Li Qamişlo ji bo zarokên koçber lîstîka şanoyê hat lidarxistin

Komîna Şano yê li bajarê Qamişlo ji bo zarokên koçber lîstîka şanoyê lidarxist

Qamişlo – Komîna Şano li bajarê Qamişlo ji bo zarokên koçber şanoyek li darxist. Şano li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûner ê û bi tevlîbûna zarokên koçber hat li darxistin.

Komîna Şano ya Qamişlo di şanoya xwe de balê dikşîne li ser paqijiya didana. Bi taybetî jî pêwîste zarok didanê xwe çawa bi parêzin û paqij bigrin. Bi riya şano vê yekê ji zarokên koçber re dan raber kirin. Zarok bi vê şêwazê pêşkeşkirina paqijiyê kêfxweş bûn.

Di dawiya şanoyê de endamên Komîna Şano lênûs û pênûs diyarî zarokan kir.

Endama Komîna Şano Nur Aya Hîlal têkildarî Şanoya ko ji bo zarokên koçber li darxistin ji ajansa me re axivî: “Bi êrişên dawiyê re gelek koçberî çêbû. Koçberî û şer li ser zarokan bandoriya dide çêkirin. Em jî hewildidin bi şanoyên xwe derûniya zarokan xweş bikin. Kêliyek jî be dilê zarokan xweş kirin ji bo me girînge. Lewma me jî li ser paqijiya didana şanoyek lidarxist.”