Rêxistina Jinên Ereb bi beşdariya şandên ji 13 welatan civiya

Bi bûyina Roja Cîhanî a Têkoşîna li Dîjî Tundiya li ser jinan, Rêxistina Jinên Ereb civîna xwe ya 10'emîn lidar xistin.

 
ESMAİ FATHÎ
Qahîra - 10'emîn civîna Rêxistina Jinên Ereb li Qahîra bi amadebûna şandên 13 dewletên erebî û komek wezîr û nûnerên hikûmetên wan dewletan hat li darxistin. Di civînê de tecrûbeyên berpirsiyarên kar û barên jinan di dewletên ku bi pirsgirêkê jinan re mejûl dibin de hatin parve kirin. Her wiha nîqaş li ser bernameya 3 salên bûrî dabûn pêşya xwe jî hatin kirin.
Pirsgirêkên ku jinên Ereb pêre rû birû dimîne
Rêveberiya giştî a Rêxistina jinên Ereb Fadia Kiwan got ku civîna meclîsê di nava şert û mercê dijwar de tê lidarxistin, ji ber nexweşiya koronayê ku hîn bi dawî nebûye û bandora wê li ser herkesî kiriye lê yên herî zêde di demê pandemiyê de zerer dîtine jinin û yê ku li himber bû bersiv jî dîsa jin bû. Fadia Kiwan diyar kir ku jin herî zêde berxwedêr bûn ji ber ku di demê qirîzan de jin xwedî hêzeke mezin bû ku her dem bi sebrê tekoşîn dikir û her wiha jin ji bo malbat û civakê piştevaniye dike û rola wê ya herî girîng di gelek beşên kar û xebatan de hey. Fadia destnîşan kir ku jin gelek barên giran digirin ser milê xwe ku di nav de pandemiya Korona yê û pirsgirêkên herêmî, siyasî, civakî û aborî jî heyî. Fadia bilêv kir ku di şerên ku li gelek welatan qewimî de jî jin ketine nêçîra wan şeran û di encamê şeran de herî zêde jinê êş kişandiye û wiha got: "Jin li welatên Erebî û cîhanê giştî bi gelek pirsgirêkên jiyanê re rû birû mane."
“Tecrûbeya Lîbyayê tevlîbûna jinan a siyasî xurt kir”
Wezîra Karûbarên Jinan a Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê û seroka Rêxistina Erebî ya dewreya niha Hûriya Al-Tarmal destnîşan kir ku hewldanên welatê wê hene ji bo piştgirîkirina jinên Ereb, bihêzkirina rola jinan di beşdariya siyasî de ku piştgiriya destkeftên wê di hemû astan de dike. Hûriya anî ziman ku bi awayekî giştî tevlîbûna jina di jiyana giştî de rêya herî serkeftî a pêşketina her civakekê ye.
Hûriya Al-Tarmal diyar kir ku jinên Ereb piştgiriya beşdariya çandî bi rêka hilberandina cureyên reng, fikir, wêje, hunerê, beşdarbûna siyasî dike û bang li civakan kir ku têgehên çandî yên nû bi cih bînin ku rola jinê ya pozîtîf zêde dike. Hûriya destnîşan kir ku beşdarbûna jinan di warê siyasî de cara yekeme veguhertinek wisa mezin pêk tê ku jin di hilbijartinê seroktiyê yên Lîbiyayê de nûnertiyê dikin, di heman demê de 2 jin ji bo heman mijarê hatine hilbijartin, her wiha qanûna hilbijartinê jî rê li ber pêşbirka ji bo kursiyên parlamentoyê vedike û kota ji sedî 16'e temsîl dike û qanûnê rê dide dengdana ducarî tenê ji jinan re heyî. 
“Iraq ji bo piştgiriya jinan di derbaskirina pandemiya corona de xebitî”
Rêvebera Giştî ya Dezgeha Jinê ya Wezareta Îraqê Yusra Kerîm Mohsen jî destnîşan kir ku şewba koronayê siya xwe daye ser hemû cîhanê û welatên curbicur bi hemû hêza xwe hewla derbaskirina wê didin û pîlanên dewletan di vê dosyayê de hebûn ku karîn giraniya rewşê kêm bikin.
Her wiha Yusra Kerîm Mohsen tekez kir ku di planê de ji bo rûbirûbûna hejmareke zêde ya zarokan li hember vê qeyranê û metirsiyên wê û lênihêrîna tenduristiya dayikan, her wiha biryara dayîna betlaneyeke bi mûçe ji bo dayikên dûcanî heye.