“An dengê me nebihîstin an jî nexwestin bibihîzin”
Di pêvajoya pandemiyê de, şert û mercên xebatê yên xebatkarên tenduristiyê hîn dijwartir bûn. Xebatkarên tenduristiyê; ji ber xebata zêde û dijwar, bi gelek pirsgirêkan re wekî nexweşiyên bedenî û giyanî yên heya tengasiyên aborî re mijûl dibin. Sevîlay Yildiz ku di servîsa Kovid-19 de dixebite, yek ji wan kesan e ku bi wan pirsgirêkan re têdikoşe. Yildiz dibêje ku ew wekî pisporên tenduristiyê di vê pêvajoyê de hatine asta tunebûne, ji hêla psîkolojîk ve westiyayî ne, di warê aborî de tengasiyan dikşînin û wiha dibejê: “Me gelek hewl da em dengê xwe bidin bihîstin. An dengê me nebihîstin an jî nexwestin bibihîzin.”
ZEYNEP AKGUL
Enqere- Di van rojên ku şert û merc li gorî pandemiyê nebaş in de, gilî bi wezîfeyên ku ji wekhevî û dadmendiyê dûr in hene û fikarên xebatkarên tenduristiyê yên der barê pêşeroja nêzîk de zêde dibin, hejmara xebatkarên tenduristiyê yên ku nikarin dengê xwe bidin bihîstin û hêviya xwe winda kirine pir zêde ye. Ji destpêka pandemiyê ve, xebatkarên tenduristiyê di nava nediyarî û xemek mezin de ne. Yek ji wan jî Sevîlay Yildiz e.
Sevîlay Yildiz dibêje ku di vê pêvajoyê de wekî her car hemû aliyên têkçûyî yên pergalê ji xebatkarên tenduristiyê re hatine îhalekirin, diyar dike ku wê di pêvajoya pandemiyê de di navbera malbat û hezkiriyên xwe de mesafeyek pir cidî daniye.
Nikarin zarokên xwe hembêz bikin û maç bikin
Yildiz axaftina xwe bi çavên tijî xem û tirs wiha didomîne: "Gava ku em ji kar tên malê, em nikarin zarokên xwe hembêz bikin û maç bikin. Heta ku ji destên me tê em dûr disekinin. Ji ber ku min nikaribû ji bo zarokên xwe kesek peyda bikira, ji ber ku dapîr û bapîrên wan ji ber temenê xwe di xeterê bûn ez neçar mam zarokên xwe bi wan re bişînim gund. Di heman demê de em tengasiyên cidî yên aborî jî dijîn. 10 sal berê, me dikaribû ji karmendên din zêdetir mûçe wergirta lê niha em nikarin bigrin. Wekî din, em heman mûçe ji karmendên paqijiyê yên ku em bi wan re dixebitin distînin. Armanca min ne biçûkditîna karmendên paqijiyê ye lê me zanîngehê xwend û bi ezmûna KPSS’ê em hatin bicihkirin, me kedek cidî da. Lê dema ku em teqawid bibin, ez ê teqawidiya ji 3600 zêdetir, teqawidiya xwe werbigirim. Pereyê me yê pêvek ê zêde di teqawidiyê de nayê dayîn."
"Em bi awayê veşartî tên cezakirin"
Dema ku ez dipirsim pirsgirêkên ji hêla xebatkarên tenduristiyê ve bi salan tên jiyîn di pêvajoya pandemiyê de qat bi qat zêde bûne, hûn di vê pêvajoyê de bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin? Sevîlay Yildiz wiha dibêje:
"Mûçeya me ne wek hevpîşeyên me yên din e ku di heman xizmetê de dixebitin. Pereyê zêde ji bo her yek ji me cuda tê hesibandin. Butçeya nobetên me pir kêm e. Karê zêde yê ji bo karkeran piştî 16.00 bi zêdebûna ji sedî 50 li ser meaşê normal tê dayîn. Lê li gel me, mûçeyên me yên mesaî dibin normalê de ne. Ez li nexweşxaneya Covid dixebitim. Gelek hevalên min li ser wezîfeyê ji klînîkên din vekişiyan û ev bi piranî ew kes in ku berê pirsgirêkên wan bi rêveberiyê re hebûn. Em bi awayê veşartî tên cezakirin.”
"Em di vê pêvajoyê de pir tenê man"
Sevîlay Yildiz diyar kir ku di vê pêvajoya dawî de w3e û gelek hevalên wê sendroma bêzarbûnê jiyane û wiha got: "Bi rastî di destpêka pandemiyê de, me hêvî dikir ku dê hewldanên me werin dîtin û bê berdêl neyên hiştin. Encam gelek spas û çepik in. Di Gulanê de, demjimêra xebatê ya hemû karmendên kamûye 75 demjimêr e, xebata demjimêr a tenduristiyê 141 demjimêr e û bêyî cudahî 66 demjimêr e. Gelek mijar hene ku em li ser biaxivin, ji ber ku em di vê pêvajoyê de wisa bi tenê man ku dayikên zarokên wan di bin temenê 10 salî de ne di pêvajoya xebata esnek de li ser destûra îdarî hatin hesibandin. Ma zarokên me ne zarok in? Digel vê yekê, em ji bo dîtina kesên ku karibin li zarokên me binihêrin zehmetî dikşînin."
“Êdî xeyal û hêviyên me neman”
Sevîlay Yildiz diyar kir ku êdî xeyal û hêviyên wan nemayn û axaftina xwe wiha didomîne: "Gava mirovên ku em di heman malê de bi wan dijîn testê wan erênî bin jî, em bi temaş nayên hesibandin. Ji ber ku em her tim di nava têkiliyê de bûn. Gava ku testa hevjînê me jî erênî be, pêwîst e em biçin kar. Pêwîst e hevjînê me hem xwe hem jî zarokan bigre. Êdî xeyal û hêviyên me nemane. Em westiyane. Di destpêka pandemiyê de pirsgirêkên me yên pir cidî hebûn, niha pirsgirêk tunene. Ne girîng e ku gelek nexweşxane, gelek beşên çavdêriya awerte û ciyawaz hebin. Digel van mercan, hewcedarî bi personelên tenduristiyê yên jêhatî heye û di vê pêvajoyê de, xebatek cidî zêde bûye û lênêrîn û kalîte kêm bûye. Ji bo ku em dengê xwe bidin bihîstin me gelek xebat kir. An dengê me nebihîstin an jî nexwestin bibihîzin.”
"Bila di tenduristiyê de qanûna şîdetê were derxistin"
Sevîlay Yildiz got: "Ez difikirim ku di vê pêvajoyê de aborî hin berbiçavtir bûye” û li ser navê xebatkarên pispor daxwazên xwe wiha rêz dike: "Ez difikirim ku beriya rêjeya zêdebûna li nexweşxaneyan li ber çav bigrin aboriyê li pêş digrin. Em 9 hezar û 395 TL ku sînorê xizaniyê ye dixwazin. Em dixwazin pereyê ku ji derveyî mehaneya xwe em digrin di teqawidbûna me de bê dayîn. Em 3600 nîşaneyên din, heqê wekhev ji bo karê wekhev, rêziknameya meaşê nobetê, derxistina qanûna di tenduristiyê de şîdet, wekî şehîdên peywirê naskirina şehîdên ê, nexwestina têkiliya sedemî, tayînkirina rêveberên jêhatî, rakirina zextên sendîkayê, tayînkirina xebatkarên bi peyman ji kadroyê re dixwazin.”
Di nûçeyê de navê rast nehatiye bikaranîn.