Di sînemaya şoreşa jinê de rêwîtiyek ji Serêkaniyê – GOTÛBÊJ
Nadiya Derwîş a ku bi belgefîlma xwe ya Jinwarê dest bi yekem gavên xwe yên derhêneriya di Şoreşa Jinê de kir, rêwîtiya xwe ya di cîhana sînemayê de wekî derhênereke jin di şoreşê de derketî vegot.

SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Şoreş ne tenê serkeftina li dijî hêzeke serdest û rêvebirina qad û erdîngariyek e. Bi qasî wê, lidarxistina şoreşeke hişî û fikrî ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşek wisa ye ku; mirov û kesayetên navdar û xwedî şop ava kirin, rêveber û fermandar çêkirin, derhêner û rojnamevan çêkirin û kirin dengê jin û civakê. Şoreşeke vejînê bû.
Nadiya Derwîş ji kesên ku ji destpêka şoreşê ve beşdarî xebatên sînemayê bûye, heta ku gihîştiye asta ku nasnameyeke derhêneriyê bigre û belgefîlman çêke. Di vê gotûbêja xwe de em ê Nadiya Derwîş û rêwîtiya wê ya di cîhana sînemayê de, nas bikin.
*Em destpêkê Nadiya Derwîş nas bikin. Rêwîtiya te ya sînemayê ji kengî ve destpê kiriye?
Ez Nadiya Derwîş ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî me û endama Komîna Fîlm a Rojava me. 10 sal in bi xebatên sînemayê re mijûl dibim. Ez yek ji wan kesên ku di avakirina Komîna Fîlm a sînemayê de cih girtî me. Min beriya wê Zanîngeh beşa Kîmya dixwend û pir ji xwendina xwe hez dikir, lê ji ber ku êdî şer li Sûriyeyê û parêzgehên wê dest pê dikir, min nedikarî ku xwendina xwe dewam bikim. Hemwextê wê jî şoreşê destpê kir û êdî zimanê Kurdî dadiket dibistanan û min pir dixwest bi zimanê dayîkê bixwînim. Lê hin tişt û riyên ku jiyanê li me ferz kirin jî hebûn, ji ber wê min dest ji xwendinê berda û alîkariya xwişka xwe ya kuafor dikir, ji ber em gelek keçik bûn di mal de. Mala me mala keçikan bû. Min wiha demê xwe derbas dikir.
Di sala 2015’an de yekem gavên ber bi sînemayê ve
Lê ji zaroktiyê de jî ez her li ber televizyonê bûm, min li fîlman tamaşe dikir û pir bala min dikişand. Şopandina min ji lîstikvan û kesên navdar re pir zêde bû, taybet bernameyên girêdayî hûner û hûnermendiyê. Lê di wê demê de sînema li Rojava nebû, ku mirov karibe xwe di wir de pêş bixe, fîlman çêke û bide nîşandan. Lê gava Komîna Fîlm a Rojava di 2015’an de ava bû, beşdarî dewreyeke ji 10-15 rojan bûm, ji bo ku naskirinek min ji sînemayê re çêbibe. Grupa me ya duyemîn bû. Min ji wir destpê kir, hezkirinek min ya zêde ji sînemayê re çêbû. Destpêkê di hişê min de ev pirs çêdibû ka destpêkê ez bibînim, ev kar wê çawa bimeşe, ez ê çi bikim û em ê li ku bin? Yekem car bû ku ez ji mal jî derdikevim û dûr dikevim. Lê di carekê de ez dûr ketim û min ji xwe re rêyek dît. Min pir girîng dît ku em di sînemaya Kurdî de bixebitin, fîlman bi ziman û çanda xwe çêkin. Niha derfetek hatiye avakirin û kêfxweş im ku ez perçeyek ji vê sînemayê me. Ji pratîka ku hat meşandin tecrûbeyên min zêdetir û hezkirina min mezintir dibû. Ez guhertinên mezin ji gava xwe ya destpêkê heta roja xwe ya îro dibînim û girîngî didim wê. Ji ber îro em gihane astekê ku di warê sînemayê de em rêzefîlm û kurtefîlman û fîlmên dirêj çêdikin û cihê xwe di van projeyan de digrim.
*Li ser erdnîgariya Şoreşa Jinê hûn xebatên sînemayê dimeşînin. Têkiliya di navbera jin sînema û şoreşê de wek derhênerekê ku di nav şoreşê de derketî çawa dinirxînî?
