‘Gotina baş û enerjiya erênî sira serkeftina min e’

Malak Nasrî ya ku bi şîrînahiyên xwe li Tûnisê bi navûdeng bû, diyar kir ku dixwaze li cîhanê bibe markayek û sira serkeftina xwe bi van gotinan vegot: "Tevî zehmetiyan jî gotina baş û enerjiya erênî sira serkeftina min e."

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Malak Nasrî ya Tûnisî, şîrînahiya tiramisu û lapaya zoukoukou ya bi lixwekirina cil û bergên kevneşopî amade dike, di mehên zivistanê de li navenda bajara Nabeul a Tûnisê û havînê jî li plajên ku geştiyar tên difiroşe. Malak Nasrî ya 33 salî ku 8 sal in li Dar Chaabane Fihrî dijî, wiha got: "Ez nêzî salek e tiramisu difiroşim. Tiramisu ya ku ji biskuvîtên dixin nava qehweyê tê çêkirin, krema li ser tê zêdekirin û bingeha tama wê ji penîrê mascarpone pêk te, şîrînahiyek Îtalî ye. Peyva tiramisu bi mecazî tê wateya 'bilind û mezin' û ji aliyê Tûnisiyan ve tê tercîhkirin. Ji ber ku wan kêfxweş dike û enerjiya erênî dide wan."

Perwerde girt

Malak Nasrî, da zanîn lapaya Zoukou ya ku ji şîrînahiyên Tûnisî tê çêkirin, fistiqên çaman dixin hundirê wê û bi fêkiyên hişk tê xemilandin jî difiroşe û diyar kir ji bo di karê xwe de pispor be fêrî çêkirin û amadekirina şîrînahiyan bûye û beriya niha di otêlek de kar kiriye, ev jî bûye sedem ku bi mişteriyên xwe re têkiliyek baş ava bike. Malak Nasrî, diyar kir ku li ser çêkirina şîrînahiyan perwerde girtiye, da zanîn ku pispor bûye û wiha got: “Salek beriya ku ez bizewicim, bavê min zextê li min kir ku dev ji karê xwe berdim û piştî ku zarokê min çêbû, nikaribûm vegerim karê xwe. Min tenê sê mehan vê rewşê qebûl kir. Ji ber vê yekê ez neçar mam di fabrîqayên li herêmê de bixebitim lê ji ber ku di navbera xebata fabrîqa û karkirina endustriya şekir de, di aliyê hewldan û wext de pir ferq heye, nikaribûm demek zêde li ber xwe bidim. Ji ber ku pirsgirêkek min a tenduristiyê hebû, ez neçar mam dest ji karê xwe berdim û nikaribûm vegerim û karê xwe berdewam bikim.”

Projeya xwe bi pêş xist

Malak Nasrî, da zanîn piştî derbaskirina pirsgirêka xwe ya tenduristiyê, 4-5 mehan hewl dayê li karekî nû bigere û diyar kir ku herî dawî biryar daye projeya xwe ya biçûk a ku tiramisu amade dike û li kolan û plajên Nabeulê difiroşe, avabike. Malak Nasrî, wiha got: “Min dixwest bibim padrona karê xwe û hertim fikra avakirina projeya min a biçûk hebû. Min bi pereya ku ji bo dayîna kirêya mala ku ez bi hevjîn û kurê xwe re dijîm rakiribû, projeya xwe da destpêkirin û ji bo şîrînahiyên ku ez amede bikim qalîteya herî bilind bin, min malzemeyên herî baş stand.”

'Mirov rêzî nîşanî min didin’

Malak Nasrî, diyar kir ku piştgiriya endamên malbata xwe girtiye û axaftina xwe wiha domand: "Min ji endamên malbata xwe ya hertim li kêlaka min sekinîn û ji bo ku ez bigihîjim armancên xwe xwebaweriyek mezin dan, hêz girt. Malbata min di vê projeya biçûk de piştgirî dan min û ji bo ez kesên dixwazin rola min biçûk bikin an jî der barê min de şaş diaxivîn guhdar nekim, min teşwîq kirin. Her wiha ji bo ez zehmetiyên derdikevin pêşiya min derbas bikim, heta dawî alîkariya min kirin. Projeya min a biçûk li Nabeul û bajarên din navdar bû û karê ku ez mîna jinek di vê qadê de dikim, bi nirx hate dîtin. Ez bi berhemên xwe yên li ser milên xwe biçim ku derê, mirov rêzê nîşanî min didin û alîkariya min dikin.”

Cil û bergên kevneşopî li xwe dike

Malak Nasrî, diyar kir ji bilî firotina şîrînahiyên xwe yên bêkêmasî yên ji bo baweriya mişteriyên xwe qezenç bike amede dike, ji bo ji ziyaretvanan re çand, şaristanî û kevneşopiyên Tûnisê bide nasîn, cil û bergên kevneşopî yên curbecur li xwe dike û wiha got: "Ez hewl didim di navbera bajaran de rêwîtî bikim û bi eleqederbûna mêhvanên ji welatên cuda tên re, çanda welata xwe bidim naskirin û ji ber vê yekê hertim cil û bergek kevneşopî ya herêmek diyar a Tûnisê li xwe dikim û çand û kevnepoşiyên Tûnisê ronî dikim. Ez herim cil û bergek kevneşopî li xwe dikim.”

'Divê jin ji bo armancên xwe hewl bidin’

Malak Nasrî bi gotinên; “Tevî zehmetiyan jî gotina baş û enerjiya erênî sira serkeftina min e” û bi van gotinan bang kir: “Ez guh nadim rexneyên neyînî û ez xwedî biryardariyek pêşketinê me. Ji bajarên cuda gelek mişteriyên min hene. Ez daxwaz dikim bibim xwedî markaya xwe ya ku digihîje gelek welatan. Divê jin ji bo şikandina astengiyên ku wan sînordar dikin û ji bo bigihîjin armancên xwe hewl bidin.”