Gelo wê li Mexribê sembolîzm veguhere wekheviyê?
Her çendî serokatiya hikûmeta Mexribê ji aliyê jinek ve guhertinek dîrokî di beşdariya siyasî ya jinan de temsîl dike jî rêxistinên mafên mirovan û jinan bawer dikin ku hê jî jin bi gelek dijwariyan re rûbirû ne.
HENAN HARÎT
Mexrib – Ji dema damezrandina yekem hikûmeta Mexribê ya salên 1950'î ve, tevî veguherînên ku di hebûna wan di jiyana siyasî de û beşdariya wan a gav bi gav di meqamên biryardanê de çêbûne jî jin nebûne serokên hikûmetê.
Gelo hatina Fatimê Zahra Mansûrî bo serokatiya hikûmeta Mexribê di 29'ê Îlonê de, yek ji "banên cam" ên herî berbiçav de ku bi dehan salan rê li ber jinan girtiye ku bigihîjin meqamên bilind ên biryardanê, pêşketinek e? Ev veguherîn ji bo jinên Mexribî tê çi wateyê? Gelo ew rê li ber hebûna berfirehtir û bi bandortir a jinan di navendên biryardayînê de vedike?
Tayînkirina jinek ji bo serokatiyê pêşketineke girîng e
Çalakvana mafên mirovan Manwar Al-Salha bawer dike ku tayînkirina jinek wek seroka hikûmetê di dîroka Mexribê de bûyerek girîng e û vê gavê wekî pêşveçûnek dibîne ku bi salan e bi serdestiya mêran di pozîsyonên biryardayînê ve girêdayî ye.
Manwar Al-Salha tekez dike ku ev veguherîn ji ber xwe ve encama têkoşîneke dirêj a jinan e ku ji bo bigihîjin pozîsyonên biryardayînê meşandine û da zanîn ku jin ji bo ji aliyê herêmî û neteweyî ve bigihîjin astên baş gelek têkoşiyane.
Manwar Al-Salha tekez kir ku di qonaxa niha de pêdivî bi guhertinê heye û got: "Jinek ku serokwezîriyê digre dikare derfet ava bike ku pergala hiqûqî bi awayekî ku xizmeta edaleta civakî bike, bêhtir modernîze bibe. Mexrib dê riya xwe ya di xurtkirina mafên jinan û xurtkirina wekheviyê de bidomîne."
Berpirsiyariyek ku ji nûnertiya jinan wêdetir diçe
Lêkolînera siyaseta giştî û mafên mirovan û çalakvana mafên jinan, Mariyam Houad bal kişand ku yekem jinek weke seroka hikûmetê hatiye tayînkirin gavek erênî ye û çavkaniya serbilindiyê ye. Mariyam Houad got ku berpirsiyariya ku li ser wê hatiye danîn du qat zêde ye.
Mariyam Houad eşkere dike ku jinek ku vê wezîfeyê digre divê ne tenê wek serkeftinek ji bo jinan lê belê wekî berpirsiyariyek li hemberî hemû welatiyan, were dîtin. Mariyam got: "Ji serokatiya nû tê xwestin polîtîkayên giştî bike amûrek bi wekhevî ji jin û mêran re xizmet bike. Ev gav dikare rê li ber xebatên li ser polîtîkayên giştî yên bi pirsgirêkên jinan û rûmeta wan ve girêdayî ne, veke."
Ber bi wekheviya ku ji sembolîzmê wêdetir diçe
Seroka Komeleya Destên Azad Layila Emîlî bawer dike ku tayînkirina jinek ji bo serokatiya hikûmetê xaleke stratejîk e di riya avakirina demokratîk a sazûmanî li Mexribê de, ji ber ku ev gav şêwazên kevneşopî û mêranî yên serokatiya rêveberiyê dişkîne û têgeha hemwelatîbûna tam a li ser bingeha liyakat û jêhatîbûnê, dûrî cudakariya li ser bingeha zayendê, ji nû ve dide nasîn.
Layila Emîlî destnîşan dike ku ev gav di heman demê de peyam dide ku divê karîgeriya rêveberiya giştî û yekparçeyiya berpirsiyariya giştî bi encamên meydanî û bandora pêşketinê were pîvandin, ne bi zayenda memûr.
Zêdebûna hebûna jinan di hilbijartinan de
Layila Emîlî behsa temsîliyeta jinan di saziyên hilbijartî de kir û destnîşan kir ku hebûna jinan di Meclîsa Nûneran de piştî hilbijartinên dawî yên yasayî baştir bûye û wiha domand: "Ji ber ku hejmara nûnerên jin ji sedî 96 ji dema berê zêdetir bûye û gihîştiye 107 di Meclîsa nû de. Di heman demê de hejmara jinên ku di navçeyên herêmî de bi ser ketine ji şeş nûneran di hilbijartinên 2021'ê de zêde bûye û gihîştiye 17 nûneran di hilbijartinên 2026'an de.
Layila Emîlî tekez dike ku ji 1615 lîsteyan, 121 lîsteyên herêmî ji aliyê jinan ve hatine birêvebirin ku li gorî Layila ev yek pêşketina hebûna jinan di pêşbirka hilbijartinê de nîşan dide. Her çend ew hê jî ji wê astê dûr e ku dikare temsîliyeta siyasî ya hevseng bi dest bixe.
Hêvî ew e ku jin di demên pêş de zêdetir bighîjin cihên biryardayînê
Layila Emîlî hêviya xwe ya ji bo pêşerojê anî ziman û diyar kir ku hilbijartinên 2030'an dê bibin şahidên gaveke din di temsîliyeta jinan de, bibin sedema wekheviyeke tam. Her wiha bibe bingeha hilbijartinên kolektîf, hilbijartinên odeyê û hilbijartinên Meclîsa Şêwirmendan ên li pêş dê qonaxên girîng ji bo zêdekirina hebûna jinan di navendên biryardayînê de û bilindkirina asta temsîliyeta wan ava bike.