Cil û bergên Hîbarî û Erebî: Bi destê jinan li hember jibîrkirinê li ber xwe dide
Di demekê de ku modernîteya kapîtalîst hewl dide ku çanda civakan dagir bike de, navendên çandî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê çandê ji nû ve zindî dikin. Cil û bergên Hîbarî û Erebî li hember jibîrkirinê li ber xwe dide.

BERAT CALÎ
Reqa – Pîrejinên li Reqayê, bi israr xwe dispêrin nasnameyên xwe yên çandî; ji bo wan, hîbarî ne tenê serpoşek kevneşopî an perçeyek qumaşê ye. Di heman demê de, sembolek çandî û kevneşopî ya nasnameyê ye jî. Dîrok û şaristaniya civakên ku li beravên Firatê geş bûne nîşan dide. Hîbarî di heman demê de beşek bingehîn a cilên jinên Ereb e jî.
Di demekê ku modernîteya kapîtalîst bi armanca tunekirina çanda wan a bêhempa dikeve nav civakan, jin hîn jî xwe dispêrin cilên kevneşopî yên ku nasnameya wan nîşan didin.
Navendên çandî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine damezrandin di vejandina vê çandê ya di nav nifşên nû de û parastina wê ya ji bîrkirinê de roleke girîng dilîzin.
Dilsoziya ji bo mîrateya kevnar
Ji gundewarê bakurê Reqayê Cemîla Hemûd a 40 salî hîbariya xwe ya bi nexşên rengîn li dora serê xwe dipêçe, bi cilên xwe yên Erebî diçirise. Ew pabendbûna xwe bi mîrata xwe ya kevnar û kûr re didomîne û dibêje, “Hîbarî cilê bingehîn ê jinên Firatê ye ku dîroka wê vedigere sedsalan. Ji ber vê yekê ew ji bo me wekî cilê dîrokî tê hesibandin. Dapîrên me ew li xwe dikirin û me ew çand ji wan mîras girt. Em hê jî wê diparêzin.”
Cemîla dema ku awayê lixwekirina wê di demên berê de bi awayê lixwekirina wê ya îro re dide ber hev, wiha berdewam dike: “Di dema dapîra min de, jinan her dem hîbarî li xwe dikirin. Hem ji bo karên malê û hem jî li zeviyan. Niha, em wê di dawetan û sersaxiyan de - bi taybetî di bûyeran de- li xwe dikin.”
Hîbariya rastîn ji hevrîşimê safî tê çêkirin û bi gelek rengan tê. Dirêjahiya wê dighîje du metreyan. Cemîla derbarê hîbariyê de wiha dibêje: “Hibarî li Sûriye, Iraq û Erebistana Siûdî tê çêkirin. Piraniya yên ku li herêmê tên bikaranîn, Sûrî û Iraqî ne. Rengên wan ji sor, şîn û spî diguherin. Cilê mîna aba yê bi navê 'zubun' jî, berê ji hevrîşima safî dihat çêkirin. Ew şefaf bû û li ser 'kilabiye'yê dihat lixwekirin, ku ji heman qumaşê hatibû çêkirin. Di navbera gelabiyê û zubunê de, cilekî pir zirav û bi destên dirêj hebû ku jê re 'kasira' dihat gotin. Li piştê dihat girêdan. Bê guman, ev ne bi celebên qumaşê yên taybet sînordar bû; mirov dikarin qumaşên cûda hilbijêrin.”
Qumaşeyên ji hevrîşimê safî, hîn jî li bazaran tên firotan. Cemîla derbarê van qumaşan de wiha dibêje: “Gelek jin hîn jî van qumaşan dikirin û bi heman şêwazê didrûn. Lê bihayê qumaşeyên bi kalîte pir zêde ye; çêkirina cil û bergan ji 500 hezar lîreyên Sûrî zêdetir digre. Ez her gav ji lixwekirina wan kêfxweş dibim; ez wan ji cilên nûjen çêtir dibînim. Ji ber ku cilên me yên Erebî îfadeya dîroka me ya rastîn in."
‘Navendên çandî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîratê diparêzin’
Cemîla, ji ber ku nifşên ciwan pir girîngiyê nadin mîrateya xwe xemgîn e. Dibêje ku “Tiştê xemgîn ew e ku nifşên ciwan dîroka xwe ji bîr dikin. Navendên çandî vê mîratê bi lixwekirina van cil û bergan a di festîval û çalakiyên ku ew organîze dikin de vedijînin. Ev bandorek erênî li ser nifşên ciwan dike ku têkiliyên xwe bi çanda xwe û rabirdûya xwe ya kûr re ji nû ve ava bikin.”