Taybetmendiyên sînemaya îro ku di nav şoreşê de derketiye, herî zêde rola jinan derdikeve pêş. Li pêş û paş kamera, wate; çîrokên li ser jinan ku çawa jin lîstikvaniyê dike û wekî karektereke jin çawa derdikeve pêş, li gorî felsefe û rastiya jinê divê ku em bizanibin wê çawa be. Jin bi xwe çawa dikare fîlman çêbike, em pir girîngî didin vê yekê. Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku di nav şoreşê de wek jinekê, min gavên xwe yê destpêkê yên sînameyê avêt û bûm derhênereke jin. Destgirtin û çêkirina fîlmên li ser jinan heta xebatên paş kamera ji teknîk, deng, kamera, makyaj derhênerî heta nivîsandina senaryoyan jî jin di nav de cih digrin. Çîrokên jinan, gava ku jin bi xwe çîrokên xwe bêje, ne wek ku mêrek çîroka wê vebêje ye. Ji ber gava jin behsa çîroka xwe dike, ne tenê behsa çîroka jinekê dike, ew qala çîrokên bi hezaran jinên cîhanê dike.
Sînemaya bi şoreşê re tiştek cuda ye
Zehmetiyên ku me kişandin pir bûn, ji ber sînemaya Kurdî nû bû. Sînema berê hebû, derhêner û lîstikvanên ku xebatên sînema kiribûn hebûn, lê sînemaya Kurdî yekem car bû bi şoreşê re diwelide. Êdî mirov dikarîbû bi ziman fikr û çanda xwe fîlman çêbike, ev tiştekî nû bû li herêmê. Ya herî girîng ew bû ku çiqas dikarîbûn reng û dengê jinan derxînin pêş. Ev bû sedem ku pir gavên erênî bavêjin. Zehmetiyên wê çi bûn, berê jin bi awayên pir şaş di sînemaya cîhanî de dihatin bikaranîn, mînak rolên jineke kole, hevjîna mêrekî, dayîka zarokan an jî wekî bi karên malê re mijûl dibe, di warê cinsî de jin dihat bikaranîn, ev rolên ku didan lîstikvanên jin. Ev hê di hişê her kesî de mabû. Lê gava ku em behsa sînemaya bi şoreşê re çêbûyî dikin, em behsa tiştekî cûda dikin. Di vî warî de zehmetî hebû ku malbat keçên xwe rêkin xebatên sînema. Lê dema berhemên ku em tê de behsa rastiya xwe, şoreş, berxwedanî, êş û kêfxweşiyê dikin, malbat bi xwe hatin û bûn alîkar. Bi xwe lîstikvanî kirin, zarokên xwe jî şandin ji bo fêrbûyînê û xebatê. Ev hişt ku hin wêneyên şaş yê di hişê civakê de hatî çandin werin guhertin.
‘Em wêneyê jina bi hêz derdixin pêş’
Em naxwazin û rê nadin ku wêneyên şaş yên jinan di fîlman de derkevin pêş, ji ber ne rastiya wê bi xwe ye. Wêneyê jina ku digel her tiştî dîsa bi hêz e, dikare li ser piyan bimîne, jinek bi xwe jî dikare pêşengtiyê bike, dikare derhênerî bike û senaryo jî binvîse, dikare kamera jî bikar bîne û dikare lîstikvaniyê jî bike. Ji lewra têkiliya di navbera jin sînema û şoreşê de wiha digrin dest û belge dikin. Me di pratîkê de da nîşan da ku jin ger bixwaze û bi xwe bawer be dikare bike. Ji lewra li vir Festîfala Fîlmên Jinan a Nûjiyan hat lidarxistin, ev yek ji wan berheman e, ku film mijar û derhêneriya wê jin kiriye û li Rojava hatiye lidarxistin, em vê pîroz û serkeftinekê pênase dikin. Li kêleka wê Sîne Jin hat avakirin û avakirina beşê sînema di Peymangeha Hûnerê ya Jinê de, ev hemû jî destkeftiyên şoreşê ne.
*Sînema, navgînek girîng e, ku tê de pirsgirêkên civakê û polîtîkayên qirkirinê yên ku ji hêla hişmendiya serdest a mêran ve bi salan e li ser jinan hatiye ferzkirin, têne nîşandan. Hûn hûnerê û bi taybetî çêkirina fîlman, wekî qadeke ku jin yekem netewa hatiye bindestkirin dikarin tê de werin nîşandan, çawa dinirxînin?
Şoreşa Rojava li cîhanê bi şoreşa jinê hat naskirin. Di nav de gelek qad ne tenê sînema cih digre, ji beşê leşkerî ku çawa jinek dikare şervantiyê bike, heta qada civakî ku jinek dikare rêveberiyê bike heta aliyê wê yê siyasî û hûnerî jî. Em ji bo pêşxistina qada sînema jî hê di nav hewldanan de ne, pêwîstiya me bi gelek gavên mezintir heye. Bi hejmarek biçûk tenê têra vê xebatê nake. Em li vir careke din dibêjin ku em amade ne bi hemû hêz û enerjiya xwe bixebitin ku hezkiriyên sînema beşdarî vê xebatê bikin, ji tecrûbeyên me girtî em wan jî fêr bikin û ji wan jî bê guman fêr bibin. Bihêlin ku jin hê bêtir ji hêza xwe ji xwe bawer bin, bikaribin bi xwe çîrokên xwe bêjin bê ku kesek li şûna wan çîroka wan vebêje.
