Soraya Aghaei bû endama Komîsyona Werzişvanên Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî

Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî ragihand ku lîstikvana Îranî Soraya Aghaei wek yek ji 5 endamên nû yên Komîsyona Werzişvanên rêxistina navneteweyî hatiye destnîşankirin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî (IOC) destnîşankirina 5 endamên nû ji bo Komîsyona Werzişvanên IOC ragihand. Li gorî daxuyaniyê, Seroka IOC Christine Coventry biryarên endametiya wan pejirand.

Werzişvana Badmintonê Soraya Aghaei ya ji Îranê, werzişvanê kelekê Huseyîn Alîreza ji Erebistana Siûdî, werzişvanê tekwandoyê Şêx Salah Cissé ji Perava Diranfîl, werzişvanê tenîsa maseyê Offiong Edem Oshanike ji Nîjeryayê û bisiklêtvan Mariana Pajón ji Kolombiyayê bûne 5 endamên nû yên Komîsyona Werzişvanên IOC.

Bi van destnîşankirinan, Komîsyona Werzişvanên IOC niha 23 endamên ji parzemînan hene. Komîsyon ji 13 endamên jin û 10 endamên mêr pêk tê, ku nûnertiya 15 werzîşên Olîmpiyatên Havînê û 5 werzîşên Olîmpiyatên Zivistanê dikin. Ev endam dê di pêvajoyên biryargirtinê yên IOC de rolek bilîzin.

Nasandina Soraya Aghaei li ser malpera fermî ya Komîteya Olîmpiyadên Navneteweyî destnîşan dike ku werzîşvana Îranî beşdarî Lîstikên Olîmpiyatên Tokyo 2020 bûye û bûye yekem werzîşvana badmintonê ya jin a Îranî ku beşdarî Olîmpiyatan bûye. Her wiha tê gotin ku wê di asta neteweyî de rahênerî kiriye û di Komîsyona Werzîşvanên Komîteya Olîmpiyatên Neteweyî ya Îranê de xizmet kiriye.