Li Sûriyeyê nexweşên gurçikan di mercên xirab de derman dibin
Nexweşiya gurçikan wekî gelek nexweşiyan di roja me de her diçe zêde dibe. Yek ji wan cihan jî Idlib e. Ji ber şert û mercên jiyanî û nebûna ava paqij, li Sûriyeyê ev nexweşî her diçe zêde dibe îcar di ser de ji ber şer çûnhatina nexweşxaneyê jî zor û zehmet e.
SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Rêjeya nexweşiyan li bakurê Sûriyeyê di van salan de zêde bû. Bi wê yekê re rewşên koçberî, belengazî û bombebaranê jî bandorek berbiçav li ser beşa bjîjkî kir. Rewşa kesên ku herî zêde zirar dîtine kesên ku êşa nexweşiya gurçikê dikşînin e.
Henan El-Necar a 32 salî, ji bajarê Saraqib koçber bûye û li bajarokê Sarmeda niştecih bûye dibêje ku ew sê hefteyê sê caran dikeve diyalîzê. Ji ber kêmbûna wesayîtan û nebûna dirav gelek zehmetiyan dikşîne heya ku digihîje navendê. Ji ber vê ew neçar e ku alîkariyê ji yek heval an xizmên xwe bixwaze da ku biçe navenda dermankirnê û wiha didomîne: "Hin caran yan lawê xwişka min an jî yê birayê min, min bi motora xwe digihîjînin nexweşxaneyê. Ev yek jî rewşa min hîn zêde xirab dike, hevserê min jî di encama bombaranê de ji pişta xwe birîndar bûye bêtirî du sal in birîndar e û nikare alîkariya min bike.”
Ava qirêj di gurçikan de dibe sedema çêbûna qûm û kevir
Tevî hemû êşên ku Henan El-Necar dikşîne ew ji nebûna ava bi tendurist ji nexweşan re gilî û gezinan dike. Ji ber ku hemî ava li deverê peyda dibe ava qirêj e û zirarê dide mirovên normal û dibe sedema nexweşiyên gurçikan û kevir û qûmê çêdike. Îcar ev yek dê ji bo kesên ku di hefteyê de sê caran dikevin diyalîzê çawa be gelo?
Li aliyê din Meysa El-Hisên a 40 salî ku ji gundê Marşamarîn koçber bûye û li bajarokê Kelley bakurê Idlibê niştecih bûye, li ser zehmetiya rêwîtiya xwe ya nexweşsaneyê diaxive û dibêje; "Ez bi berdewamî berê xwe didim navenda Idlibê da ku xwe derman bikim. Ez mecbûr dibim dûrbûna rê û saetên dirêj ên bendewariyê tehemul bikim. Hin caran dora min nayê heta nîvroyê.”
Meysa El-Hisên diyar dike ku nêzî 150 dolarên Amerîkayê ji bo derman û heqê wesayîdên veguhestinê dide. Nekarîna wê ya kar û lawzibûna derfetên hevserê wê dihêle ku deynê wan zêde bibin.
Li Bakurê Sûriyeyê rewşa nexweşên gurçikan gelek dijwar e
Bijîşk Hayfa El –Qadî ya 42 salî ku pispora nexweşiyên gurçikê ye, ji ajansa me re di vê mijarê de wiha dibêje; "Gurçik yek ji organên herî girîng ên laş e ku dibe alîkar ku mirov ji jehriyê xilas bibe. Sedemên nexweşiyên gurçikan di encama şekirê kronîk û bilindbûna tansiyonê de derdikeve, yan jî di encama îltihabên mîkrob û pêketina pergala parastinê bi nexweşiyên û wiha got: “Rewşa nexweşên gurçikan li bakurê Sûriyeyê gelek dijwar e, nemaze ji ber ku piraniya wan li kampên dûrî navendên dermankirinê niştecih dibin.”
Hayfa El-Qadî ji bo parastina gurçikan û pêşîgirtina li nexweşiyan hin şîretan dike û dibêje; “Divê ku zêde av were vexwarin. Ev dibe alîkar ku mirov ji toksînên gurçikan xilas bibin. Her wiha pêwîst e xwarinên xwêya wan zêde be werin kêmkirin. Ji bo vedîtina zû ya nexweşiyên gurçikan divê test werin çêkirin. Pêwîst e ku mirov zebze û fêkiyan paqij bişo beriya ku bixwe û tu dermanî nexwe heya ku nîşanî bijîşk bide.
Li gorî Midûriyeta Tenduristiyê ya Idlibê, hejmara nexweşên diyalîzê gihîştiye 500’î nexweşên jin û mêr ên ku diçin li 9 navendan dikevin diyalîzê.