Hewl didin ku destnivîsên dîrokî yên di bin kavilên Xezayê de xilaskin

Rêvebera Tîma Rizgarkirina Beşa Destnivîsan Hanîn El-Ûmsî, diyar kir ku ew bi fedakariyeke mezin dixebitin da ku destnivîsên dîrokî ji bin xirbeyên li Xezayê rizgar bikin û wan bidin nifşên pêşerojê.

REFÎF ISLÎM 

Xeza – Di navbera kavil û wêraniyê de, ekîba rizgarkirina destnivîsan a li Xezayê, hewl dide tiştên ji bîr û şaristaniya bajar mane, rizgar bike. Destnivîsên ji bombebaranê hatine rizgarkirin ne tenê perçeyên kaxezê ne. Her wiha mîrateyek dîrokî û çandî ye ku zanist, wêje û helbestê jî dihewîne û di navbera dirok û niha de pêwendiyek zindî diafirîne.

Di seranserê şer de hêzên Îsraîlê gelek deverên dîrokî û arkeolojîk ên li Zîvaka Xezayê hedef girtin. Hinek avahî gelek caran hatin bombekirin. Ev rewş, di arşîva Daîreya Destnivîsan ku bi hezaran pirtûk û destnivîsên dîrokî yên dîroka wan vedigere serdema Memlûk û demên hêj zêdetir kevintir dihewîne de jî hate jiyîn. Tevahiya naveroka pirtûkxane û arşîvê di bin kavilan de ma. Endezyar Hanîn el-Umsî û ekîba wê, ji bo derxistina van belgeyan û rizgarkirina tiştên mayî, dest bi xebatan kirin.

‘Bajarê dîrokî bi caran bû hedefa êrîşan’

Seroka Ekîba Rizgarkirinê ya "Daîreya Qubbeya Dîrokî ya Destnivîsên Dar el-Sa'ada" Hanîn el-Umsî, diyar kir ku mekan sê caran hatiye hedefgirtin û wiha got: “Êrîşa ewil di nîvê duyemîn ê sala 2024’an de, di nîvê şerê qirkirinê de pêk hat. Piştî du mehan êrîşeke din a hewayî pêk hat. Di êrîşa dawî de jî tiştê mayî bi tevahî hatin hilweşandin. Hilweşandin ewqas berfireh bû ku rewşa berê ya mekanê êdî nayê ji hev veqetandin.

Hanîn el-Umsî, got ku tevahiya bajarê kevin bi awayekî pergalî gelek caran hatiye hedefgirtin û got: “Avahiyên dîrokî beriya êrîşan li dijî bandorên rihandinê gelek caran hatine restorekirin, lê hêzên Îsraîlê bi zanebûn van deverên dîrokî hilweşand û hewl da ku şopên wan jê bibe.”

‘147 destnivîsên temam hatin rizgarkirin’

Hanîn el-Umsî, diyar kir di Daîreya Destnivîsan de  228 destnivîsên temam, 78 destnivîsên belavbûyî yên bi navê "deşet", gelek sicîlên Osmanî û belgeyên aydê weqfan hebûne. Hanîn el-Umsî, wiha axivî: “Piştî şerê qirkirinê 147 destnivîsên temam di rewşek pir zirardar de hatin rizgarkirin. Yên din di bin kavilan de winda bûn. Ji destnivîsên belavbûyî tenê 35 rûpel hatin rizgarkirin. Tevahîya sicîlên Osmanî yên navên malbat û kesan belge dike winda bûn û tevî lêgerînan jî, yek ji wan jî nehatin dîtin.

Hanîn el-Umsî, da zanîn ku destnivîsên aydê Mizgefta Omer a Mezin ji serdema Memlûkiyan heta dawiya serdema Osmaniyan dirêj dibin û ev berheman astronomî, wêje, helbest, xutbeyên destnivîsên ji aliyê zanyarên Xezayê ve hatine nivîsandin û zanîstên Fiqihê dihewîne. Hanîn el-Umsî, diyar kir piştî peymana agirbestê ya destpêkê, bi alîkariya hinek hostayên keviran komek destnivîs hatine rizgarkirin û niha jî xebatên rakirina kevirên dîrokî û derxistina berhemên mayî didome.

Kolandina ji bo parastina destnivîsên mayî didome

Xebata kolandinê ya ji bo rizgarkirina destnivîsan hê jî didome. Hanîn el-Umsî got ku Daîreya Destnivîsan rasterast ji aliyê balafirên şer û topxaneyên Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin. Hanîn el-Umsî, diyar kir zirara li ser destnivîsan bi awayên cûrbecûr pêkhatiye û axaftina xwe wiha domand: “Cûreyên cûda yên kufikê ya ji ber perçeyên şarapnelan nêzî 700 rojan di bin kavilan de ma û rastî avên baranê hat pêk hatin, rûpelan qav kir. Min bi awayekî şok û xemgîniya xwe ya destpêkê, perçeyên kaxezê yên xuay dibûn bi destên xwe bi awayekî bêserûber koland. Ez van belgeyan ne mîna kaxezên kevin, mîna parçeyekî dilê xwe dibînim."

Hanîn el-Umsî, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ew ji bo rizgarkirina hêj zêdetir mîrateya dirokî saetên dirêj dixebite û da zanîn karê wê yê sereke yê beriya şer, restorekirina destnivîs û pirtûkên dîrokî yên kêm bûne. Hanîn el-Umsî, wiha axivî: “Lê belê niha ji ber nebûna alavên guncaw, restorasyon nayê kirin û tenê mudaxeleya lezgîn tê kirin.”

‘Saziyên navneteweyî tu rolek nalîzin’

Hanîn el-Umsî, diyar kir ku li deverên dîrokî yên bombebarankirî û wêrankirî, tenê kevirên mayî têne berhevkirin û ji bo pêşîgirtina windabûn, dizîn an jî bêtir zirar ditînê, li cihên ewle tên bicîhkirin û tu alav an jî makîneyên ku di restorasyonê de bibin alîkar, tunene. Hanîn el-Umsî, wiha got: “Ji ber ku her kes bi destan bi rêbazên destpêkê kolandinê dikir, kolandina destnivîsan pir dijwar û tevlihev e. Carna di hefteyekî de sê destnivîs tên dîtin û carina jî rûxmê ku mehek dixebitin tu destnivîs nayên dîtin. Saziyên navneteweyî di pêşîgirtina li vê wêrankirina çandî û dîrokî de tu rolek nalîzin.

Hanîn el-Umsî, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev destnivîsên dîrokî mîrateya şaristanî, bav û kalên wan in. Hanîn ragihand ku ev belgeyên hêja ji aliyê zanyarên ku baweriya wan bi pêşeroja Filistînê heye ve hatine nivîsandin û derbaskirina ji bo nifşên pêşerojê jî, erka wê ye.