Amel Hesen bû yekem hakema Misrî
Jina ciwan a Amal Hesen Husên dijwarî veguherand derfetekê rêya xwe ber bi naskirina navneteweyî ve vekir û navê xwe wekî profesorek zanîngehê û hakemek futbolê ya navneteweyî di dîroka werzîşê ya Misrî û Ereban de nivîsand.
ÎMAN SAMİR ELÎ
Assuit- Amal Hesen Husên, ji polên Fakulteya Perwerdehiya Fizîkî ya Zanîngeha Assiut a li Misrê bigre heya rêza hakemên navneteweyî, ji qadên tîmên jinan ên bilindbûyî bigre heya platformên werzîşê yên navneteweyî, çîrokek berdewamî û biryardariyê temsîl dike. Çîrokek ku li Misra Jorîn û li seranserê Misrê ji bo keçan îlham dide.
Teslîmbûna li hember nêrîna kevneşopî red kir
Li bajarê Assiut ku kokên bi kûrahî yên kevneşopî û adetan hene, keçekê biryar da ku zincîran bişkîne û rêya xwe ya serketinê biafirîne. Navê wê, Amal Hesen Husên e. Amal teslîmbûna li hember nêrîna kevneşopî ya ku werzîşê wekî qadek tenê ji bo mêran dibîne, red kir. Di şûna wê de, wê bi biryardarî û sebir civakê bişkand heya ku bû profesorek li Fakulteya Perwerdehiya Fizîkî ya Zanîngeha Assiutê û hakemek futbolê ya navneteweyî.
Di sala 2013’an de dest bi rêwîtiya xwe kir
Rêwîtiya wê, dema ku li Fakulteya Zanistên Werzîşê qeyda xwe çêkir, ango di sala 2013’an de dest pê kir. Ev, gavek pir ne hêsan bû. Li Misra Jorîn, ev qad bi tevahî ji hêla mêran ve dihat hesibandin û jinek ku dikeve nav wê, wekî neasayî dihat dîtin. Lê belê, wê bi biryardariyek bêdawî ev têgihîştin red kir, bi israr xebitî da ku xewna xwe bi dest bixe û bi serketina li hember sînorkirinên civakî bibe modelek îradeyê û serkeftinê.
Bi saya hewldanên xwe civakê razî kir
Serkeftin, berhema hewildanê ye. Amal Hesen Husên dibêje ku destpêk ne hêsan bûye. Ew bi dijberiya tund a malbata xwe re rû bi rû ma, lê dema ku azmûnên ketina zanîngehê hatin ragihandin, di azmûnên ketina Fakulteya Zanistên Werzîşê de derbas bûbû û dît ku ev beş di nav vebijarkên berdest de ji bo wê ya herî guncaw e. Wê gelek caran hewl da ku wan razî bike. Bi saya hewildanên wê yên domdar, wan di dawiyê de qebûl kir û azadiya bijartina rêya xwe da wê.
Di nav 10 kesên pêşîn de cih girt
Ji destpêkê ve, wê armancek zelal ji xwe re danî ku nirxa xwe îspat bike û nîşan bide ku hebûna wê di vê qadê de ne tenê tesaduf e. Bi rastî, wê ji sala xwe ya yekem a zanîngehê ve dest bi nîşandana jêhatîbûna xwe kir. Di nav 10 kesên pêşîn de cih girt, piştre li gorî encaman, gihîşt rêza duyemîn an sêyemîn. Di sala 2017’an de wekî xwendekara polê ya serketî mezûn bû. Piştre di sala 2018’an de wek alîkara hînkirinê li heman zanîngehê hate tayînkirin. Divê were zanîn ku ev çar sal ne hêsan bûne ku bi gelek dijwarî û astengiyan re rû bi rû maye. Lê wê ew derbas kirin û serkeftina wê, berhema hewldana wê ya kesane û piştgirî û teşwîqa ku wê ji profesorên xwe wergirt bû. Derbarê destpêka xwe ya di futbolê de, ew dibêje ku ji temenê ciwaniyê ve ne lîstikvan bûye, lê di sala duyemîn a zanîngehê de dest bi lîstinê kiriye. Amal da zanîn ku dema profesorên wê pêşniyar kirin ku tevlî tîma futbolê ya jinan bibe.
Klûba Ciwanên Misilman hate damezrandin
Ev yek destpêka serdemeke nû di kariyera wê de nîşan da. Amal destnîşan kir ku wê demê, li Assiutê heta sala 2015’an dema ku Klûba Ciwanên Misilman hate damezrandin ku bû yekem tîma jinan a bajêr, tîmên futbolê yên jinan tune bûne. Amal diyar kir ku ji bo futbola jinan û lîstikê bi gelemperî heweseke wê ya mezin heye, lewma jî tavilê qebûl kiriye û tevlî bûye. Amal wiha got: “Di sala 2015’an de, em di Lîga Premier de bûn û tîma Klûba Ciwanên Misilman şampiyoniya Misra Jorîn qezenc kir. Wê demê, tîmên jinan li herêmê pir kêm bûn. Li Aswanê tenê du û li Minyayê yek hebûn.”
