Jinên Xezayê bi pirsgirêkên mezin ên tendirûstî re rû bi rû ne

Di nav şerên gelek welatan de jin û jinên ciwan bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû dimînin. Di nav wan de nexweşiyên laşî û hormonal wek reglê jî hene ku bandorê li fonksiyonên girîng ên laş dikin.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Xela bandorek girîng li ser xwezaya fonksiyon û bedena jinan, bi taybetî jî li ser nexweşiyên wan ên reglê dike. Regla hinek jinan sekiniye û hinek jî mehane êşên giran dikşînin. Lê ev bandor ne tevahiya pirsgirêkê ne. Îhtîmalek girîng heye ku ev nîşan xirabtir bibin û gelek ji wan ji ber ku ji gelek xurekên pêwîst bêpar mane, bi penceşêrê bikevin.

Bandorên pevçûnan ên li ser beden û tenduristiya jinan

Pisporê xurekê Suwar Halas balkişand ser bandorên şer û pevçûnan ên li civakê, bi taybetî li ser jinan û got: "Di nav krîzên ku li cîhanê belav dibin de û tevî pirbûna wan, bi taybetî li welatên ku şer û pevçûnan dijîn, xela pirsgirêka herî mezin e ku welat nikarin çareser bikin. Ji ber ku hejmareke mezin ji mirovên bandordar in û mexdûrên wê komên herî xeternak in, ango zarok û jin in. Êrîşan ne tenê jiyan, mal û nepeniya jinan ji wan dizî, di heman demê de ewlehiya xwarinê, mezinbûna normal û jiyana tendurist jî ji wan dizî. Bi riya windakirina giraniya neasayî û masûlkeyan laşên wan xwar. Ev bandor dû re li ser pergala parastinê belav bûn û bûn sedema hejmarek nexweşiyên laşî û hormonal, wek windakirina rûn ku xwarin pêkhateya sereke ya wê ye."

Tevliheviyên reglê

Suwar Halas da zanîn ku ev hemû bûne sedema derketina çend nexweşiyan di nav jinan de, wek kêmxwînî û osteoporoz. Di encamê de gelek jin bi tevliheviyên reglê re rûbirû mane wek derengketina reglê, qutbûna wê yan jî guhartinên di rengên xwînê de û şiklê wê jî li gor her jinek diguhere.

Tunebûna xurekên bi tendurist dibe sedema nexweşiyên ecêb

Suwar Halas vê têkçûna laşê jinê bi taybetî jî reglê bi şer ve girê dide û dibêje: "Ji ber ku jin ji hormona osrojenê bêpar in ku bingeha herikîna wê ya berdewam di laş de ye û jin wê ji çend hêmanên xurekî werdigirin. Ev xurek, proteîn, rûn, hesin û rûnên saxlem in. Parêzek dewlemend bi xwarinên konservekirî û şekir bandor û rola pergala parastinê ya laş kêm dike û dihêle ku ew nikaribe hebûna şaneyên penceşêrê nas bike. Jinên ducanî û fetus ji vê nexweşiyê bêtir hesas in. Gelek zarok bi nexweşiyên ecêb ên ku me berê qet nedîtine dikevin.

Suwar Halas hewcedariyên bedena jinan anî ziman û wiha axaftina xwe domand: "Di vê demê de bedena jin û jinên ciwan ji bilî vîtamîna C pêdivî bi kalsiyûm, çînko, magnezyûm, vîtamîna D û hesin heye. Ev hemû hêman di sebze û şîr de hene. Ger ew ne li ber dest bin, divê lêzêdekirina xurekê were bikaranîn, bi taybetî ji bo jinên şîr didin û yên ducanî ku laşê wan ji yên din bêtir pêdivî bi van hêmanan heye."

Hişyariya tenduristî û perwerdehiyê girîng e

Suwar Halas girîngiya hişyariya tendrustiyê û perwerdehiya jin û jinên ciwan ji bo parastina laşên xwe tekez kir û got: "Gelek ji wan ji reglê qut bûne lê ji bo ku bizanin divê çi tedbîran bigirin an jî biçin saziyên ku lênêrîna tenduristiya jinan dikin û piştgirî didin, bi bijîşk re şêwir nekirine. Hin rewş ji bo pêşîgirtina li xirabûna rewşê şîreta bijîşkî hewce dikin."

Xela gefan li jiyana jinan dide

Li Xezayê, êş ne tenê bi hejmara mexdûran her wiha bêparkirina bêdeng a jinan ji xwarin, tenduristî, ewlehî û rûmetê jî tê pîvandin. Xelaya li wir ne tenê krîzeke xwarinê ye; ew karesateke mirovî ye ku laşê jinan diwestîne û gefan li jiyana wan bi taybetî li jinên ducanî û şîrdêr dide. Ev jî, jinên ku ji mafên xwe yên herî bingehîn ên lênêrîn û xwarinê bêpar in.