Fawzia Al-Kansousi: Maf bi têkoşîn, sebir û biryardariyê tên bidestxistin

Nivîskara Mexribê Fawzia Al-Kansousi li ser pirtûka ku nivîsandiye dibêje ku pirtûk vegerandina bîranîna jinan e. Bajarê Marakeş, dema ku hat damezrandin, bi fermana jinan, Lalla Zainab Al-Nefzawi, hat çêkirin. Ji ber vê sedemê bi derxistina wê, min xwest ku ez ciwanan li ser rola jinan û karên wan ên civakî û giyanî agahdar bikim.

HENAN HARIT
Mexrib- Hejmara nivîskarên jin ên li Mexribê van salên dawî li gorî salên 1990-1980’yan zêde bûye. Berê hejmara wan bi qasî tiliyên destan bûn lê îro gelek kes îtîraf dikin ku nivîskariya femînîst gelek tiştan li çanda Mexribê zêde kiriye. 
Nivîskara Mexribê Fawzia Al-Kansoussi di 71 saliya xwe de ket qada nivîskariya jinan. Wê jiyana xwe ya pîşeyî ya mamostehiyê di sala 1973 an de dest pê kir. Di sala 1986’an de, ew wekî çavdêrê pirtûkxaneya Al-Sabahi Sabti ji bo mirovên kor li Marakeş hat tayînkirin. Piştî çend salan dema ku malnişîn bû, wê îsal yekem pirtûka xwe ya bi nave "Jinên Marakeş... Kevneşopiyên bajarek û hunerên jiyanê" wekî hewldanek ji bo ronîkirina repertûara çandî ya rola giyanî û civakî ya jinan da çapkirin. 
Ji bo ku em li ser pirtûka wê biaxivin û piştî temenê 71 salî sedema weşandina pirtûkê bizanibin, ajansa me bi nivîskara Mexribê Fawzia Al-Kansousi re hevpeyvîn kir.
Tu dikarî xwe bi me bidî naskirin? Çima piştî ku heftê saliya xwe te nivîskarî hilbijart?
Fawzia Al-Kansousi, jineke Mexribî ye, di sala 1949’an de li bajarê Marakeş ji dayik bûye. Wê bi salan mamostî kirî. Beriya deh salan teqawidbûn bi dest xist. Hewsa nivîsandinê di qonaxa amadehiyê de li gel min dest pê kir. Min ji nivîsandina roman û çîrokên biçûk gelekî hez dikir, lê ji ber şert û mercên taybet min nikaribû berdewam bikira. Min ev xewna xwe rawestandin piştî teqawidbûnê heya ku li gel min dem û hêz ava bû da ku girîngî bidim wê. 
Jixwe derxistina min ji pirtûka "Jinên Marakeş... Kevneşopiyên bajarek û hunerên jiyanê" ji xwe ber wisa nehat, ew keda ku bi salan domand û niha dem hat ku were nivîsandin. Ez nafikirim ku ew ê bibe ya dawîn, ev destpêka rê ye.
Ez difikirim ku min pirtûka xwe ya yekem di vî temenî de çap kir ji ber ku min dît ku tiştek heye ku ez pêşkêşî mirovan bikim. Dema ku derfet tê û mirov bi temamî dîtina xwe dihese, li vir ew dikare çenteyê xwe vala bike û binivîse. Der barê nivîskariya min de, ew tecrube, serpêhatiyên kesane û dîmenên ji rastiyê ne. Piştî teqawidbûna min û baldariya min, min dît ku ya herî nêzîk ji min re nivîsandin li ser jinên Merakeş e. 
 Xalê diyarker ên nivîsa te çi ne?
Ji zaroktiya xwe ve, ez li navçeya dîrokî ya El-Qusour dijîm û ez di nav jinên pîr de mezin bûm, di nav de alim û jinên xwenda û jinên ku di hunerên çêkirina xwarinê de, dirûtina xweş, xemilandin û distilîna ava gulê jêhatî hene. Bi vî awayî hemî mijarên ku min di pirtûka xwe de qala wan kir ji rastiya fêrbûyî û mîrasgirî bûn.
Sedemên ku hişt tu balê bikşînî ser jina Marakeş çi ne?
