‘Qanûna çarçoveyî girîng e lê divê mafên jinan û azadiya Ocalan bê mîsogerkirin’
Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî qanûna çarçoveyî ya nû wekî “yekem gava girîng” bi nav kir û tekez kir ku ji bo aştiya mayînde divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.
EKÎN STÊRK
Amed – Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku qanûna çarçoveyî ya pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin xaleke destpêkê ya girîng e lê ji bo temînata mafên jinan, temsîliyeta wekhev û destkeftiyên demokratîk divê were sererastkirin. Bêrîvan Bahçecî tekez kir ku aştiya mayînde û demokratîk tenê bi beşdariya wekhev a jinan di pêvajoyê de û temînata qanûnî ya daxwazên wan mimkun e, pêwîst e berfirehkirina qanûnê bi perspektîfa jinan çêbibe.
Pêşnûmeya qanûna bi navê pêşnûmeqanûna “Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye amadekirin û ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Parlamentoyê ve hatiye pejirandin, beriya nîqaşên Lijneya Giştî berdewam dike. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Berîvan Bahçecî diyar kir ku pêşnûmeqanûn xalek destpêkê ya girîng e lê di warê mafên jinan û garantiyên demokratîk de kêmasiyên wê hene û nirxandina xwe ya li ser pêvajoyê pêşkêş kir.
*Hûn qanûna çarçoveyî ya ku pêşkêşî Parlamentoyê hatiye kirin çawa dinirxînin? Hûn difikirin ku ev pêşniyar destpêkek rastîn e ber bi çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiyek mayînde ve ye yan jî gaveke yekem lê kêm e?
Ew rastiya ku gelê Kurd û pirsgirêka Kurd, bi salan e hatine înkarkirin, îro li Parlamentoyê tê nîqaşkirin û gavek ber bi çareseriyê ve tê avêtin, ji bo me pir girîng e. Em pir bi qîmet dibînin ku pirsgirêka gelekî ku hebûna wî hatiye înkarkirin, paşguhkirin û îradeya wî bi her awayî hatiye desteserkirin, dîsa li Parlamentoyê tê çareserkirin. Bêguman, kêmasî hene lê dîsa jî gavek bi qîmet e.
Di nirxandina vê de, em hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pir girîng dibînin ku di vê pêvajoyê de rol û misyonek girîng girtiye ser xwe. 27 sal in Rêber Ocalan hewl dide çarçoveyeke berfireh ji bo bidestxistina aştiya mayînde û mîsogerkirina mafên civakê û hemû gelan biafirîne. Bi mehan e, em li ser her platformê dibêjin ku divê gavên berbiçav di zûtirîn demê de werin avêtin û ev qanûn were Parlamentoyê, em ji bo vê yekê têdikoşin. Ji ber vê yekê, em vê gava yekem girîng û bi qîmet dibînin.
Qonaxa ku gihîştiye, bi taybetî bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, pir hêja ye. Bêguman, kêmasî hene. Lê belê ez bawer dikim ku em dikarin bi nîqaş, têkoşîn û danûstandinan van kêmasiyan derbas bikin û encama tê xwestin bi dest bixin.
Rêber Abdullah Ocalan di her danûstandinek ku dike û di her hevdîtina bi şandeyan re peyamên girîng ên dîrokî dide. Ew pêşketinên heyî bi perspektîfeke dîrokî dinirxîne. Di hevdîtina xwe ya dawî de, wî ji bo vê pêvajoyê îfadeya “Riya hezar kîlometreyî bi gavek destpê dike” bi kar anî. Ez difikirim ku ev hevok bingeha meseleyê vedibêje.
Ji ber ku em behsa gelekî dikin ku sedsalek bi polîtîkayên înkar, wêrankirin û asîmîlasyonê re rûbirû maye. Herêmên ku Kurd lê dijîn bi salan hatin paşguhkirin û civak bi her awayî bû hedefa polîtîkayên şerê taybet. Girîng e ku dewlet ji bo pirsgirêka gelekî wiha yê înkarkirî dest bi çêkirina çarçoveyeke qanûnî bike.
