Ew û Çîrokên Wan: Çîrokên jinên ku li hember şikestin û lawaziyê liber xwe dan

Rojnamevan û nivîskara Mexrîbî Fatîha El-Noho bi riya berhevoka çîrokên xwe yên kurt ‘El-Le’î an jî ‘Ew û Çîrokên Wan’ dîwarê bêdengiyê yê li dora rastiya jinan şikand û rastiyek tal û dijwar ku jin tê de dijîn lê ji bo berdewamkirinê li ber we didin.

RECAA XEYRAT

Mexrîb – Ezmûna wê ya rojnamegeriyê ya salên dirêj û zimanê wê yê helbestvanî ji metnên wê yên vegotinê kirin daneheveke bêhempa. Ev jî ‘lêkolîna rojnamegeriyê’ ya kesayetên jin ên ku rastî zilmê hatine, li hev dicivîne. Fatîha El-Noho bi zimanek helbestî yê xweşik nivîsandiye. Bi vî awayî metnan ji qalibên hişk ên nivîsandina rojnamegeriyê derxistine, wan veguherandiye metnên vegotinî yên ku bi jiyanê dagirtî ne.

Jin ji bin siyê derdikevin şahidî vediguherin serpêhatiyan

Nivîskar Fatîha El-Noho deriyên berhevoka çîrokên xwe yên kurt û karakterên wê, li ajansa me vekir. Fatîha anî ziman ku li gel wê, luksa hilbijartinê tunebûye û sedema wê wiha vegot: “Ji ber ku her jineke ku min çîroka wê guhdarî kir, min hîs dikir ku dengvedana qêrîna wê ber bi min ve tê û erkê min e ku ez wê bi hemû dilsozî û pabendbûnê ber bi bendera raya giştî ve bibim da ku ew di bin siyê de nemîne.”

‘Min guh da xemgîniyên wan’

Fatîha bal kişand ser karê xwe yê bi jinan re û encamên baş ên vê xebatê wiha vegot: “Xebata min di rojnamegeriya jinan de derfet da min ku ez bi jinên ji çînên civakî yên cuda, yên temenên cûda û bi astên cûda yên hişmendî û xwecihî ve girêdayî bim. Hindek ji wan rasterast hatin ba min û min hindek ji wan jî bi tesadufî di rêwîtiyên xwe yên pîşeyî û kesane de nas kirin û yên din jî çîrokên wan bala min kişandin. Ji ber vê yekê min guh da xemgîniyên wan. Ev çîrok, an jî lêpirsînên vegotinî, ger hûn bixwazin, di herdu kovaran de û di navberên dirêj de di kovara ‘Seyîdetî El- Erebiye’ û ‘Jinên ji Mexrîbê’ de hatin weşandin. Lê ew qet ji min dûr neçûn; ew mîna babirkê bûn ku ez pê re diçûm kûrahiya giyanê mirovan û zivirînên wê yên veşartî.”

Bi pêşniyara hevkarê xwe, hunermend Neîma El-Melkawî, wan nivîsên rojnamevan Fatîha di berhevokek çîrokên kurt de berhev kirin. Paşê li Mexrîbê bi piştgiriya Wezareta Ciwanan, Çand û Ragihandinê- Sektora Çandê, mîna pirtûkek bi navê ‘Ew û Çîrokan wan’ an jî bi erebî ‘El-Le’î û Çîrokên wan’ ji aliyê Weşanên Dar Al-Tewhîdî ve, hate weşandin.

Elfabeya êşê ji metaforên wergerandî pîroztir in

Fatîha rave kir ku ‘Ew û çîrokên wan’ ne tenê vegotinên psîkolojîk ên xwebûnên jin in ku ji rewşa mirovî ya di qelsiya wê de dûr in. Fatîha got ku “Lê belê ew giyanên xemgîn in ku pênûsa xwe ya rojnamegeriyê kirine bin gilotîna berpirsyariya ehlaqî. Dema ku guh dan ceribandin û tengahiyên xwe, hesta xwe ya afirîner şiyar kirine û dîtin ku elfabeya êşê ji metaforên ku bi ziman werin wergerandin pîroztir in. Lê mekanîzmaya tomarkirin û berhevkirina van çîrokan hîn jî erkek e.”