‘Me bi şoreşa Rojava xebata xwe îspat kir’
Helbet, bi salan e hişmendiya mêran li ser jinan hatiye ferzkirin. Bûye sedem ku jin ji hêza xwe ne bawer be û dûrî rastiya xwe bikeve. Lê bi Şoreşa Rojava re me bi xebata xwe da îsbatkirin ku jin ger bixwaze dikare bike, ya pêwîst ji xwe bawerbûn e. Erê, zehmet bû ku destpêkê çîroka xwe bi xwe bêje lê niha na, çîroka xwe bi xwe dibêje, dinvîse û bi xwe lîstikvaniya wê û derhêneriya wê jî dike.
*Belgefîlma we ya Jinwarê di gelek festîvalên navnetewî de hatin pêşandin û gelek xelat jî girtin, hên bikaribin behsa projeya xwe bikin?
Xebatên avakirina gundê Jinwar bi xwe ger mirov binirxîne xebatek ewqas girîng û balkêş e. Gundek ji bo jinan û bi keda destê jinan tê avakirin e. Yekem gundê jinan di Rojhilata Navîn de ava dibe û cihê wê Rojava ye. Li ser asta cîhanê bawer im ku Jinwar gundê sêyemîn ê jinan e, ku di Rojava de û di nav şoreşê de tê avakirin, mijarek ewqas girîng e ku pirtûk jî dikarin li ser werin nivîsandin û xebatên cûda jî werin çêkirin. Ji ber Jinwar çavkaniya wergirtina hêz û fikrê jinan e. Ji bo min gava yekem bû û min ji wir esas dest bi derhêneriya xwe kir. Ji wir bûm derhênereke jin û nasnameya xwe ji wir girt. Min ji wir dest bi çêkirina fîlman kir û bi belgefîlmê Jinwarê destpê kir. Ji bo xwe gaveke dîrokî û pîroz dibînim, ji ber gundek ji bo jinan tê avakirin û ya ku çêkirina gund ji kelpîçên wê yên destpêkê heta bicihbûna jinan li wir, min derhêneriya wê kiriye û belgefîlma wê amade kir û li Jinwar jî bi jinan da tamaşekirin.
Li gelek deverên cîhanê hatin nîşandan
Belgefîlma Jinwar beşdarî gelek festîvalan bû û li Rojava jî li gelek cihan hat pêşandan. Li ser asta cîhanê li gelek deverên wek Ewropayê hatin nîşandan. Aliyê wê yê xweş ji bo me ev e; dibe di avakirina gund de gelek kes hatin di nav de cih girtin, alîkarî pêşkêşkirin û serdana wê jî kirin. Lê belê hemû jinan jî nedît, dibe ku em nikaribin bighînin hemû jinên cîhanê, lê herî kêm di rêya belgefîlm re me dikarîbû bighêjin beşekî baş ji jinan. Ji jinên Rojava yên ku nikarîbûn biçin wê bibînin re, heta jinên Kurdistanê bi giştî, dikarîbûn film bibînin. Gundek ku bi fikrê jinan çêbûye. Ji bo gelek kesan pir balkêş hat. Piştî belgefîlm di gelek deverên cîhanê de hat pêşandan, kesên ku film tamaşe kirin bi me re têkilî danîn, xwestin nîşandanek taybet çêkin. Gava ku koçberiya gelê Efrîn û Şehbayê destpê kir, gelek fîlmên ku Komîna Fîlm a Rojava çêkirî di nav de Jinwar jî hebû, li gelek deverên cîhanê hatin nîşandan. Li ser wê bingehê jî gelek alîkarî ji bo koçberan hatin komkirin û şandin Rojava. Ev jî gaveke baş e ku bi rêya fîlman em bikaribin bi jin zarok û gelê xwe re bibin alîkar.
Li Uruguayê xelat girt
Li ser belgefîlmê Jinwarê piştî tamaşekirinê pirtûk hatin çêkirin. Li zanîngehên New Yorkê jî belgefîlm wekî ders tê dayîn. Armanca me jî ev bû. Festîval rêya ku derhêner û sînameger bikaribe fîlma xwe nîşanî gel bide, ev rêbazek e. Lê ya girîng em bikaribin bighînin jinên ku em nikarin bighêjin wan, ez bawer im me ev kir. Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Uruguayê di sala 2025’an de belgefilmê Jinwar xelata belgefilmê herî baş girt.
*Projeyên ku tu niha amade dikî an ji bo pêşerojê hene?
