Li Mahabadê nebûna xizmetên tendirustiyê pirsgirêkên jinan zêdetir dike
Şêniyên Mahabadê û gundên derdorê, pirsgirêkên cidî ji ber kêmasiya bijîjkên pispor, nedîtina dermanên bingehîn û kêmasiya navendên tenduristiyê dijîn. Herî zêde jî ji vê rewşê jin ziyanê dibînin.

VIYAN MEHRPERWER
Mahabad – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber kêmasiya xwegihandina xizmetên tenduristiyê, bi taybetî jin di rewşên gelek xirab de dijîn. Mahabad, her çendî weke navenda tenduristiyê ku nexweş ji bajarên derdorê yên weke Pîranşehr û Serdeştê tên tê dîtin jî; ji ber kamasiyan, gelê li herêmê bi qasî pêwîst dike xizmeta tenduristiyê nagire. Pergala tenduristiyê ya li herêmê, hem ji ber cihê wê yê erdnîgarî, hem jî polîtîkayên hikumeta Îranê li dijî Kurdan hatiye îhmalkirin. Mexdûrên herî mezin ên vê pergala bê edalet jin in.
Kêmaniya bijîjkên pispor, tedawiya diranan, nedîtina pêwîstiyên bingehîn û ji ber gund ji navendên tendirustiyê dûr in, jin di warê xizmeta tenduristiyê de zêdetir zoriyan dikşînin. Ev zorî, pirsgirêkên aborî û astengiyên civakî dibin sedem ku jin ji mafên xwe yên tenduristiyê bêpar bimînin.
Kêmbûna navendên tenduristiyê
Li Mahabadê tenê nexweşxaneyeke dewletê heye û zêdeyî 40 salan e nehatiye nûkirin loma xizmetên tenduristiyê baş nayên kirin. Li nexweşxaneyê, xebatên ji bo nûkirinê ji aliyê xêrxwazan ve tên fînansekirin. Beşa diyalîzê ya nexweşxaneyê bi bexşan hatiye avakirin. Hejmara giştî ya binkeyên tendirustiyê ku li Mahabadê xizmetê didin, ji 224 gundan tenê 65 in. Ev ji bo bajarekî xwedî 200 hezar nifûs, hejmarek gelek kêm e. Li hinek gundan tenê navendeke tenduristiyê heye û ev navend bi giştî xizmetên derzî û enjeksiyonê didin. Bijîjkên taybet jî piranî tenê danê sibehan rûdinên. Ev rewş bi taybetî ji bo jinên ducanî û nexweşên ku mudaxeleya lezgîn ji wan re divê xeteriyek mezin ava dike.
Menîce K. jinek li herêma Mengur Şerqî ya li rojhilatê Mahabadê ye, di meha şeşan a ducanîbûna xwe de pitika xwe winda kiriye û wiha behsa rewşa heyî kir: “Navenda tenduristiyê ji gundê me gelek dûr e. Li wê derê tenê derzî û enjeksiyon tên kirin. Pîrikek tenê heye, ew jî bi tenê sibehan dixebite. Ew şava min pitika xwe winda kir rê ji berfê girtîbûn û bijîjkê min li Urmiyeyê bû. Nexweşxaneya li Mahabadê jî alîkarî neda min.”
Menîce da zanîn ku jin di warê kontrola tibî de zoriyan dikşînin û piranî neçar dimînin serî li tedawiyên xwezayî bidin û wiha got: “Ji bo jinan vegotina pirsgirêkên tenduristiyê weke qedexe tê dîtin. Mînak jinek enfeksiyona vajînal dijî şerm dike vê bîne ziman û li cihê li bajar tedawî bibîne bi serê xwe dermanan bi kar tîne.”
Li Mahabadê kêmaniya bijîşk û krîza tenduristiyê
Li navendên tenduristiyê yên li Mahabadê pratîsyenên giştî jî kêm in. Kêmaniya bijîşkên pispor jî bûye krîzeke tenduristiyê. Gelek nexweş neçar dimînin ji bo ji aliyê bijîjkek baş ve werin muayenekirin biçin bajarên mezin ên weke Tebrîz û Tehranê.
