Siyasetmedarên Minbicê: Dewleta Tirk peymanên navneteweyî binpê dike

Siyasetmedarên Minbicê diyarkirin ku dewleta Tirk ê planên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dimeşîne, hêza xwe ji bêdengiya navneteweyî digre û destnîşan kirin ku li heremên dibin dagirkeriyê de peymanên navneteweyî tê binpêkirin.

SÎLVA Al-ÎBRAHÎM

Minbic- Dewleta Tirk li Efrîna ku dagirkiriye li hemberî gel gelek binpêkirinan pêk tîne. Ji wan binpêkirinan herî zêde jin û zarok bandor dibin. Li gor rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinan  dewleta Tirk ji bo 2 jinan cezayê darvekirinê, ji bo 9 jinan jî cezayê girtîgehê ê di navbera 7 û 15 salan de daye. Di raporê de tê diyarkirin ku ji roja ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 100 jin ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk  hatine revandin û aqûbeta 300 jinan nayê zanîn. Siyasetmedarên Minbiç ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku dewleta tirk hêza xwe ji bêdengiya navneteweyî digre û sucên dij mîrovî pêk tîne.

Dewleta Tirk jinan dike hedef

Cîgira Seroka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Minbicê Buheina El-Hesen destnîşan kir ku ji roja dagirkeriyê heya aniha binpêkirinên bê hejmar hatiye kirin û diyar kir ku jinên Kurd û Ereb tên hedef girtin Buheîna El-Hesen wiha gotinê xwe berdevam kir: “Dagirkeriya dewleta Tirk û kiryarên leşkerên bi pere dij mirovahiyê ye. Em dixwazin ku ji kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wan ên bi pere hesab bê xwestin. Dewleta Tirk ne tene li cihên dagirkiriye li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelek jinên pêşeng bi rêbazên cûr bi cûr hedef digre. Dijminahiya dewleta Tirk a li hember jinê diyar e. Dewleta Tirk a ku ji şoreşa jin ditirse hîn bêhtîr sucên xwe berdevam dike. Lê jinan li hember dagirkeriyê tekoşîna xwe didomîne.”

Her cûre rêbarên suc tê bikaranîn’

Seroka Buroya Jin a Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Mona El Halaf jî amaje bi vê yekê kir ku dewleta Tirk her cûre rêbazên suc bikartîne û wiha got: “Dewleta Tirk bi piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê re bu sedem ku krîza Sûriyeyê dirêj bike. Dewleta Tirk bi hinceta ‘ewlehiya netewî’ Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike û li ber çavên navneteweyî sucên dij mirovî pêk tîne. "Hemû rêbazên sûc li dijî gelê Efrînê bi taybetî jinan bikar tîne, rêbazên suc ên mîna ji komkujî, destavêtin, revandin, guhertina demografiya herêmê heta ferzkirina pere û zimanê Tirkî pêk tîne."

‘Civaka navneteweyî bêdeng e’

Mona El Halaf anî ziman ku jinên Efrînê parçeyek ji Şoreşa Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û got: “Dewleta Tirk bi binpêkirina mafên jinên Efrînê dixwaze tola şoreşê hilîne. Li efrîna u ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî hat dagirkirin 100 jin hat revandin û aqûbeta 300 jinan nayê zanîn. Civaka navneteweyî li hember van sucan bêdeng e. Dixwaze bi asîmîlasyona çandî herêmên dagirkirî bikişîne ber bi zinarê û piştre van xakan li ser erdnîgariya xwe zêde bike. Bi baweriya min çareseriya radîkal ji bo kêmkirina van tawanan ew e ku dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê were derxistin û kesên ku beşdarî van binpêkirinan bûne hesab bidin. Jiinên Efrînê di nav rewşek pir xerab de ne. Hinek ji wan ji cîhên xwe bûne, hinek ji wan bi mirinê re rû bi rû ne. Civaka navneteweyî jî bêdengiya xwe didomîne.”

'Bêdengiya navneteweyî di heman demê de nîşaneya piştgiriya dagirkeriya Tirk e'

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Minbicê Reem Dervîş îşaret bi dîroka dewleta Tirk kir û ev nirxandin kir: “Dîroka dewleta Tirk bi komkujî û sûcên li dijî gelên Ermenî û Kurdan tije ye. Binpêkirinên ku îro li Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên kirin, berdewamiya sûcên ku di dîrokê de hatine kirin. Sê yek şêniyên Efrînê koçber bûn. Yên ku rastî van binpêkirinan bên jî dê ji cih û warên xwe bibin û êdî gelên xwecihî li herêmê namînin. Dewleta Tirk ji ber ku li gorî qanûnên ku jin û mirovan diparêze tevnagere, xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Dewleta Tirk a ku Peymana Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî Cûdahiya Li Dijî Jinê CEDAW îmze kir, hem li herêmên dagirkirî û hem jî li welatê xwe gelek binpêkirinan li dijî jinan pêk tîne. Dewleta Tirk a ku li herêmên ku şer û pevçûn lê qewimîn sûcê şer kir, hemû peymanên navneteweyî binpê kir. Ez bêdengiya îmzekerên CEDAW û Peymana Stenbolê ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ên îro li dijî jinan şermezar dikim. Bêdengiya navneteweyî jî nîşaneya piştgiriya ji dagirkeriya Tirk re ye.”