzgehek şiyanan e, lê derfetên keçan pir kêm in. Zîba got ku “Min nexwest keçên din ên mîna min bi salan li benda hawîrdorek perwerdehiyê bimînin. Ji ber vê yekê min galeriya xwe ava kir. Her çend cîhê me piçûk be jî, hêviyên me yên mezin hene. Armanca min ne tenê perwerdekirin e, ez dixwazim keç xwe bi qîmet û jêhatî hîs bikin.” Zîba balkişand ser pirsgirêkên ku dikşîne jî û wiha got: “Pirsgirêka me ya herî mezin, sînorkirin û nebûna tesîsan e. Materyalên boyaxkirinê buha bûne û gihîştina me ya bazara mezin, tuneye. Hin malbatan jî di destpêkê de nehiştin ku keçên wan werin, lê gava wan karên wan ên hunerî dîtin, wan fikra xwe guherand.”
‘Keçên me jêhatî ne, tenê hewce ye ku platformek ji wan re were dayîn’
Zîba anî ziman ku di pêşerojê de hêviya wê, avakirina galeriyek mezintir e û da zanîn ku dixwaze berhemên hunermendên jin ên ji Cewzcanê nîşan bide. Zîba, bi van bendewariyan nirxandina xwe bidawî kir: “Keçên me jêhatî ne, tenê hewce ye ku platformek ji wan re were dayîn. Ez bawer dikim ku rojekê, hunera Cawzcanê dê li ser asta neteweyî were nasandin. Ez dizanim ku rojekê, keç dê dîsa bi azadî beşdarî qurs, pêşangeh û çalakiyên hunerî bibin.”