Di heman demê de, pêwîst e neyê paşguhkirin ku jinên bi hezaran sal in li ser van axan têdikoşin jî mijarên vê pêvajoyê ne. Ji ber vê yekê, em gava ku hatiye avêtin girîng dibînin. Lê belê em jî dibêjin ku ev têrê nake. Em bawer dikin ku kêmasî dê bi têkoşîna hevbeş û danûstandinên demokratîk werin temamkirin.
*Pêşnûmeqanûn bêhtir li ser bêçekkirin û prosedurên zagonî disekine. Bi nêrîna we divê di vê qanûnê de mijarên wekî demokratîkbûn, mafên jinan, demokrasiya herêmî û hemwelatîbûna wekhev li ku derê werin çareserkirin?
Em vê pirsgirêkê tenê bi perspektîfa bêçekbûnê nagirin dest. Xala girîng ev e ku çima çek di serî de derketine holê. Kes naxwaze ji bo parastina xwe çekan hilgire. Divê em li ser şert û mercên ku mirovan neçar dikin ku wiya bikin nîqaş bikin. Tevgera Azadiya Kurd di hemû daxuyanî, axaftin û hevpeyvînên xwe de bi salan e vê yekê diyar kiriye û gotiye: ”Me çekê hilgirt ji ber ku em neçar bûn”. Ji ber vê yekê, pirsgirêk nikare tenê wekî danîna çekan were dîtin. Ger dewlet an pergal tenê ji perspektîfa bêçekbûnê nêzî vê yekê bibin, ev nêzîkatiyek netemam û xelet e. Em bi vî rengî nabînin.
Armanca me avakirina civakek demokratîk bê çek e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e ji bo vê yekê têdikoşe. Divê ev rastiya ku em îro li ser jiholêrakirina çekan nîqaş dikin di vê çarçovê de were nirxandin. Ji ber ku gelê Kurd niha hewceyê temînatên qanûnî ye. Ji bo parastina mafên gelekî ku îradeya wî bi salan e hatiye paşguhkirin, rêziknameyên qanûnî hewce ne.
Ji ber vê yekê, tenê bêdengkirin an danîna çekan têrê nake. Pirsa rastî ev e: Ev mirov dê piştî wê çawa bijîn? Ew ê çawa tevlî civakê bibin, ew ê çawa siyaseta xwe ya demokratîk bimeşînin?
Ew kesên ku bi salan li Ewropayê dijîn, ên di girtîgehan de ne, yên li çiyayan şer dikin, yên ku di vê têkoşînê de ne, nemaze jin, ên ku hatine sirgûnkirin, an jî yên ku dewlet wan wekî 'terorîst' pênase dike dê çawa bibin? Ew ê wekî beşek ji civakê bijîn gelo? Bêguman, ji bo vê yekê divê çek bên bêdengkirin lê divê temînatên qanûnî yên têr û têm jî werin avakirin.
Van kesan ji bo nasname, çand û baweriyên xwe şer kirin. Wan bedel dan da ku îradeya gelekî ku bi sedsalan hatiye înkarkirin eşkere bikin û birêxistin bikin. Ji ber vê yekê, girîng e ku çarçoveyek qanûnî were afirandin ku ew bikaribin tê de siyaseta demokratîk bikin. Ji ber vê yekê, pirsgirêk ne tenê bi bêçekbûnê ve sînordar e; pêvajoya pişt re jî divê bi rêkûpêkkirinên demokratîk û qanûnî were temam kirin.
