‘Polîtîkayên li Kerkukê tê meşandin li ser nasnameya Kurd e’

Çalakvana civakî û jinan Zulfan Xerîb, diyar kir ji ber ku nakokiyên siyasî, destên ji derve û hebûna aqilê netewperestî ya di nava bajarê Kerkukê de pirsgirêka Kurd kûrtir bûye û ji ber vê divê partiyên heyî ji bo çarenûsa Kurd û bajarê Kerkukê bibin yek

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Di 18’ê Kanûna 2023’an de hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê pêkhat. Di hilbijartinê de Kurdan 7 kursiyên parêzgeha Kerkukê bi dest xistin, lê tevî ku ev mehek zêdetir hilbijartin pêk hatiye jî, heta niha parêzgarê bajarê Kerkukê nehatiye diyarkirin. Li aliyekî din yeknegirtina partiyên Kurdan, pirsgirêkên li ser pirsgirêka Kurd û Kerkukê kûrtir dike.

‘Planên cuda yên li bajar li dijî Kurdan tên pêkanîn’

Çalakvana civakî û jinan Zulfan Xerîb, der barê siyaseta ku li Kerkukê tê meşandin de wiha got: “Her roj planek li dijî gelê Kurd tê pêkanîn. Bi vê armancê hikumeta xwecihî li Kerkukê serbixwe nebûye. Li taxa Newroz a bajarê Kerkukê me dît bi hincetên cuda dixwazin Kurdan ji cihê wan derbixin. Li taxa Eref jî bi heman awayî, lê gelên  xwecihî yên Kerkukê li herdu taxan di nava çalakiyan de ne û berxwedana xwe ya ji bo warê xwe neterikînin bi biryardarî berdewam dikin.”

‘Divê partî li Kerkukê li hev bikin’

Zulfan Xerîb, da zanîn ku aqilê netewperestî plan dike ku hikumeta xwecihî li Kerkukê ava nebe, li Kerkukê Kurd bûne xwedî çend kursiyan lê belê nikarin parêzgarê Kerkukê diyar bikin û wiha got: “Mafê Kurdan heye ku parêzgarê Kerkukê diyar bikin. Ji ber ku Kurdan rêjeyek berbiçav a dengan li Kerkukê bi dest xistine. Divê parêzgerê ku were diyarkirin ji aqilê netewperestî û bicihkirina kesên ji nasnameyên cuda li Kerkukê dûr be. Divê aliyên cuda yên Kurdan ji bo Kerkukê li hev bikin da ku êdî parêzgarek ji bo Kerkukê diyar bikin. Divê armanca wan ew be ku nasnameya Kurd tune nebe.”

‘Çavên welatên derve li ser Kerkukê ye’

Zulfan Xerîb, der barê derbkirina Kurdên li bajarê Kerkukê de ev tişt anî ziman: “Kerkuk bajarê Kurdane û neteweyên din jî di nav de dijîn. Ger em temaşeyî dîroka Kerkukê bikin, em ê bibînin ku her dem neteweya Kurd tê de zêdetir bûye û bi aştiyane li gel neteweyên din jiyane. Lê belê hinek alî û aqliyet hene dixwazin Kurdan bikin Ereb û aramiya bajar têk bidin. Divê hikumeta niha ya Iraqê helwesta xwe ya der barê pirsgirêka Kerkûkê de nîşan bide. Ji ber çêbûna pirsgirêkan li ser Kerkukê bandorê li ser bajarên din jî dike. Nabe ku Kerkuk were paşguhkirin. Ji ber ku Kerkuk bajarek wisa ye ku çavên hemû welatên derve li ser e û hewl didin destên xwe bixin nava siyaseta wê derê. Divê hikumeta Iraqê jî di demek zû de aramiya bajarê Kerkukê bi cih bîne û hikumeta herêmî jî divê ji bo Kerkukê parêzgar diyar bike.”

‘Divê partiyên Kurd rê nedin destên ji derve bikevin nava Kerkukê’

Zulfan Xerîb, destnîşan kir yekgirtin û yekdengbûn li bajarê Kerkukê wê bandorê li ser herêma Kurdistanê û peywirên cuda yên li Iraqê bike û wiha got: “Ger bi yekgirtî li Kerkukê hikum nekin û kursiyan ji bo berjewendiyên Kurdan bi kar neynin, bêguman wê nakokî li Kerkukê çêbibe, bandorek xirab li ser Kerkuk bike û dengê Kurdan wê kêm bibe. Dengê Kurdan li parlamentoya Iraqê û parêzgeha Kerkukê girîng e. Ji ber ku divê ew kesê ku hildibijêre, ji aliyê Kurdan ve bikaribe xwedî deng be û rêkeftinê li gel aliyên Şîa û Sunî bike. Aliyê Kurd li Kerkukê bizanibe bi kîjan dengî dikarin mafên Kurd û Kurdbûnê bi dest bixin. Divê destên ji derve nekevin nava rêveberiyên Kurdan. Ji ber ku çarenûsa Kurdan û Kerkukê bi vîna Kurdbûnê pêkan e.”