Li Misrê çima zagonek ku jinan ji tundiya avakar diparêze tune?

Parêzera Misrî Zeyneb Ebû Talib da zanîn ku tundiya di dema zayînê de valahiyek zagonî û zehmetiyek di nîşandana wê de aşkera dike û got tu zagonek ku jinan ji tundiya avakar diparêze tune ye.

ESMAA FATHÎ

Misir – Dr. Omnîa Sweydan, ji ber postek ku behsa bûyerên têkildarî tundiya avakar a di nexweşxaneyek Misrê de dikir, rastî 6 meh cezayê zîndanê hat. Ev bû sedema nîqaşek berfireh a li ser sînorên mafê eşkerekirina binpêkirinên ku jin di dema zayînê de lê rast tên. Her wiha, asta ku pergala yasayî dikare qurbaniyan di rewşên nîşandan an belgekirina rastiyên dijwar de biparêze, ji nû ve vekir.

Ev nîqaş di demeke hesas de bipêş ket

Ev mijar bi biryara dadgehê bi dawî nebû. Mijar berfirehtir bû û pirsên li ser rastiya nexweşxaneyên zayînê, mafên jinan ên di nav wan de û mekanîzmayên berpirsyariya qanûnî ya di rewşa her binpêkirinê de derxist holê. Ev nîqaş di demeke ku têgeha ‘tundiya avakar’ di nîqaşên qanûnî û bijîşkî de her ku diçe zêdetir dibe de bipêş dikeve. Piştî gelek salan ku di nav wan de gelek pratîk wek beşek ji prosedurên bijîşkî yên standard an jî wek xeletiyên pîşeyî hatine dabeşkirin hene. Bêyî ku binpêkirinên potansiyel ên ew çêdikin û rûmeta jinan û mafê wan ê lênêrîna tenduristiyê ya ewledar a ku rêzê li îrade û nepeniya wan digre, têne hesibandin.

Çareserkirina tundiya avakar tenê hesabpirsîna ji sûcdaran hewce nake

Parêzer Zeyneb Ebû Talib xwendinek yasayî û mirovî ya aliyên dozê pêşkêş dike. Ew aşkera dike ku çareserkirina tundiya avakar tenê hesabpirsîna ji sûcdaran hewce nake, di heman demê de bang dike ku çarçoveya yasayî ya ku pratîka bijîşkî birêve dibe ji nû ve were nirxandin. Dixwaze ku garantiyên ku mafê jinan ji bo zanîn, razîbûn, raporkirin û bidestxistina parastina yasayî ya tevahî mîsoger dikin, xurttir bibin.

‘Krîza sereke ya di tengasiya dîtina tiştên nîşandanê li odeyên zayînê ye

Zeyneb Ebû Talib bawer dike ku biryara dadgehkirina Omnîa Sweydan, li ser nebûna delîlên ji bo nîşandana rastiyên hatine weşandin, hatiye dayîn. Zeyneb Ebû Talib tekez dike ku krîza sereke ya di zehmetiya peydakirina amûrên nîşandanê, di hundirê odeyên zayînê de ye û ne hewce ye ku di nebûna binpêkirinan de be. Zeyneb destnîşan dike ku qanûn di forma xwe ya niha de, pêşîniyê dide tiştên ku dikarin li ber dadgehê bên nîşandan.

Zeyneb Ebû Talib daxwaza guhartinên yasayî dike û dibêje: “Divê têgeha berpirsyariya bijîşkî bê berfirehkirin. Ji bo ku binpêkirinên psîkolojîk û exlaqî, her pratîkên ku bandorê li rûmeta jinê dikin an mafê wê yê biryardanê li ser laşê xwe kêm dikin, di nav xwe de bigirin. Divê berpirsyarî tenê bi xeletiyên neştergerî yan tevliheviyên bijîşkî ve sînordar nebe.”

Zeyneb Ebû Talib tekez dike ku pêwîst e formên razîbûnê yên ku jin dema dikevin nexweşxaneyê îmze dikin ji nû ve werin nirxandin û sedema wê jî wiha vedibêje: “Ji bo ku razîbûn bi her destwerdana bijîşkî bi awayekî ferdî ve girêdayî be. Destûrdayîna eskortên pola yekem dikare ji bo parastina jinan ewlehiyek zêdetir peyda bike.”

