Mîrgan Hecî bi serkeftina xwe ya hilgirtina atletîzmê îradeya jinan îspat dike

Mîrgan Mehmûd Hecî ku xelkê Reqayê ye, bi serkeftina di Şampiyoniya Sûriyeyê ya atletîzm û halterê de, tevî temenê xwe yê ciwan îspat kir ku bajarê wê di warê werzîşê de vejîneke bi dest xistiye û îradeya jinan nîşan dide.

NÛR EL-EHMED

Reqa – Wê ji cureyê werzîşê yê ku dikir şerm kir û hemû demxeyên li dora wê şikand û bû yekem jina ku şampiyoniya Sûriyeyê di atletîzm û halterê de bi dest xist û ji bo şampiyoniyên navneteweyî bûye xwedî maf. Ev çîroka serkeftinê ya Mîrgan Mehmûd Hecî ye, niştecihê kantona Reqayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Mîrgan Mehmûd Hecî ya 15 salî yekem werzîşvana jin e ku piştî rizgarkirina kantona Reqayê ji destê DAIŞ'ê di tîma atletîzmê de cih digre. Ew beşdarî gelek şampiyoniyên kantonan bûye û di rêza yekem de cih girtiye. Di sala 2023'an de, di warê halterê de li Sûriyeyê di rêza duyemîn de cih girtiye. Di demên dawî de jî wê li Sûriyeyê di rêza yekem de cih girtiye û ji bo Şampiyoniya Cîhanê ku dê di mehên pêş de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê were lidarxistin, mafdar bûye.

Destpêka avakirina tîmê

Mîrgan Hecî wiha qala çîroka xwe di warê warzîşê de kir û got: "Di temenê xwe yê biçûk de, hez û meyla min ji bo hilgirtina atletîzman giran û hesin hebû, ji ber vê min hemû tiştên giran ên li malê hildidan û bi birayên xwe re di hilgirtina wan de pêşbirkê dikir. Wê demê min kifş kir ku ez dikarim vê yekê bikim. Piştî ku min bihîst encûmeneke werzîşê ji bo perwerdeya atletîzmê hatiye vekirin, tevlî bibim. Ez û xwişka min yekem stajyerên ji kategoriya jinên ciwan ên tîmê bûn. Piştre, bi demê re hejmarek jinên ciwan dest bi beşdarbûnê kirin û tîmek ava kirin. Me dest bi avakirina tîma kantona Reqayê kir û li ser asta kantonên din beşdar bûn."

'Bi piştevaniya derdora xwe bi serketim'

Mîrgan Hecî diyar kir ku bi gelek kêşe û zehmetiyan re maye û wiha domand: "Di destpêka kariyera xwe de bi gelek dijwariyan re mam, di nav wan de nerînên neyînî yên kesên li dora min jî hebûn ku şerm e keçikek werzîşa halterê bike. Vê gotinê bandor li rewşa min a psîkolojîk kir lê bi piştgirî û teşwîqa malbat û hevalên xwe, ez xurtir bûm. Min tiştê ku bi pratîzekirina werzîşa xwe ya bijare dest pê kir berdewam kir, heta dikaribûm vê têgihîştina şaş a civakî bişkînim û îsbat bikim ku jin jî mîna mêran dikarin her tiştî bikin. Di werzîşa squatê de, ez giraniya herî zêde di navbera 180 û 190 kg. de radikim, di werzîşa maçkirinê de, ji bilî werzîşa singê ku ji 60 kg. girantir e û digihîje 70 kg. ez giraniya di navbera 190 û 200 kg. de radikim."

Beşdarbûna wê ya turnuvayan

Mîrgan Hecî der barê beşdarbûna şampiyoniyên herêmî de wiha axivî: "Beşdarî gelek şampiyoniyên herêmî bûm, di nav de Şampiyoniya Powerlifting a Şamê ya 2023'an hebû. Wê demê, ez 12 salî bûm, min li Sûriyeyê asta duyemîn bi dest xist. Nêzî mehek berê jî beşdarî Şampiyoniya Ceribandinên Cîhanê li ser asta komarê bûm û min cihê yekem bi dest xist. Her wiha ji bo Şampiyoniya Cîhanê û Şampiyoniya Rojavayê Asyayê jî mafê min çêbû. Beşdarbûna min a Şampiyoniya Komarê bûyereke taybet bû di jiyana min de ez ê qet ji bîr nekim."

'Bi serkeftina xwe serbilind im'

Mîrgan Hecî da zanîn ku weke keçek ji Reqayê, hêza bajarekî temsîl dike ku ji ber şerê wêran kiribû bi salan ji werzîşê hatibû qutkirin û wiha domand: "Ez serbilind û bi rûmet im ku yekem keça ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me beşdarî vê pêşbirkê bûm, di demek kurt a perwerde û pratîkê de gihîştim vê astê û ketim rêza yekem. Ez vê serkeftinê ji malbata xwe, her kesê ku min teşwîq dike û ji bajarê xwe re ku tevî tiştên derbas bûne jî li ber xwe daye re, diyarî dikim."

'Divê jin teslîmî rexneyên civakî nebin'

Mirgan Mehmûd Hecî ji bo hemû jinên ku werzîşê teşwîq dikin got ku dudilî nebin beşdarî tîmên werzîşê yên Encumena Werzîşê bibin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Tevî zehmetiyan, jin dikarin werzîşên ku jê hez dikin bikin û divê ew dev jê bernedin. Dawiyek û serkeftinek mezin li benda wan e. Ji bo ku bigihîjin vê yekê, divê ew bala xwe nedin rexneyan û nehêlin ku civak wan ji gihîştina xewnên wan rawestîne û armancên wan asteng bike."