Keçên Filistînî tevî şer û dorpêçkirinê jî kareteyê dikin
Tevî şer, koçberî û nebûna alavan keçên li Xezayê xwe dispêrin werzîşa kareteyê, hewl didin perwerdeya xwe di salonên teng an malên wêrankirî de bidomînin. Ew hewl didin li ser asta herêmî û navneteweyî bilîzin.
REFÎF ISLÎM
Filistîn – Tîma karateya keçan a Klûba Werzîşê ya Xazayê tevî îhtîmala hemû zehmetiyên ku dibe pê re rûbirû bimînin, weke çûnhatin, windakirina cilên wan ên yekreng, windakirina alavên ewlehiyê û nebûna saloneke perwerdeyê ya taybet, hewl dide vegere perwerdeyê.
Dorpêça Xezayê û xewna pêşbirka li derveyî Zîvala Xezayê
Hala Îmad Hamad 13 sal in karate dike. Bavê wê tîm damezrandiye û piştgiriyê daye wê. Hala dide zanîn ku wê teşwîq kiriye werzîşê fêr bibe û destnîşan dike ku beriya şer bi hebûna klûbên baş-amûrkirî, veguhestinê û ewlehiya ku îro Filistînî bêpar in, pratîzekirina kareteyê çêtir bû.
Hala Hamad ditirse ku cilên xwe yên yekreng winda bike. Amûrên ewlehiyê yên wek alavên parastinê û kelepçe jî tune ne. Ev tişt ji bo parastina wê û stajyerên wê ji birînên navîn heta giran girîng in û nahêlin ew beşdarî tu turnuvayên pêşerojê bibe. Hala tekez dike ku li gorî talîmatên rahênerê xwe, ew hewl dide di dema perwerdeyê de hişyariya herî zêde biparêze da ku xwe yan kesekî din birîndar neke.
Tevî astengiyan xwe perwerde dikin
Hala Hamad ji salona werzîşê ya teng ku ew lê perwerde dikin gazinan dike û wiha dibêje: "Cihekî biçûk e û stûneke betonî li naverasta wê heye ku temamkirina rûniştinên perwerdeyê dijwar dike. Tîm ji 13 keçan pêk tê. Hemû hewldanên xwe dikin ku perwerdeya xwe tevî zextan bidomînin, çi li klûbê be çi li malê be. Nêrîna civakê ne xema min e. Bi awayê neyînî li keçên ku kareteyê dikin dinêrin lê tevî rexneyên ku pê re rûbirû dimînim jî berdewam dikim.”
Ji zarokatiya xwe ve werzîşa kareteyê dike
Betûl Wadî dibêje ku di 5 saliya xwe de li kêleka birayên xwe beşdarî kareteyê bûye, vê yekê di perwerdeya wê de pêşketineke girîng çêkiriye û got: “Min hîs kir ku bedena min ji bo vê werzîşê hatiye çêkirin û dikare bi leza bêhempa bi pêş bikeve.”
Ji banê xanî heta kavilan
Betûl Wadî bi alavên germkirinê dest pê dike û dûre perwerdeya xwe bi pratîka şerê simulasyonkirî di navbera lîstikvanan de didomîne. Ev pratîk gelek jêhatîbûnan ji bo rûbirûbûna dijber pê re bi pêş dixe. Betûl dide zanîn ku di destpêka şer de, wê li ser banê mala bapîrê xwe bi her amûra ku didît xwe perwerde dikir. Lê piştî ku ber bi başûr ve hatiye koçberkirin, qet nikaribûye xwe perwerde bike. Her wiha diyar dike ku piştî lîseyê qedand li zanîngehê qeyd bûye. Betûl Wadî destnîşan kir ku weke lîstikvanên din ew jî ji ber kêmbûna alavên ewlehiyê zoriyan dikşîne.
Betûl Wadî xeyala Zîvala Xezayê dike wek her bajarekî din ku ji cîhanê re vekirî be, ku niştecihên wê bikaribin rêwîtiyê bikin û beşdarî pêşbirkên navneteweyî bibin. Her wiha ew bikaribin lîstikvanên ji derveyî welêt mazûvan bikin da ku ji jêhatiyên xwe hîn bibin û ezmûna ku wan di salan de berhev kiriye, parve bikin.
Xewneke werzîşê ya di nava şer de
Lîstîkvana kareteyê Dana Hasan ku bi salan e perwerde dibîne, îro ew bê cilên xwe yên fermî berdewam dike ji ber ku xaniyê wê di dema şerê li Zîvala Xezayê de şewitî. Agir her tişt şewitand, ji ber vê yekê ew hewl dide rêwerzên rahênerê xwe bişopîne da ku xwe yan jî dijberên xwe birîndar neke. Dana Hasan bilêv kir ku lixwekirina cilên fermî di dema maçan de hesteke wisa ye ku hêz û xwebawariyê dide wê û dixwaze bikaribe yekê bistîne û vegere atmosfera lîstina beriya şer.
Dana Hasan xeyal dike ku bibe lîstikvaneke navneteweyî û profesyonel, ji ber ku ew bawer dike şiyanên wê ji bo vê yekê hene. Dana Hasan ji bo keçên ciwan pêşniyar dike ku dest bi kareteyê bikin, ji ber ku baweriya bi xwe û hêza hewce ne dide wan da ku xwe biparêzin.