Jin di kûrahiyên deryayê de astengiyên civakî derbas dikin
Civata "Inghmar" a li bajarê Sûr ê Lubnanê hat damezrandin, bêyî ku jin ji nasnameya xwe tawîz bidin ji wan ew derfeta dîvîngê pêşkêş dike û piştgiriyê dide jinan ku tirs û astengiyên civakî derbas bikin.
RANA CÛNÎ
Lubnan – Zeyna Herîrî ya di werzîşa dîvîngê ku bi salan piranî ji aliyê mêran ve serdest bû de, astengiyên civakî û fîzîkî derbas kir, hewesa xwe ji bo jinan veguherand projeyek. Zeyna Herîrî ya ji bajarê Sûr e ku nexwest hîcaba wê xeyalên wê asteng bike, civata noqbûnê ya jinan "Inghmar" damezrand ku jin bikaribin bêyî ji nasname û cilên xwe tawîz bidin dîvîngê bikin.
Zeyna Herîrî ya serpêhatiya xwe ya dîvîngê ya wekî hobî dest pê kir, bir qadek profesyonel, cîhaneke cûda keşf kir ku jiyana xwe di kûrahiyên deryayê de diguherîne. Zeyna Herîrî, bi pêşxistina jêhatîyên xwe yên dîvîngê û ceribandina cih û kûrahiyên nû, biryar da ku vê ezmûnê bi jinên din re parve bike.
Astengiyên li pêşiya jinan
Zeyna Herîrî ya diyar kir destpêkê bi armanca meraq û ezmûnê dest bi noqbûnê kiriye, dibêje ku ezmûnên ku wê di bin avê de jiyan kirine wê hêj zêdetir bi vê werzîşê ve girêdaye. Zeyna Herîrî, da zanîn bi demê re ji gelek jinên ku bi noqbûnê re eleqedar bûn re pirs wergitiye û fêm kir ku jin dixwazin vê werzîşê bikin, lê rastî gelek astengiyên civakî û pratîkî tên û got: “Yek ji astengiyê mezin ew e ku piraniya perwerdekar mêr in û ev werzîş di navbera mêran de zêdetir bû.”
‘Hîcabe û cilûberg ne astengî ye’
Zeyna Herîrî ya civata "Inghmar" damezrand, bi armanca afirandina cihek ku jin bikaribin xwe ewle hîs bikin û bêyî ku ji nasnameya xwe an jî cilên xwe tawîz bidin dîvîngê bikin. Zeyna Herîrî, destnîşan dike ku hinek jin difikirin ku diving ji ber hîcabe û cilên xwe yên girtî ji bo wan ne mumkin e û hinek jin jî ji av û deryayê ditirsin. Zeyna Herîrî, diyar kir ku yek bi yek beşdaran re axivî, fikarên wan guhdar kir û ji bo her jinek li gorî jêhatibûna xwe pêşbikeve, piştgirî daye wan.
Zeyna Herîrî, da zanîn ev ezmûn ji bo gelek jinan bû serkeftinek kesane ye û wiha pê de çû: “Hinek jinên ku tirsên xwe derbas kirin û ezmûnek ku berê bawer nedikirin ku bikin jiyan kirin, jê re gotine ku dîvîng ji bo wan xeyalekî demdirêj bû, lê heta niha derfeta wan tunebû ku pêkbînin. Cîhana binav dişibîne gerstêrkek cûda. Ez ji dengên jiyana rojê dûr dikevim û di vê cîhanê de guh dide xwe û nefesa xwe. Heta bihîstina dengê nefesa xwe ya di bin avê de jî têkildarî jiyanê hestek cûda dide wê.”
Ji bo kifşkirina xwe rêwîtiya dîvîng
Sara Akib a yek ji jinên ku ezmûna dîvîngê kir, dibêje ku wê ji dîvînga xwe ya yekem ve ji vê werzîşê hez kiriye. Sara Akib, diyar dike ku cîhana bin avê bi tevahî ji cîhana li ser rûyê erdê cuda ye û da zanîn ku noqbûn rihetiyek giyanî dide wê, alîkariya wê dike ku her tiştê li dora wê diqewime ji bîr bike û tenê girîngî bide pêşkêtîna xwe.
Mamosteya avjeniyê Riyan Burcî, diyar kir ew biryar daye dîvîngê biceribîne û ji vê ezmûnê pir bandor bûye û got ku piştî ku ew ji dîvîngê hez kir, beşdarî kursa perwerdehiyê ya Zeyna Herîrî bûye û bi vî rengî ne tenê vê werzîşê ceriband, di heman demê de bi awayekî profesyonel jî domand.
Zeyna Herîrî, bi jinan re ji bendera kevin a Sûrê bi keştiyan ber bi cihên dîvîngê ve diçe û beşdaran di bin rûyê deryayê de dest bi vedîtina cîhanek bi tevahî cûda dikin.
Ev rêwîtî ne tenê fêrbûna werzîşek nû ye; di heman demê de derfetê dide jinan ku jêhatîyên xwe kifş bikin, tirsên xwe derbas bikin û sînorên xwe derbas bikin. Di heman demê de eşkere dike ku derya ne aydê kesekî ye û hewes bi tu astengiyek nayê sînordarkirin.