Sara L. jî da zanîn ku dema mirov bixwaze biçe gel pisporên nexweşiyên jinan, piştî mehek û nîv mirov dikare randevû bigre û bûyerên lezgîn jî qebûl nake.
Jina bi navê Kanî B. jî anî ziman ku dayîka wê nexweşeke ku li Serdeştê ji êrîşa kimyewî rizgar bûye û dema çûne nexweşxaneyek li Mahabadê ji ber ji wan re hatiye gotine li wê derê pispora nexweşên hilmmijê nîn e neçar mane biçin Urmiyeyê.
Tenduristiya diran ji bo jinan pir zor e
Li Mahabadê ji ber ku muayeneya bijîjkên diran ên taybet biha ne, gelek mirov tedawiya diran nakin. Jin jî ji ber di warê aborî de dahat wan tune ye, ji van xizmetan bêpar dimînin. Zara S. diyar kir ku pêwîstiya wê bi tedawiya kokê diran heye lê belê piştî mehekê dikaribûye randevûyê bigre û wiha got: “Ez çûm klînîka tendirustiya civakî, ji ber li wê derê tedawî erzantir e lê belê bijîjk got ku ew ê tedawiya qenalê nekin. Perê me nîn e em biçin klînîkên taybet, ji ber wê jî hevjînê min got ji bo tu êşê nekşînî ‘diranê xwe derbixe. Kêmaniya pisporên bijîjkên diranan li qadê, xwegihandina jinan a xizmeta tendirustiyê zor dike.”
Kêmaniya derman û pirsgirêka xwegihandina amûrên medîkal
Li gundên Mahabadê xwegihandina dermanên sivik jî pirsgirêkek mezin e. Kejal W. destnîşan kir ku ji bo testa ducanîbûnê bigre neçar maye ji mamosteyê li gund alîkarî bixwaze.
Mîna J. diyar kir ku hebên kontrolkirina welidînê li binkeyên tenduristiyê nadin, jin di xwegihandina wan pêdiviyên bingehîn ên tenduristiyê de zoriyan dikşînin û got: “Li dermanxaneyên bajaran, pêwîstiyên bingehîn kêm tên dîtin, hemû ref tije vîtamîn in.”
Êvîn T. anî ziman ku ji ber enfeksiyona çav derbas kiriye li Mahabadê ji bo tedawiyê lensa guncaw nedîtiye û bi pêşniyara hevalên xwe neçar maye ji Tebrîzê bîne û got: “Ji ber bijîjkê min ê çav ne li vê derê ye, derman nenivîsand. Ger lensa ku min ji Tebrîzê aniye nebûya wê enfeksiyona çav xirabtir bûya. Faîza X. da zanîn ku ji ber nexweşiya dil neçar dimîne her meh li bajarekî din be û got: “Dermanên pêwîst ji bo tedawiya nexweşiyên kronîk ên weke dil, penceşêr, MS (Multipl Skleroz) û roviyan li Mahabadê nayên dîtin. Bihayê dermanan zêde ye yan jî qet nayên dîtin. Em neçar dimînin dermanê ku kalîteya wan kêm bûye bigrin.”
Di warê tenduristiyê de jin mexdûrên herî mezin in
Kêmaniya xizmeta tendirustiyê li Mahabadê û derdora wê, xelaya derman û kêmaniya bijîjkên pispor, bi taybetî ji bo jinan pirsgirêkek mezin çêdike. Jin ji ber ku di warê aborî de serbixwe nîn in û ji ber gotinên civakê ji xizmetên tendirustiyê bêpar dimînin. Heta ev bêedaletiya di pergala tenduristiyê de neyê derbaskirin, wê sûdgirtina jinên li herêmê ji mafê tenduristiyê ne mimkun be.