Jin ji mêran kêmtir dermanên êşbirê digrin

Li gorî lêkolînek nû, di mijarên nexweşiyên wekî hev de jin ji mêran kêmtir emeliyat dibin an jî dermanên êşbir ên bihêz bi kar tînin. Ev rewş di tedawiyên tibî de îşaret bi newekheviya zayendî dike.

Navenda Nûçeyan – Lêkolîneke nû eşkere dike ku di rewşên tenduristiyê yên wekhev de, ji bo jinan ji mêran kêmtir pêşniyara emeliyat, danîna stent û dermanên êşbir ên bihêz têne pêşniyarkirin. Lêkolîneran ev rewş di qadên cuda yên tibî de çavdêr kirine.

Lêkolîna ku ji hêla lêkolînerên Fakulteya Tipê ya Zanîngeha St Andrews li Skotlandê ve hatiye kirin, di 16’ê Îlona 2026’an de di kovara ‘PLOS One’ de hat weşandin. Lêkolîneran lêkolînên ku rasterast rêbazên dermankirinê ji bo jin û mêran ji komek 1,112 lêkolînên ku di destpêkê de hatibû destnîşankirin, berhev kirine lêkolîn kirin. Ji 38 lêkolînên ku daneyên nexweşan analîz kirine, 33 cudahiyên girîng di dermankirinên ku ji bo jin û mêran tên sepandin de nîşan dan.

Ev cudahî di warên weke kardiyolojî, neştergerî, veguhestina lebetan û bijîşkiya lezgîn de hatiye dîtin. Mînak, jinên bi têkçûna dil, krîza dil, an takîkardiyê pir caran bi rêbazên muhafezekar û derman navendî tên dermankirin, lê mêr pir caran ji bo prosedurên wek emeliyata bypassa arteriya koronar an mudaxeleyên demar têne şandin.

Mêr pêhtir tên tedawîkirin

Di nav nexweşên Parkinson de, mêr bêtir ji bo ‘stimulasyona kûr a mêjî’ ku rêbazek dermankirinê ye ku amûrek di mêjî de tê de tê çandin tên şandin. Bi heman awayî, di rewşên têkçûna kezebê de, îhtimal kêmtir e ki jin veguhestina kezebê bigrin û ji bo hinek rewşên bi êş, li gorî mêran, dermanên êşbir ên kêmtir bi bandor digirtin.

Li gel vê, lêkolîner diyar dikin ku hê nediyar e ka ev cudahî, di her rewşê de ji cudakarî yan newekheviya di pêvajoya lênêrîna bijîşkî de derdikevin, an jî cudahiyên klînîkî yên bingehîn ên di navbera nexweşan de nîşan didin. Bi awayekî balkêş, hema hema tu lêkolînên ku hatine nirxandin cudahiyên dermankirinê yên di navbera jin û mêran de bi rêbernameyên bijîşkî yên taybet ên zayendî ve gire nedan.

Lêkolînê carek din cudakariya zayendî derxist holê

Lêkolîner texmîn dikin ku ev nelihevhatin dibe qismî ji ber temsîliyeta kêm a jinan di ceribandinên klînîkî de û hinek rêbernameyên bijîşkî bi giranî li ser bingeha daneyên ji nexweşên mêr hatine pêşxistin. Ew tekez dikin ku divê bijîşk binirxînin ka biryarên dermankirinê li ser rewşa heyî ya nexweş in, an jî ji hêla texmînên têkildarî zayendê ve bi bandor dibin.

Encamên lêkolînê careke din cudahiya zayendî di nava pergala tenduristiyê ango newekheviyeke ku ji teşhîsê wêdetir diçe û bandorê li hilbijartin û dijwariya dermankirinê dike radixe ber çavan. Lê belê ji bo destnîşankirina sedemên van cudahiyan û destnîşankirina bandora wan li ser encamên tenduristiya jinan, pêwîstî bi lêkolînên bêhtir hene.