Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê li Kobanê destpê kir
4’emîn Festîvala şano ya Arîn Bisik û Zulfên Aştiyê di roja xwe ya yekemîn de bi amedebûna gelek koman destpê kir.
Kobanê – Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo bîranîna têkoşer Arîn Mîrkan ya ku di berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî pêk anî, ji 2022’an de festîvala şano ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê tê li darxistin.
Îsal festîval di bin diruşmeya “Ji her bajarî çîrokek û ji her dilekî romanek” bi dirêjahiya 6 rojan li hola Çand û Hûnera bajarê Kobanê tê li darxistin. Li gor bernameya festîvalê îsal şanoger ji bajarên cuda yên Sûriyê û komek ji Rojhilatê Kurdistanê beşdar dibin.
Festîvalê di roja xwe ya yekê de bi çalakiyên dewlemend destpê kir. Piştî deqeyek rêzgirtin gelek axaftin hatin kirin.
Endamê rêveberiya festîvalê Hisên Xanî bi wiha gotina: “Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê bû cih û pireke girîng yê danasîn, pêşkêşkirin û parvekirina mûzeyîka me ya dewlemend. Festîvala îsal bi baweriya ku çand û hûner ji rêbazên herî watedar û bi bandor ya anîna me a li gel hev e tê li darxistin.”Wateya festîvalê bilêv kir.
Her wiha endama rêveberiya Kongra Star Ruken Ehmed jî wiha vegot: “Hêza gelê me ya zindîkirina nasnameya şehîdan û li dora xeta wan kombûn, li hola festîvalê diyar dibe. Berxwedana ku di 2014’an de li Kobanê bi pêşengiya hevalên weke Arîn, Zehra û Gelhatan bi serkeftinê tacîdar bû, em îro behermên wê dijîn. Silogana festîvalê jî xwedî rastiyeke wiha ye ku bi riya wê emê çîrok û romanên xwe binvîsînin û ji dîrokê re bihêlin.”
Li aliyekî din endamê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hûner Ismayîl Xabûr behsa dewlemendiya beşdarbûnên di festîvalê de wiha bilêv kir: “Bedewî û xweşikbûna Kobanê îro li ser dika şanoyê xwe dide der. Îro Kobanê dibe deng û hestên Ereb, Ermen, Çerkez û hemû pêkhateyên Sûriyê. Ji bo vê jî ev hevdîtina li dora çand, hûner û ramanan pêşiya pêvajoya aştiyê vedike û bihêztir dike.”
Pişt re 2 senevzyonên cuda hatin pêşandan ku yek li ser jiyana Arîn Mîrkan û giştî festîvalê bû, ya din jî li ser têkoşîn û jiyana şanoger û endama Tevgera Mezopotamya Rumet Bêrîtan bûn.
Pişt re şanoya yekemîn ya festîvalê a bi navê ‘hemû Şerim û hûn bi xêrbin’ ku bi nivîskarî, derhênerî û lîstikvaniya birayên Meles yên ji Şamê ne, li ser dika navenda Çand û Hûnera Baqî Xido hat pêşandan.
Roja yekemîn ya festîvalê bi atmosfereke bi coş ya bi beşdarbûna şêniyên Kobanê, sazî û dezgehên wê, şanoger, derhêner, nivîskar û lîstikvanên ji Şam, Reqa, Efrîn, Cizîr, Efrîn û Kobanê birêve çû.