Li Yemenê ji ber hilweşîna tenduristiyê her du saetan jinek ducanî dimre
Dayîkên li Yemenê, di qadek ku zayîna bê ewle her roj gefê li jiyana jinan dixwe de çîrokên bi êş dijîn. Pergala têkçûyî ya tenduristiyê û xizanî, gihandina xizmetên bingehîn ên tenduristiyê sînordar dike û tengasiyên ku jin dijîn, kûrtir dike.
RAHMA ŞANZÛR
Yemen – Jinên Yemenî bi rewşên tenduristiyê yên pir xirab re rû bi rû ne. Bi hilweşîna pergala tenduristiyê, nebûna hişmendiyê û lênêrîna nebaş, zayîn ji bo jinan bûye metirsiyek rojane. Ji ber xizanî, şer û nebûna xizmetan, zor û zehmetiyên ku dayîk pê re rû bi rû dimînin zêde dibe. Çîrokên trajîk ên ku derdikevin holê, lawaziya rewşa tenduristiya hilberandina li welêt nîşan dide.
Nûr Mihemed jinek 28 salî ye û li Taîzê dijî. Ew, yek ji ezmûnên herî dijwar ên jiyana xwe bi van gotinan tîne ziman: “Min digot qey ez ê bi pitika xwe ya di hembêza xwe de vegerim malê, lê ez bi êşek ku dê heta dawiya jiyana min bi min re be, vegeriyam. Gava roja zarokanînê nêzîk dibû, malbata min ji ber nebûna hişmendiyê, dixwest ku li malê zaroka xwe bînim dinyayê. Zayîn gelek zor derbas bû. Piştî saetên êşê û komplîkasyonê biryar dan ku min bibin nexweşxaneyê. Dema ez gihîştim nexweşxaneyê, ji bo ku zayîn zûtir bibe, derzî li min xistin. Piştre pitika min mir. Malzaroka min teqiya û bijîşk neçar man ku wê derxînin. Ji wê rojê û pê ve, min îhtîmala ku ez bibim xwedî zarok, winda kir.”
Rastiya bi êş a di nava bêdengiyê de

Çîroka Nûr Mihemed rastiya bi hezaran jinên li Yemenê ku xetereyên têkildarî ducanîbûn û zayînê ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê û krîza mirovî ya berdewam a her ku diçe zêde dibe nîşan dide. Ji ber vê karesatê Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), Yemenê wek yek ji cihên herî xeternak ên cîhanê ya ji bo zayînê bi nav dike.
Li gorî UNFPA’yê, bi hezaran jin di şert û mercên ne ewle de zarokên xwe tînin dinyayê. Di heman demê de pîrik û xebatkarên tenduristiyê ji ber kêmaniyên giran ên xizmetên tenduristiyê yên bingehîn, bi taybetî li deverên gundewar, di bin zextek mezin de kar dikin.
Astengiyên piralî: Xizanî, nezanî û hilweşîn

Pîrik Zûhûr Elî dibêje ku xirabûna rewşa aborî bûye yek ji faktorên herî girîng ên ku rê li ber jinên ducanî digire ku bighêjin xizmetên pêwîst ên tenduristiyê. Li gorî wê, gelek malbat nikarin mesrefên dermankirinê yan jî mesrefa çûnûhatina nexweşxane û navendên tenduristiyê peyda bikin.
Zûhûr Elî destnîşan kir ku navendên tenduristiyê li deverên gundan hîn jî ji bo dabînkirina pêdiviyên nifûsê têr nakin û wiha got: “Ev dibe sedem ku rewşên aloz ji bo nexweşxaneyên bajaran bên şandin. Lê belê, gelek jin pir dereng dighîjin nexweşxaneyan, ji ber ku ji deverên dûr tên şandin û ev yek şansê wergirtina mudaxeleya bijîşkî ya ku dikare jiyana dayîk an pitikê xilas bike, kêm dike.”
Zûhûr Elî tekez kir ku nebûna hişmendiya tenduristiyê di hin malbatan de pirsgirêkê girantir dike û çend pirsgirêkan wiha vegot: “Hinek jin, di dema ducaniyê de muayeneyên tenduristiyê yên birêkûpêk nakin. Lênêrîna beriya zayînê dibe alîkar ku komplîkasyonên wekî preeklampsî zû werin tespîtkirin û şansê rizgarkirina jiyana hem dayîk û hem jî pitikê zêde dike.”
Li dinyayê her du deqeyan jinek dimre
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, her roj li çar aliyê cîhanê zêdetirî 700 jin ji ber sedemên pêşî lêgirtina ducanîbûn û zayînê dimrin. Ev tê wê wateyê ku her du deqeyan jinek dimre. Wekî din, 20 heta 30 jin ji ber bi birîndarî, enfeksiyon, an seqetiyên mayînde yên zayînê re rû bi rû dimînin. Pispor dibêjin ku, bi lênêrîna tenduristiyê ya têrker dikarin pêşî li piraniya van bûyeran bigirin.

