Jinên Sîdî Bouzîdî nikarin xwe bigihînin xizmetên tendirustiyê

Jinên bajarê Sîdî Bouzîdî yê girêdayî Tûnisê diyar kirin ku ji ber nikarin xwe bigihîjînin xizmetên tendirustiyê, dermankirina wan nîvco dimîne.

ÎHLAS HAMROUNÎ

Tûnis – Jinên bajarê Sîdî Bouzîdî yê girêdayî Tûnisê dijîn nikarin xwe bigihîjînin xizmetên tendirustiyê. Jinên ji bajarê Sîdî Bouzîdî anîn ziman ku ji ber mesafeya dirêj, mijûlbûn û nedana randevûyê, ji xizmetên tenduristiyê bêpar mane.

‘Xwegihandin pirsgirêka herî mezin e’

Yek ji wan jinan Amal Al-Afî diyar kir ku li heremê klînîka tenduristiyê tune ye û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em biçin klînîka tenduristiyê ya herî nêz a ku bi dehan kîlometre dûrî herêma me ye.” Amal El-Afî da zanîn ku piraniya jinan ji ber ku nikarin randevûyê li nexweşxaneyên bajêr bidin, nikarin bên dermankirin û wiha got: "Di hefteyê de rojekê destûr tê dayîn ku em li vê klînîka tenduristiyê derman bibin û gelek caran bijîjk tune ye. Derman jî her tim tune ye. Ev jî me neçar dihêle ku biçin navenda bajêr. Em neçar dibin ku biçin cem bijîjkên taybet.”

'Jinek ji ber ku nikaribû biçe nexweşxaneyê mir'

Emel El-Afî bi bîr xist ku îsal jinek ji ber ku ji xizmeta tendirustiyê bêpar bû, dermanên pêwîst negirt jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Gelek nexweş bû, nikaribû hereket bike. Rewşa wê ya aborî xirab bû. Ji ber ku bêkar bû, çavkaniyek wê yê debarê tune bû. Ji ber vê yekê pereyê wê têr nedikir ku erebeyek kirê bike da ku biçe nexweşxaneya mezin û an jî biçe cem bijîjkê taybet. Divê 3 rojan li klînîka tenduristiyê bihata dermankirin. Tenê li dermanxaneya Sîdî Bûzîd peyda dibe, di encamê de rewşa wê ya tenduristiyê xirab bû û jiyana xwe ji dest daye.”

'Jinên ducanî diçin bajarên din'

Amal El-Atî bal kişand ku jinên ducanî zêdetir êşê dikşînin û wiha got: “Dema ku jinên ducanî nexweş dikevin, neçar in biçin bajarên din da ku şert û mercên guncav ji bo zarok anînê bibînin. Ev yek ji bo jiyana wan û zarokên wan ên ku hê çênebûne metirsiyek ava dike. Ev jî dibe sedema lêçûnên çûnûhatinê yên malbatên wan. Jinên li gundan dijîn ji mafê xwe yê dermankirinê bêpar in.”

'Gava ku bi şev nexweş dikevin çûyîna nexweşxaneyê pir zehmet e'

Khairia Ghanmi ya got ku ew li gundekî dûrî navenda bajêr dijî, diyar kir ku li herêma lê dijî xizmetên tenduristiyê yên klînîkên tendirustiyê pir nebaş in. Khairia Ghanmi behsa peydakirina sînordariya dermanan kir û got: "Gava ku hûn bi şev nexweş dikevin çûyîna nexweşxaneyê pir zehmet dibe. Ji ber vê sedemê kesê ku nexweş dikeve divê heta sibê li bendê bimîne."

Khairia Ghanmi got ku keça wê jî heman tişt jiyaye û wiha pê de çû: “Keça min ducanî bû. Êşên zar anînê di şeveke sar a zivistanê de dest pê kir. Me wesayîdeke ku wê rakin nexweşxaneyê peyda nekir û rewşa wê girantir bû, ber bi mirinê ve çû. Wê bi saetan êşên zayînê kişand. Me serê sibê wê rakir nexweşxaneyê. Piştî ku zaroka xwe bi selametî anî dinê, ew bi saetan di odeya lênêrîna giran de ma."

'Xizmetên tenduristiyê yên zar anînê kêm in'

Khairia Ghanmi diyar kir ku bi taybetî nexweşên kronîk nikarin dermanên xwe bi rêkûpêk bixwin ji ber ku biha ne û wiha got: "Gelek pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin hene. Piraniya dermanan pir kêm in. Her wiha xizmetên tendirustiyê ji bo zayînê û kontrolkirina zayînê jî kêm in. Navendên taybet ên lênêrîna dayik û zarokan tune ne. Ev rewş zorê li jinan dike."

Khairia Ghanmi herî dawî anî ziman ku jin neçar in bi yek ji endamên malbata xwe re biçin rêwîtiyê ji ber ku rêwîtiya wan bi kesên biyanî re qedexe ye lê belê mêr dema ku bixwazin dikarin li wesayîdên din siwar bibin û hêsantir dikarin bigihîjin xizmetên tenduristiyê.