Tulay Hatîmogûllari: Divê ji bo serkeftina pêvajoyê tecrîd bidawî bibe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, di civîna "Aştî û Civaka Demokratîk" ya li Bazîdê de axivî û got: “Ger em têkoşîneke xurt bimeşînin, rêxistiniyeke xurt derxînin holê zanibin ku em ê destê Birêz Ocalan li Îmraliyê xurt bikin.”
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li navçeya Bazîd a Agiriyê beşdarî civîna "Aştî û Civaka Demokratîk" bû.
Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de da destpêkirin salekê li pey xwe dihêle û destnîşan kir ku jiyana azad a Abdullah Ocalan ji bo serketina vê pêvajoyê gelekî girîng e û li bendê ne ku di vê mijarê de gav bêne avêtin.
Bi dewamî bal kişand ser êrişên ku 6'ê Çileyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hemberî Kurdan hatin kirin û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû û diyar kir ku ev êriş komployeke mezin a duyemîn bû û ji aliyê Abdullah Ocalan û rêveberiya li Rojava ve hate têkbirin.
‘Ev lihevkirin ji bo Rojava gaveke pratîkî ya gelekî girîng e’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di vê çarçoveyê de bal kişand ser Peymana 30'ê Çileyê û got, "Peymana 30'ê Çileyê ya li Rojava dibe ku neyê wateya bicihanîna hemû armancên xwerêveberiyê ya li wê derê; lê belê bi destketiyên gelekî girîng dagirtî ye û gavên gelekî girîng hatin avêtin. Ev lihevkirin ji bo Rojava ya ku fetisandin lê dihate ferzkirin, gaveke pratîkî ya gelekî girîng hate avêtin.
Yên ku bi nêzîkatiyên rexnekirinê yên tund nêzî Rojava dibin bila li Konferansa Munchenê binihêrin ku 3 rojan dewam kir. Di konferansa navneteweyî de ku 120 welat tevlî bûn, yê ku rojeva bingehîn diyar kir gelê Kurd bû, rêveberiya Rojava bû, heyeta ji Sûriyeyê bû. Ev yek serketineke mezin a dîplomasiyê ye. Weke ku me hemûyan dît di Konferansa Munchenê de Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi gelek lîderên cîhanê re hevdîtin kir û gaveke gelekî girîng a dîplomatîk avêtin. Em dixwazin ev wêneyê li Munchenê li Tirkiyeyê jî bê dayin. Maseya dîplomasiyê divê ne tenê li Munchenê bê dayin. Maseya dîplomasiyê ya bi Kurdan re, maseyeke dîplomasiyê ku rêveberiya xweser a li Sûriyeyê jî li dorê be, divê tekez li Enqereyê jî bê danîn. Li Sûriyeyê hin şaşitî bûn, hin daxuyanî hatin dayin. Em hêvîdar in ku veger ji van daxuyaniyên şaş bûye. Heman şaşitî divê ji bo Iraqê neyên kirin. Divê tilî ji Mexmûr, ji Şengalê re neyê hejandin. Divê gef li wan deveran neyê xwarin. Eger ji bo herêmê wê bi înîsiyatîfa aştiyê rabe, hingî divê bi gelêw Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê re lihevkirineke aştiyê ya stratejîk pêk were. Aştiya bi gelê Kurd re divê bi rengekî stratejîk be, ne taktîkî be. Li Sûriyeyê jî li Tirkiyeyê jî, li Iraqê jî li Îranê jî divê bi gelê Kurd re di heman çarçoveyê de nêzîkatî bê nîşandan."
‘Serketina vê pêvajoyê divê ji gotinê derbasî pratîkê bibe’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê, anî ziman ku ew rapora ji aliyê komîsyona li meclîsê ve têkildarî pêvajoyê bê amadekirin girîng dibînin û destnîşan kir ku hêviay wan a herî girîng a ji vê komîsyonê guhertinên têkildarî qanûnên TMK, TCK û Qanûna Înfazê ye.
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku serketina vê pêvajoyê divê ji gotinê derbasî pratîkê bibe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji ber vê yekê mafê hêviyê gelekî girîng e. Mafê hêviyê di serî de ji bo Birêz Abdullah Ocalan ji go hemû girtiyan mafek e û divê bê derxistin. Ji bo serketina pêvajoya li Tiriyeyê divê ne tenê ji aliyê gotinê ve her wiha ji aliyê çalakiyê ve jî em berê xwe bidin Îmraliyê. Aştî wê li ser sêniya zêr pêşkêşî me neyê kirin. Aştî ne tenê bi hevdîtinên li Enqereyê, bi hevdîtinên li Îranê ye. Eger em dixwazin xurt bin, rêya serketina diyaloga li dora maseyê bi têkoşîneke xurt a li qadan e. Eger em têkoşîneke xurt bimeşînin, rêxistiniyeke xurt derxînin holê zanibin ku em ê destê Birêz Ocalan li Îmraliyê xurt bikin. Em ê destê DEM Partiyê li muzakereyên li dora maseyê xurt bikin. Heta niha zêdeyî 100 sal in gelê Kurd hatiye înkarkirin. Sedsala nû divê bibe sala çareseriya gelê Kurd. Divê em yek bin, bi hev re bin. Çawa ku me berê bersiv dan êrişan, di vê demê de jî divê em bi heman rengî bersivê bidin."