Her du saetan jinek Yemenî di dema ducaniyê an jî zayînê de dimre
Li Yemenê, şer û pevçûnên ku zêdetirî deh salan e didomin, bandorek wêranker li qada tenduristiyê kiriye. Zêdeyî 5 milyon jin û keçên di temenê zayînê de li welat hewcedarê lênêrîna tenduristiyê ya bingehîn in. Daneyên heyî nîşan didin ku her du saetan jinek Yemenî di dema ducaniyê an jî zayînê de dimre.
Navenda Lêkolînê ya Kays destnîşan dike ku Yemen bi kêmaniyek giran a fînanse û çavkaniyên tenduristiyê re rûbirû ye. Li gorî navendê, şerên berdewam xizmetên tenduristiyê asteng kirine û gihîştina wan li gelek deveran sînordar kiriye. Jin barê herî giran ê vê krîzê hildigrin. Li gorî daneyên navendê, herî kêm 5.5 milyon jin û keçên di temenê hilberandinê de li welat hewceyê xizmetên tenduristiya hilberandinê ne. Di şert û mercên heyî de ku xetereyên têkildarî ducaniyê, zayînê û tevliheviyên piştî zayînê zêde dibin, gihîştina van xizmetan pir girîng e.
Pergalek tenduristiyê ya hilweşiyayî

Pîrik Esma Hasan ragihand ku kêmbûna piştgiriya rêxistinên alîkariya mirovî ya ji nexweşxaneyên dewletê re tê dayîn, pirsgirêkên ku hem xebatkarên tenduristiyê û hem jî nexweş dikşînin, girantir kiriye û wiha domand: “Di serdema ku rêxistinên navneteweyî piştgirî peyda dikirin de, derman û pêdiviyên bijîşkî bi hêsanî peyda dibûn. Hin nexweş dikarin bi fînansmana rêxistinên piştgir ji navendên tenduristiyê yên din re werin şandin. Lê belê, îro em di gelek pêdiviyên bingehîn de kêmaniyên cidî dijîn.” Li gorî Esma Hasan, Nexweşxaneya Komarê her roj hem zayînên normal û hem jî zayînên ku hewceyê mudaxeleya lezgîn in qebûl dike. Nexweş pêşî pêvajoyek triyajê ya bijîşkî derbas dikin, nîşanên wan ên jiyanî têne nirxandin û piştre mudaxeleya pêwîst tê destnîşankirin. Nexweşên di rewşa krîtîk de, rasterast dibin beşa awarte û lênêrîna lezgîn dibînin. Esma Hesen tekez kir ku xebatkarên tenduristiyê tevî hemû zehmetiyan jî erkên xwe pêk tînin. Esma da zanîn ku peydakirina mûçe, teşwîq û piştgiriya psîkolojîk ji bo karmendên tenduristiyê û her wiha destekkirina nexweşxaneyan bi derman û pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn, pir girîng e.

Rêjeya mirina dayîkan di asta metirsîdar de ye
Rêjeyên mirina dayîkan li Yemenê hîn jî di asta metirsîdar de ne. Welat hê xwedî jî yek ji rêjeyên herî bilind ên mirina dayîkan a li herêma Ereban e. Lê belê, pispor dibêjin ku bi peydakirina xizmetên tenduristiyê yên têr û bi mîsogerkirina gihîştina jinan bi pîrikên jêhatî û bijîşkên pispor re, beşek mezin a van mirinan dikarin bên astengkirin.
Li Yemena ku ji ber pevçûnên bi salan wêran bûye, kêliya zarokanînê ku divê destpêka jiyaneke nû be, ji bo bi hezaran jinan bûye sedema têkoşîna ji bo jiyanê. Xizmeta tenduristiyê ya nebaş û nebûna çavkaniyên bingehîn ên jiyan-rizgarkirinê, jinên Yemenê neçar dike ku her roj rû bi rûyî vê têkoşîna dijwar bin.