Têgehek ku ji xeletiya bijîşkî derbas dibe

Zeyneb Ebû Talib destnîşan kir ku ev şêweya tundiyê ne diyardeyek nû ye, bi salan e heye. Zeyneb ragihand ku lê ew li derveyî nîqaşa giştî maye û nasnameya qanûnî an civakî ya ku heq dike negirtiye û bi van gotinan dirêjî da axaftina xwe: “Bi zêdebûna hejmara şahidiyên jinan re, pêwîst bûye ku ji nû ve li ser ka ev pratîk çawa tên çareserkirin, bê nirxandin.

Zeyneb Ebû Talib destnîşan dike ku planê zarokanînê yê hin jinan, bêyî ravekirinek têrker an razîbûna rastîn, ji xwezayî bo sezeryanê tê guherandin. Zeyneb diyar dike ku jin ji ber vê pêkanînê matmayî dimînin. Di heman demê de hin sazî ji bo rewakirina prosedurên ku ew ji wan ne haydar bû, xwe dispêrin formên razîbûna giştî. Yên ku dema ku ketiye nexweşxaneyê jinê îmze kiriye. Redkirina qebûlkirina hin jinan tevî qonaxên wan ên pêşketî yên kedê, an jî xwestina wan ku paşê vegerin, dibe ku jiyana wan û jiyana zarokên wan bike xeterê.

Çima jin ji ber ragihandina tundiyê dudil dibin?

Zeyneb Ebû Talib balkişand ser tirsa jinan a ji raghandina tundiyê û wiha axivî: “Tirsa ji reşkirina civakî, bertekên ji malbat û kesên li dora wê û dijwarbûna nîşandana rastiyan hemû, dibin sedem ku jin bêdeng bimînin. Tewar, dema ku qurbaniyek piştrast be ku ew rastî binpêkirinê hatiye jî, pirsa kêrhatîbûna ragihandinê û îhtîmala bidestxistina edaletê pirsek bihêz dimîne. Ji ber ku hest heye ku lêçûnên psîkolojîk û civakî dikarin ji encamên hêvîkirî girantir bin.”

Zagonên heyî bi giranî xwe dispêrin qanûna ceza û qanûna berpirsyariya bijîşkî û bendên eşkere yên ku tundiya avakar wek binpêkirinek cuda çareser dikin, tune ne. Zeyneb Ebû Talib bawer dike ku zêdekirina bendên qanûnî ji bo rêkxistina vê mijarê dê beşek ji valahiya qanûnî ya heyî tijî bike. Ew destnîşan dike ku bendên zelal dê jinan teşwîq bikin ku bûyerên wiha rapor bikin, di nav saziyên bijîşkî de hişyariyê li ser pêwîstiya parastina mafên nexweşan zêde bikin û standardên berpirsyariyê yên rasttir ji bo her binpêkirinê, destnîşan bikin.

Gelo biryar eşkerekirinê asteng dike an belgekirinê teşwîq dike?

Zeyneb Ebû Talib bawer dike ku biryar di destpêkê de dibe ku tirsê biafirîne û dibe sedem ku hin jin berî parvekirin an ragihandina ezmûnên xwe dudilî bibin. Lê ev bandor dê pir dirêj neke û dibe ku bibe teşwîqek ji bo zêdekirina hişmendiyê li ser girîngiya belgekirina bûyeran û parastina delîlan.

Divê bêdengî ne tenê vebjêrka jinan be

Meseleya tundiya avakar dijwariyek eşkere dike ku ji sînorên nakokiyek qanûnî ya di navbera du aliyan de derbas dibe. Ew, pirsên berfirehtir derbarê mafê jinê yê lênêrîna tenduristiyê de li ser bingeha rêz, rûmet û razîbûna agahdar derdixe holê. Divê her ezmûnek jidayîkbûnê ezmûnek ewledar be, ne ji tirsa binpêkirinê an nekarîna îspatkirina wê were nixumandin û bêdengî ne tenê vebijarka jinan be.