Wekî Komîna Fîlm a Rojava xebatên ku me meşandin û belgefîlmên ku çêkirin pir bûn. Em niha belgefîlmek amade dikin, ji xebatên komînê ye û derhêneriya wê ez dikim. Mijar û derhêneriya wê jî jin in û di nav ekîbê de jî dîsa jin di cihên girîng û sereke de cih digre. Sê heyv berê me dest bi amadekariyên wê kiriye, kêm maye bi dawî bibe. Çîrok; behsa malbatek koçber ji Serêkaniya dagirkirî dike. Ji ber di nav şer de gelek zehmetiyên jin û zarokan derdikeve pêş. Piştî malbat derbasî bajarê Qamişloyê dibe, saziyên jinan û jinên bajar bi wan re dibin alîkar û wiha hevgirtina wan derdixin pêş. Aliyê wê yê din jî ew e ku em li vir pir netew jiyan dikin, em cîran û hevalên hev in, êş û kêfxweşiyên hev jî bi hevre parve dikin. Di film de em behsa vê xalê dikin, ku netewên Suryan çiqas xwedî li malbata koçber û gelek malbatên din derdikevin. Ji ber em wekî mirov li vir dijîn, berî ku em pirsa ol û zimanê hev bikin. Ji lewra herêma me Rojava û giştî Rojhilata Navîn jî bi pirnetewbûnê tê naskirin, Kurd, Ereb, Ermen û Aşûr bi hev re dijîn.
*Li gorî şopandina we, xebatên we yên sînameyê di cîhanê de bûn xwedî bandor? Ji ber hê herêm di nav êrîşan de ye û statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatiye naskirin, ev di xebatên we yên sînameyê de astengiyan çênake ku naghêje cîhanê bi giştî?
Em di nav şer û şoreşê de xebatên xwe dimeşînin, ji perwerdekirinê heta çêkirin û nîşandana filman, tevî ku hê êrîş jî hene. Dema ku êrîş çêdibin ev hêzekê dide me ku em di xebata xwe ya belgekirinê de dewam bikin. Em hêz ji berxwedana gel digrin. Him jî em ji gel re dibin hêz û moral bêyî ku êrîş li ser xebata me bandor bike. Ji ber em di çîrokên xwe de behsa êrîşan dikin, lê qehremanî û kêfxweşiyê jî jibîr nakin. Em vê di jiyana xwe de jî derbas dikin. Rast e me fîlmên xwe gihandiye hejmareke baş lê têr nake, xebateke bihêztir û mezintir jî jêre divê. Ji ber ku em çîrokên xwe ji xwe re û ji derve re jî dibêjin. Pir çîrokên me hene, pir belgefîlm dikarin li ser werin çêkirin ku bi dawî jî nabe. Hedefa me ew e ku em di nava salekê de ne tenê fîlmekî çêkin, gelek grupên me ava bibin û bi taybetî sînema çêbibe. Hezkiriyên sînema dê hê zêdetir bibin, xebatên me bipêş bikevin ku em bikaribin di nava salekê de ne tenê pênc heta deh fîlman çêkin. Em xebat dimeşînin, lê em nikarin bêjin ku me tiştên pir mezin kiriye.
*Herî dawî em dixwazin xeyal û armancên te yên ji bo pêşerojê guhdar bikin. Nadiya dixwaze bighê ku?
Yek ji xeyalên min ew e ku ez karibim ji xebatên çêkirina filman û wek derhênereke jin jî, bi rêya fîlman tiştên ku di hundirê xwe de, em nikaribin bînin ziman bighînin derdora xwe. Xeyalên min ew in ku hê bêtir ji bo gelê xwe û taybet ji bo jin zarok û pêşerojê, bi fîlmên ku em çêkin kêfxweşiyekê bikin dilên wan. Ya din jî gelek çîrokên me jiyan kirine û nikarîbû bigotana hene. Ji lewra her jinek û kesek divê xwe û çîroka xwe di nav fîlmên ku em çêdikin de bibînin ku parçeyek biçûk be jî, jê ne. Hîs bikin ku ew jî parçeyekî ji vî fîlmî ne, ji lewra pir girîng e ku em ne dûrî hev bin û ji hev jî ne qut bin û wê perdeya di navbera xwe de jî rakin, em yek giyan bin. Ji bo pêşerojê ez pir difikirim, zehemt in lê ez bi hêvî me. Bi zimanê hûnerî em ê karibin xwe bighînin her kesî û wê fîlmên xweş werin çêkirin. Divê ku jin rêya ku wê dighîne hedefa wê, bi xwe bibîne û hezkiriyên sînema jî bê tirs nêzîk bibin. Rastî jin bixwazin dikarin gelek tiştan jî bikin û cîhanê jî pê re bidin guhertin.