Yek ji kêmasiyên bingehîn ên ku me di nirxandina qanûna çarçove de dît, temsîliyeta nebaş a têkoşîna jinan e. Nebûna bendên derbarê mafên zimanê dayîkê, mafên çandî û destkeftiyên jinan de jî kêmasiyên girîng in. Lêbelê, wekî ku Rêber Abdullah Ocalan diyar kir, ev gaveke yekem e. Dema ku ev gava yekem were avêtin, têkoşîn dê berdewam bike û destkeftiyên din ên demokratîk dê bi saya vê têkoşînê werin bidestxistin.
Ji hêla me ve, yek ji kêmasiyên bingehîn nebûna parastina destûrî û zagonî ya jinan e. Jin dixwazin bi azadî beşdarî jiyana civakî bibin, di siyaseta demokratîk de beşdar bibin û xwe birêxistin bikin. Ji bo vê yekê, rêziknameyên zagonî yên ku mafên wan garantî dikin pêwîst in. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku divê qanûna çarçove ji perspektîfa jinan ve were xurt kirin.
*DBP dibêje ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji aktorên sereke yên pêvajoyê ye û divê şert û mercên xebata wî werin avakirin. Bi ya we ji bo aştiya mayînde pêwîst e Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de ji bo çareseriyek mayînde çi rol bilîze? Di vî warî de divê çi gavên qanûnî û siyasî werin avêtin?
Ji perspektîfa jinan ve, ez dikarim vê bibêjim: Di seranserê dîrokê de, di her serdema ku bi înkar, şer û pevçûnan ve hatiye destnîşankirin de, hedefa sereke îrade, beden û ramanên jinan bûye. Ger îro civakek aştîxwaz û demokratîk were avakirin, şertê yekem ew e ku jin ewlehiya xwe bi xwe misoger bikin. Perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan di mezinbûna têkoşîna jinan û ji nû ve vedîtina nasname û hişmendiya jinan de diyarker bûye. Jinan bi vê perspektîfê xwe ji nû ve afirandine.
Îro em qala dîroka 12 hezar salan dikin. 12 hezar sal jin hatine paşguhkirin; îradeya wan di her aliyê siyasî, civakî û jiyanê de hatiye înkarkirin. Ji ber vê yekê, em jin azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji azadiya xwe cuda nabînin. Ev yek ji xalên bingehîn e ku em di qanûna çarçoveyî ya hatiye derxistin de kêmasiyek dibînin. Jin dixwazin di şert û mercên xebata azad de rasterast bi Rêber Abdullah Ocalan re nîqaş bikin, ramanan biguherînin û bi jinên ku mafên jinan û demokrasiyê diparêzin re pêvajoyê bi hev re pêşve bibin.
Ger azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê de nebe, em ê vê yekê ne temam bibînin. Em ê têkoşîna xwe ya li ser vê mijarê di her warî de bidomînin. Bi rastî, du roj berê, Tevgera Jinên Azad jî li ser vê mijarê daxuyaniyek da. Hemû rêxistin û avahiyên jinan ên ku di têkoşîna jinan de ne, bi taybetî Dayîkên Aştiyê, heta îro daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirine û wê di pêşerojê de jî bidomînin. Ji ber vê yekê, wekî jin, em ji berpirsiyariya ku ji hêla rola me ya pêşengiyê ve tê xwestin haydar in.
Bi giştî, em girîng dibînin ku qanûna çarçoveyî ji Komîsyona Edaletê derbas bûye. Lê belê em bawer dikin ku aliyên mayî dê bi têkoşînê werin temamkirin. Ev yek dê ji armancên bingehîn ên DBP, Meclîsa Jinan û xebata jinan a partiyên din ên siyasî be. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were misogerkirin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, gelek girîng e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola sereke ya danûstandinê bigre ser xwe, ewqas girîng e ku tevgerên siyasî yên Kurd, hêzên demokratîk û hemû kesên ku dostên gelê Kurd in, bi pêşengiya jinan, têkoşînek hevbeş bidin meşandin. Em bawer dikin ku divê em bi entegrebûna bi civakê re û avakirina xetek têkoşînê ya xurttir û yekgirtîtir xwedî li vê pêvajoyê derkevin.
Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan misoger bibe. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, pir girîng e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola sereke ya danûstandinê bigire ser xwe, her wiha tevgerên siyasî yên Kurd, hêzên demokratîk û hemû kesên ku dostên gelê Kurd in, bi pêşengiya jinan, têkoşînek hevpar bidin meşandin. Em bawer dikin ku divê em bi entegrebûna bi civakê re û avakirina xeteke têkoşînê ya xurtir û yekgirtîtir xwedî li vê pêvajoyê derkevin.
*Di pêvajoyên aştiyê yên li çar aliyên cîhanê de, rola jinan di mekanîzmayên danûstandin û biryardayînê de diyarker bûye. Gelo jin li Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de weke nûner bi têra xwe hatine hêzdarkirin? Gelo qanûna çarçove rola jinan digre bin temînatê?
Wekî halê xwe yê niha, ev qanûn mafên jinan nagire bin temînatê. Lê belê dema ku em bi giştî lê dinêrin, girîng dibînin ku em îro gihîştine vê qonaxê. Gelekî, bi taybetî jin, bi sedsalan mafên wan hatin înkarkirin, dengê xwe bilind kirin, şer kirine û encama îro em gihîştinê bi saya wê têkoşînek mezin e. Pêdivî heye ku ev wiha were nirxandin. Ger ev mijar îro li Parlamentoyê tê nîqaşkirin ger di rojeva medyayê de be, ger li ser televîzyonê were nîqaşkirin û bibe yek ji mijarên girîng ên di rojeva Tirkiyeyê de, encama têkoşîneke demdirêj e. Têkoşîna ku bi salan e didome. Di heman demê de, em dibînin ku pêvajoya piştî 27’ê Sibatê dest pê kir ne tenê li Tirkiyeyê, di raya giştî ya navneteweyî de jî deng vedaye. Ji ber vê yekê, em vê pêvajoyê girîng dibînin.
Em piştgirî û nirxandina rast a vê pêvajoyê ji hêla dostên gelê Kurd û derdorên li welatên cuda ve girîng dibînin. Em bawer dikin ku pirsgirêkên mayî dê di serdema pêş de bi nîqaş û têkoşîna hevbeş werin çareserkirin. Lê belê divê bi zelalî were gotin ku pêşnûmeqanûna heyî dê ne temam bimîne heya ku mafên jin û zarokan negire bin temînatê. Ev yek ji pirsgirêkên bingehîn e ku em ê li ser wê têkoşîna xwe bidomînin.
Em bawer dikin ku divê jin di nava deste û komîsyonên dê di serdema pêş de werin damezrandin de cih bigrin. Li gorî prensîba temsîliyeta wekhev divê îradeya jinan rasterast di van mekanîzmayan de were nîşandan. Ev ji bo bidestxistina wekheviya demokratîk û civakî pir girîng e. Îro em hê jî bi newekheviyeke cidî re rûbirû ne. Têkoşîna jinan bênavber didome û bûye xwedî gelek destkeftiyan lê ev destkeftî tenê dikarin bi temînata qanûnî mayînde bibin.
Ev tenê bi pêkanîna rêziknameyên qanûnî yên ku mafên jinan û temsîliyeta wekhev digrin bin temînatê dikare were bidestxistin. Ji ber vê yekê, em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku destkeftiyên demokratîk ên em armanc dikin bi dest bixin.
*Ger qanûn ji Parlamentoyê derbas bibe, hûn difikirin ku divê çi gavên zagonî û siyasî yên pêştir werin avetin da ku çareseriya demokratîk di qonaxa pêş de civakî bibe?
