Çîrokên ku bi rîtman tên ser ziman
Muzîkjena ciwan Xedîce Hesên, bi lêxistina def û baterî azweriya xwe ya mûzîkî didomîne û berpirsyartiya xwe ya malbat û zaroka xwe ya biçûk jî pêk tîne.
SÎLVA MENLA OSMAN
Heleb – Jina ciwan Xedîce Hesên a 22 salî, ji sala 2013’an heta niha bi awayek profesyonel li def û baterî dixe. Destpêkê lêxistina defê bêyî perwerdeyekê bigre, tenê bi guhê xwe fêr bû û bipêş xist. Piştre berê xwe da bateriya elektronîk û piştre jî di vê qadê de dest bi perwerdekirina keçan kir.
Ji ber şert û mercên taybet, neçar ma heta pola 7’an bixwîne. Tevî vê jî berpirsyartiya malbatê û zaroka xwe û azweriya xwe ya hunerê bi hev re domand. Xedîce Hesên niha li navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Heleb a Sûriyeyê perwerde dide keçan. Beşek dema xwe ji bo xebata rîtman vediqetîne, beşek jî ji bo pêşandanên sînevîzyonan bişopîne. Di beşa din de jî, dersa def û baterî dide xwendevanên xwe.