 Ji ber tevlibûna min ji gelê wê re û zanîna min a bi hûrguliyên kevneşopî, adet û hunera jiyanê, min nivîsandina li ser jina Marakeş hilbijart. Her çendî ku jin nîvê civakê û lingê bingehîn ê malbatê temsîl dike lê rola wan kêm tê nirxandin, ji ber vê yekê pirtûka min ji bo bîranîna jinan wekî nirxandinek hat.
Gelo tu peyamek din heye ku tu dixwazî bi riya pirtûka xwe re bigihîjînî jina Marakeş?
 Wekî ku min berê jî got, pirtûk vegerandina bîranîna jinan e. Bajarê Marakeş, dema ku hat damezrandin, bi fermana jina, Lalla Zainab Al-Nefzawi, hat çêkirin. Ji ber vê sedemê bi derxistina wê, min xwest ku ez ciwanan li ser rola jinan û karên wan ên civakî û giyanî agahdar bikim. Civak bêyî ku bi koka xwe û taybetmendiyên mirovên xwe bizanibe nikare bi pêş bikeve.
Nêrîna we ji jiyana çandî ya li Mexribê di ronahiya dijwariyên ku çand di pandemiyê de rû bi rû maye çi ye?
Teqez e ku dîmena çandî ya li Mexribê sal bi sal bi pêşve diçe lê digel vê yekê ew bi komek pirsgirêk û astengiyan re rû bi rû dimîne û di vê heyama belavbûna pandemiya koronayê de, ji jiyana çandî bi bandor bûye. Şert û mercên dijwar rewşenbîr neçar kirin ku ji dûr ve bixebitin û weşana vê nivîsa min di demek dijwar de, delîlek mezin e. Ew ji hêla xwendekaran ve hat pêşwazîkirin. Em hêvî dikin ku dema tengasiyê di demek nêz de derbas bibe û her tişt vegere serdema xwe ya berê. 
 Hûn nivîskariya jinan a li Mexribê çawa dibînin û derbirîna wêjeya femînîst dipejirînin?
 Tecrubeya jinan a di nivîsandinê de li Mexribê bi lez û bez bi pêş ve diçe, çi di nivîsandinê de, çi di helbest û pexşanê de. Ji dema ku pêlên azadiyê li Mexribê çikiyane, jin ketine nava nivîsandinê û gelek nimûneyên jinên Mexribê hene ku di vî warî de mora xwe bi hêz dane. 
Ma hûn bi dengên ku banga pêwîstiya afirandina xelatên edebî yên afirîner ji bo Noun Al Niswa re dikin re ne? 
 Bi rastî, ez bi wan kesan re me ku banga dabeşkirina xelatên edebî ji jinan re dikin. Ji ber ku jin ji derfeta xwe zêdetir dixebitin, karê wan çi dibe bila bibe divê ew li malbata xwe miqate bin û di her tiştî de amade bin. Ji ber vê yekê, hewldanên wê duqat dibin û rola wê tê diyarkirin û ji bo hemû hewldanên ku dike teqdîrê heq dike.
Hûn rewşa jinan, çand û hişmendiya wan a li Mexribê çawa ji me re dinirxînin?
Divê em diyar bikin ku ji dema Mexrib serxwebûna xwe bi dest xistiye, rola jinan di civakê de bi awayekî mezin dest pê kir. Ew bi gavên pêbawer û hêzdar dimeşin. Bi xwezayî, ew bêhnfireh û jêhatî ye, bi hemû jêhatîbûna xwe beşdarî pêşketina malbata xwe dibe. Lê tevî ku jinên Mexribê gihîştine vê astê, ew dîsa jî ji neheqî, pêşdarazî û ramana baviksalarî êşê dikşînin. Heta li welatên pêşketî jî ev halê jinan e. Maf bi têkoşîn, sebir û biryardariyê tên bidestxistin. Em bi daxwazan bi pêş ve diçin heya ku em ya ku em dixwazin pêk bînin.
Di dawiyê de, peyama ku hûn dixwazin ji jinan re bişînin çi ye? 
Peyama min ji wan re ev e ku xwe bi zanebûn û exlaqê bilind çekdar bikin û di riya rast de bimeşin. Li vir malikeke heye rola girîng a ku jin di civakê de dilîze tîne bîra min. Helbestvanê Nîlê Hafiz Ibrahîm e, yê ku got; "Dayik dibistanek e,Ger hûn tu wê ava bidî, tu yê nijadên baş ava bikî."