Ev qanûn, wekî hûn dizanin dê piştî biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî bikeve meriyetê. Lê belê pêvajoya rastîn wê hingê dest pê bike. Ji ber ku ji bo siyaseta demokratîk bi rastî bixebite divê bingehek were afirandin ku kesên li sirgûnê dijîn, ên di girtîgehan de û tevahiya gelê Kurd, nemaze jin, bikaribin bi azadî siyasetê bikin. Ya ku bi rastî girîng e ev e. Di pêvajoya paşîn de, gelê Kurd xwedî daxwazên bingehîn e; wekî mafê perwerdeyê û mafê xwerêveberiyê. Mînak, pratîka tayînkirina qeyûman hê jî berdewam dike. Ev yek ji astengiyên herî girîng ên li pêşiya siyaseta demokratîk e.
Her wiha em girîngiyê didin daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên ku vê dawiyê dane. Bêguman gotinên wî yên wekî “bila Ehmet vegerîn ser karên xwe, ji bo Ocalan mafê hêviyê û Demîrtaş vegere malê” hêjayî gotinê ne. Lê belê ya girîng ew e ku ev daxuyanî werin pratîzekirin. Tenê gotin bêwate ne, heya ku neyên sepandin tu wateya wan tune ye. Ji ber vê yekê, em rewşa heyî hê jî ne temam dibînin. Di serdema pêş de, armanca bingehîn divê ew be ku her kes xwe ewle hîs bike û bikaribe siyaseta demokratîk bike.
Heta niha, zîhniyeteke dewletê hebû ku heta destûra xwe, qanûnên xwe û mafên bingehîn ên mirovan binpê dikir. Ger bi rastî jî armanc ew be ku entegrasyoneke nû bi civakê re were kirin, divê dewlet pêşî vê zîhniyetê biguherîne. Girîng e ku dewlet vê veguherînê qebûl bike û li gorî wê gavên guncaw bavêje.
Gel bi salan e têkoşiya û bedelên giran dan. Ger îro çarçoveyek zagonî ya mafên wan digre bin temînatê neyê avakirin, ew ê nikaribin werin û siyaseta demokratîk bikin. Ev yek ji sedemên sereke bû ku heta niha rêbazên cuda yên têkoşînê hatine tercîh kirin.
Ji ber vê yekê, em pêşnûmeya niha têrker nabînin lê em wê wekî gaveke girîng dibînin. Em bawer dikin ku pirsgirêkên mayî dê bi têkoşînê werin temamkirin. Rastiya ku pirsgirêka Kurd cara yekem li Parlamentoyê li ser platformek demokratîk, di çarçoveyek qanûnî de tê nîqaşkirin, bi serê xwe pêşketinek dîrokî ye. Di vî warî de, em girîngiyê didin pêvajoyê lê em bawer dikin ku demokratîkbûn divê bi vê yekê ve sînordar nebe.
*Di dawiyê de mijarekê hûn balê bikşînin ser heye?
Ez bawer dikim ku hemû sazî û hêzên demokratîk, bi taybetî DBP, dê di serdema pêş de ji bo derxistina van qanûnan û pêşvebirina pêvajoya demokratîkbûnê berpirsiyariyeke pir mezintir bigrin ser xwe. Di vê der barê de jî planên me hene.
Yek ji armancên me yên sereke di serdema pêş de dê bêbandorkirina zimanê neyînî yê ku li dijî vê qanûnê û paradîgmaya ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê pêşkêşkirin tê afirandin û zêdekirina piştgiriya civakî be. Em ê têkoşîna xwe di vî warî de bidomînin.
Ez bawer dikim ku divê gelê me jî baweriya xwe bi vê pêvajoyê bîne. Em baweriya xwe bi gelê xwe tînin. Ji ber ku xala ku em îro gihîştine bi bedelên mezin hatiye bidestxistin. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku gelê me dê li ser îradeya xwe, rêberê xwe û mafên xwe bisekine.
Dema pêş dê demek krîtîk be. Ji bo ku beşdariya civakê di vê pêvajoyê de xurtir bibe, planên me yên cûrbecûr hene. Em ê di rojên pêş de van bi raya giştî re parve bikin. Têkoşîna me dê di vî warî de bi biryardarî berdewam bike.