Fatîha diyar kir ku ew, di derbarê şikandina dîwarê bêdengiya jinan de nîvê wekheviya bêdengiyê ye. Gelo ew hîs dike ku bi eşkerekirina êşa wan û şikandina dîwarê bêdengiyê li ser tiştên ku wan kişandine, bi kêmanî bi awayekî hîpotetîk an jî ferazî nîşan bide? Fatîha, piştrast kir ku berdana êşa li ser dilê wan giran e û wiha got: “Bi eşkerekirina wê dikare wekî nîvê edaletê li bêdengiyê were hesibandin. Ji ber sedemên dibe ku di navbera tirs, şerm, an şert û mercên ku ji wan re ne adil bûne de winda bibin. Ji bo ku rê li ber wan vekin da ku xemgîniya xwe berdin.”

Dema ku nûçe bi metaforê re dighîje hev

Fatîha El-Noho jî rojnamevanek e ku bi salan e vî karî dike û dîwanên wê yên helbestan hatin çapkirin û derketin. Ev yek, di navbera veguhestina nûçe û çîrokên nûçeyan û bikaranîna amûrên helbestî de, ji bo ezmûna wê ya vegotinê bû sedema dewlemendiya rêbazên derbirînê. Fatîha derbarê vê ezmûnê de axivî û wiha pêl da gotinên xwe: “Dibe ku min bi heman ruhê helbestî rojnamegerî kiribe, ji ber vê yekê gotara ne-nûçeyî bi bandorek metaforîk hatibe nivîsandin ku wê ji pênûsa zuha dûr dixe. Ruhê helbestî alîkariya amûra rojnamegeriyê dike ku hesta mirovan di mijarên ku mirovahiyê binpê dikin, mafê zordarî û neheqiyê, bêyî ku çavkaniya wê çi be, îfade bike. Ji ber vê yekê zimanê helbestî dikeve navendê da ku bi metafora herî qels vebêje ka ew çarenûs çi wêran dikin.”

Êş û şahî di têkoşînek bêdawî de bi hev re dijîn

Ji ber ku wê li ser jinan nivîs nivîsand û demek dirêj di rojnamegeriya jinan de xebitî, li ser wêjeya jinan ev tişt anîn ziman: “Wêje bi şiyana xwe ya destdana mirov di tevliheviyên wî yên piralî de tê nasîn. Êş û şahî di têkoşînek bêdawî de bi hev re dijîn û hebûna jin û mêran wekî du hebûnên mirovî yên ji hev nayên veqetandin di xuyangên wan ên erênî û neyînî de li hev dikevin. Ji lewra nivîsên wejeyî dikarin ji bo her yekê di astên cûda de cih bidin, li gorî hişmendiya nivîskar û têgihîştina wan a li ser pozîsyona vê dualîteya biyolojîk û asta ku ew taybetmendiya wê dinirxînin. Esasê pirsgirêkê ne di mêranî an jî jinbûnê de bi xwe ye. Di temsîlkirina wan a di nav nivîsê de ye, ku jinbûn û mêranî dibin qada nîqaşê, ger ne nakokî an pevçûn be jî.”

‘Ez ji bo veşêrim nanivîsim

Fatîha El-Noho ragihand ku nivîsên wê yên wêjeyî azadiya eşkerekirina tevahî li ber xwe pratîk dikin û wiha bidawî kir: “Ez ne ji bo ku veşêrim dinvîsim. Ez ji bo eşkerekirina tiştê ku li pişt xuyabûnê veşartî ye, dinvîsim. Ez dinvîsim da ku ez ji barên xwe safî bim û ji mayînên ku dikarin di hundirê xwe de ger bêdeng bimîne biteqin, azad bibe. Ji bo min, nivîs cihek safîbûnê ye û rûbirûbûnek rasteqîn e bi tiştê ku em ji qebûlkirinê ditirsin re, berî ku ew bibe birînek kûrtir.”