Piştî Klûba Ciwanan qonaxek nû
Di navbera 2015 û 2022’yan de, ji ber guheztina domdar a lîstikvan panerformansa tîmê ji sezonekê bo sezonekê diguherî. Piraniya wan, xwendekarên Fakulteya Zanistên Sporê bûn û piştî mezûnbûnê vedigeriyan bajarên xwe yên jidayîkbûnê. Ev yek mayîna li Assiutê dijwar kir, nemaze ji bo kesên ku li Geliyê Nîlê an Sohagê dijîn. Bi demê re, hejmara lîstikvanan kêm dibe û tîm bi pirsgirêkên din ên têkildarî çavkaniyên sînorkirî re jî rû bi rû dimînin. Bi rawestandina çalakiyên tîmê re, kariyera lîstikvaniyê ya Amal Hesen Husên jî bi dawî bû. Ev sala wê ya dawî li Klûba Ciwanan bû, piştî wê, qonaxek nû di rahêneriyê de destpê kir.
Projeya "1000 Keç, 1000 Xewn" bû destpêk
Di sala 2019’an de, beşdarî projeya "1000 Keç, 1000 Xewn" a Wezareta Ciwan û Sporê bû ku bûye derfeta wê ya rahêneriyê ya yekem. Amal diyar kir ku projeya "1000 Keç, 1000 Xewn" xalek werçerxê bû ji ber ku wan bi serdana dibistanan raman belav kirin û keçan teşwîq kirin ku biceribînin, nemaze ji ber ku proje belaş bû û cilên werzîşê yên bêkêmasî peyda dikir. Bi demê re, dêûbavan dest pê kirin ku keçên xwe bînin û proje ji Assiutê ber bi navendên din ve belav bû. Bi saya hewldanên hevbeş, proje li gelek şaxan berfireh bû û hevalên wê yên berê yên ku bi wê re lîstibûn, rêveberiya van navendan girtin ser xwe. Wan, piştgirî dan û baweriya xwe bi ramanê anîn. Îro, gelek akademiyên futbolê yên jinan hene.
Hişmendiya civakî ya li ser futbolê ya jinan guherî
Piştre, wê ji akademiyan pêşniyar wergirtin û bi tevlîbûna Akademiya Zamalek û dû re jî dibistana futbolê ya zanîngehê, ezmûna xwe berfirehtir kir. Li Klûba Çîmentoyê, ji wê hat xwestin ku akademiyek futbolê ya jinan ava bike da ku bingeha tîmek jinan pêk bîn. Amal bi coş ev fikir qebûl kir, wekî derfetek rastîn a ji bo belavkirina werzîşê ya li Misira Jorîn dît. Bi taybetî jî, ji ber ku Klûbên Çîmento û Petrolê di nav klûbên pêşeng ên Misrê de ne. Bi demê re, ev fikir belav bû û hişmendiya civakî ya li ser futbolê ya jinan guherî, nemaze bi weşana maçên Lîga Premier a li ser kanalên satelîtê. Ketina wê ya nav hakemtiyê di sala 2019’an de dest pê kir. Dema ku azmûnên hakemtiyê hatin lidarxistin û derfet ji keçan re hat dayîn ku serlêdan bikin. Derfetek ji bo beşdarbûnê hat pêşkêşkirin û her çend wê demê ne amade bû jî, paşê hat teşwîqkirin ku serlêdan bike da ku ji bo testa werzîşa bedenî amade bibe. Amal Hesen Husên serlêdan kir û bi serkeftî di azmûnên nivîskî de derbas bû. Lê ji ber ku ew bi formatê nenas bû, di testa werzîşa bedenî ya yekem de têk çû. Piştre wê dîsa azmûn kir û bû yekane jina ku derbas bû. Bi demê re, wê dest bi têgihîştina xwezaya hakemtiyê kir û hêdî hêdî jêhatiyên xwe baştir kir.
Par, navê wê li lîsteya navneteweyî hate zêdekirin
Piştî pêşveçûnê, wê di maçên ciwanan de hakemtî kir, dû re di Lîga Premier a Jinan de bi tîma Minya re û di navbera salên 2021 û 2024’an de ji bo hakemtiya maçan çû Qahîreyê. Wê karîbû tevî zehmetiyên çûnûhatina di navbera Assiut û Qahîreyê de vê yekê bike, ji ber berpirsyariyên zanîngehê. Di sala 2021’an de, wê ji bo azmûnên navneteweyî serî lê da lê bi ser neket. Amal ev yek wekî derfetek ji bo pêşveçûnê dît. Par, navê wê li lîsteya navneteweyî hate zêdekirin, bi vî rengî mafê wê yê ku di sala 2025’an de bibe hakemek fûtbolê ya navneteweyî, bi dest xist. Ev sala wê ya duyemîn e ku di lîstê de ye.