Hefteya Fîlmên Jinan li 8 welatên Ereban destpê dike

Bi beşdariya 29 sînemayên herêmî, ‘Tora Cihên Fîlmên Me’, Hefteya Fîlmên Jinan li 8 welatên Ereban da destpêkirin. Tora Cîhên Me dixwaze ezmûn, pirsgirêk û mafên cihêreng ên jinan bi rêya çîrokbêjiya sînemayî ronî bike.

FATIMA REŞAD
Aden-
 Sazî û platformên çandî û civakî li seranserê cîhana Ereban, amadekariyê dikin ku Hefteya Jinan ku pirsgirêkên jinan û rola wan di civakê de ronî dikin, bi rêze çalakiyan pîroz bikin. Ev hefte derfetek pêşkêş dike ku ezmûnên cihêreng ên jinan werin nîşandan û hebûna jinan di warên çand, huner û xizmeta giştî de were xurtkirin.

Becoming Ifigenia: Çîrok û tekoşîna jinên sirgûnî

Tora Cîhên Fîlmên Me dê bi Hefteya Fîlmên Jinan, dest bi çalakiyek fîlmên Erebî ku ji hêla cihên fîlmên civakî yên li 8 welatên Ereban (Îraq, Yemen, Tunis, Sûriye, Filistîn, Lubnan, Lîbya û Misir) tê organîzekirin, bike. Çalakiyên Hefteya Fîlmên Jinan di navbera 6-12’ê Adarê de pêk tên. Çalakî dê 43 nîşandanên fîlmên belaş li 29 deveran pêşkêş bike. 6 fîlmên Erebî dê nîşan bide ku ezmûnên cihêreng ên jinan vedikolin, mijarên hilbijartinê, bîranînê, laş û xwevedîtinê li hember pergalên civakî yên zordar nîqaş dikin. Hefteya Fîlmên Jinan armanc dike ku pirsgirêk û mafên jinan ronî bike û hebûna wan nîşan bide. "Becoming Ifigenia" ya Reem Al-Ghazzy, komek jinên ciwan ên Sûrî dişopîne. Ev jin dema ku jiyana xwe li sirgûniyê ji nû ve ava dikin û dest bi rêwîtiyek xwevedîtinê dikin, mîrata pergala baviksalar a ku perwerdehiya wan bi teşe kiriye dijîn, beşdarî projeyek şanoya belgefîlm dibin.

Lênûsk wêne û tomarên deng dibin xalek destpêkê

"The Lady" ya Susannah Marghanî, li ser pirsa hilbijartinê bi rêya karakterê Nafisa ku keçek 15 salî ya Sûdanî ku zewaca wê li dijî îradeya wê tê sazkirin disekine. Wateya azadiya hilbijartinê, temen û biryardanê di civakek muhafezekar de vedikole. Di dawiyê de, "Maya's Notebooks" a derhêner Joana Hadjithomas û Khalil Joreig e, jiyana sê jinan bi rêya arşîveke kesane ya ji nû ve hatî kifşkirin ve girêdide. Li vir, defter, wêne û tomarên deng ji bo ji nû ve avakirina bîranînê û vegerandina tiştên windabûyî an negotî, dibin xalek destpêkê. Bername her wiha "Ji Wan re Derbarê Me De Bibêje" ya derhêner Rand Beiruti jî vedihewîne. Keçên ciwan ên bi eslê xwe Ereb, Kurd û Romayî li Almanya Rojhilat vedikole ku bi pirsên hevaltî û nasnameyê re rû bi rû dimînin û xewn û têkoşînên xwe li ser kamerayê temsîl dikin.

Her wiha "Çîrokên Ekinji" ya derhêner Marwa El Sharkawy jî tê pêşkêşkirin,. Ev çîrokek evîn û jiyanê ye ku li dijî hêza bavan di civakek Bedûyî ya girtî de ku sînorkirin li ser hilbijartinên zewacê û şêwaza jiyanê ferz dike. Di dawiyê de, bername "Her Bijî Kaptan" a derhêner Mai Zayed vedihewîne. Ev fîlm li ser giraniya ciwana Misrî ye ku di bin rahênerek bêwestan de perwerdehiyek dijwar dibîne da ku di asta şampiyoniyê de pêşbaziyê bike.

Armanca înîsiyatîfê destekkirina kapasîteya jinên Ereb ku naghên fîlman e

Ev bername bi hevkariya Mad Solutions, Wind Cinema û MC Distribution û her wiha beşdarên Pirtûkxaneya Fîlman a Film Spaces 2026 û hemû sînemayên ku beşdarî projeyê dibin, pêk hat. Ev hefte wekî beşek ji înîsiyatîfên ji bo pêşvebirina belavbûna çanda sînemayê û zêdekirina gihîştina sînemaya serbixwe ya Ereb, ji bo temaşevanên cihêreng ên Ereb, bi taybetî jî, ji bo wan komên ku di gihîştina bûyerên fîlman de zehmetiyan dikişînin, tê organîzekirin. Ev înîsiyatîf pêşxistina toreke qadên pêşandana civakî li herêma Ereb, destekkirina kapasîteya van qadan a bi rêya bernameyên perwerdeyê û peydakirina pirtûkxaneyek belaş a fîlmên Erebî vedihewîne. Ev çalakî ji raya giştî re derfetek pêşkêş dike ku berhemên sînemaya Erebî yên ku cihêrengiya ezmûnên jinan nîşan didin û pirsgirêkên hemdem ji perspektîfên hunerî û mirovî yên cûda çareser dikin, bikolin.