Pergala sosyalîst li gor rastiya civakê çareseriyan pêşkêş dike

Aktivîstên jin, diyar kirin ku emperyalîzm bilindbûna rastgiriyê bi awayek cidî li dijî bedena jinê bingeha şerê ku hatiye destpêkirin, ava kiriye û gotin: "Pergala sosyalîst li gor rastiya civakê çareseriyan pêşkêş dike."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Silêmanî – Kampanyayên reşkirinê yên pergala sosyalîzmê hê didome. Ev jî neolîberal, rejîmên kapîtalîst û gelên ku negihîştine hişmendiya ku sosyalîzm dikare bibe çareserî didomînin. Sosyalîzm dikare ji bo pirsgirêkên aborî yên herêmên Rojhilata Navîn û Efrîqa ku di aliyê çavkaniyan de dewlemend in, bibe çareserî. Kapîtalîst ji polîtîkayên perçe bike, birêve bibe xwe dide xwedîkirin û ji êşên gelên ku keda wan hatin xwarin berjewendî dibîne.

Êrîşên li dijî Sosyalîzmê, bi eşkereyî hedefa emperyalîzmê ye. Lê tevgerên azadiya jinan, di salên dawî de ferq kirin ku sosyalîzmê ji bo wekhevî û edaletê çareseriyek rast pêşkêş kiriye. Ev pergal dikare bingehê civakek ku ji bo jinan jiyanek bi rûmet pêk bîne.

Rêveberiya Partiya Komunîst a Îraqê Korya Riyah diyar kir ku kongreya Hevgirtina NADA ku ji dinyayê jin anîn ba hev wiha nirxand: “Ev kongre, ji bo parvekirina ceriband û nîqaşkirina rewşa niha ya jinên li dinyayê firsendek e. Her çiqas jin ji erdnîgariyên cûda hatibin jî, têkoşîn hevpar e. Li herêma me û dinyayê tevgera çep, tekane hêza ku destek dide jinan e. Fikrê sosyalîst, hebûna jinê nas dike û wê hem bi awayek psîkolojîk û hem jî polîtîk bi hêz dike.”

‘Ji van şeran herî zêde jin zirarê dibînin’

Korya Riyah da zanîn ku li gelemperî dinyayê li dijî sosyalîzm û çepgiriyê pêlek êrîşan heye û ev jî çavkaniya xwe ji hovîtiya emperyalîzmê digre û destnîşan kir ku rasterast têkiliya wê bi geşedanên li Rojhilata Navîn û Efrîqayê re heye û wiha domand: “Bilindbûna sosyalîzmê, şerê li Xezayê, êrîşên DAIŞ’ê li dijî Êzîdî, Xirîstiyanî û Kurdan, mudaxeleyê derveyî sînor yên weletên wek Tirkiye, ev hemû têkiliya xwe bi projeyên emperyalîst û bihêzbûna rastgiran heye. Ji van şeran cardin yên herî zêde zirarê dibinînin jin in. Ew an rasterast hatin hedefgirtin an jî ji pêşketinên bedenî û civakî bê par hatine hiştin.”

Korya Riyah anî ziman ku yekîtiya çepgir ji bo ewlehiya mafên jinan şert e û îfade kir ku ji bo jin nekevin nav şer, bedenê wan wek amûrek şer neyê bikaranîn û jiyanek bi rûmet bidomînin, pergala sosyalîst çareseriya bingehîn e û wiha got: “Hedefên me ji kongreya NADA û hewldanên di çarçoveya rêgezên sosyalîst de, domandina têkoşîna hevpar e.”

Ji nû ve vegera li sosyalîzmê

Parêzvana mafên jinan Dîna El-Taî diyar kir ku ceribandina sosyalîzmê di demên Yekîtiya Sovyetan de, ji ber xeletiyên di pêkanînê de hatin rexnekirin, lê bi awayek teorîk hê bi hêz e û  wiha got: “Li aliyek serwet di destekê de tê komkirin, li aliyekê jî gel xizan dibe. Jin bi taybetî li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ji mêran zêdetir rûbirûyî şertên hê giran ên xizaniyê tên. Ev jî çavkaniya xwe ji bênirxbûna keda jinê û hilweşîna pîşesaziya xwecihî digre. Pergala sosyalîs dikare edaleta civakî pêk bîne. Ev pergal mafê perwerdê ji bo jinan nas dike. Ji bo jinên bê kar, pîr û xwedî pêdîviyên taybet ewlehiya civakî pêk tîne. Avahî pêk tîne. Bi seferberiyên xwendin û nivîsandinê destek dide jinan ku bihêz bibin. Di 25 salan de çend caran dewletên kapîtalîst ji bo avakirina pergala xwe neçar man bank û şirketên mezin civakî bikin? Ev mudaxele, di rastî de pêkanînên sosyalîst e. Kapîtalîzm jî hewcedarî çareseriyên sosyalîst dibe.”

‘Sosyalîzm li gorî rastiya civakê çareseriyan pêşkêş dike’

Dîna El-Taî destnîşan kir ku mejiyê çêkirî gef li hinek pirsgirêkan dixwe û ev rewş wê qutbûnên çînî yên hîn kûrtir ava bike û got: “Li beramberî van gefan mudaxeleya dewletê ya bi terzê sosyalîzmê, dibe were halê jêneveger. Sosyalîzm li gorî rastiya civakê û taybetmendiyên xwecihî çareserî pêşkêş dike. Reqabetê ji holê ranake, berovajî wê bi awayê erênî teşwîq dike.”

Ji bo jinan çareseriya sosyalîst

Dîna El-Tâî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Sosyalîzm, mafê jinan mîsoger dike, ji ber wekhevî û edaletê esas digre. Li dijî rêk û pêkiya kapîtalîst ya jinên gelek dixebitîne û mûçeyek kêm dide, sosyalîzm keda jinê naxwe. Di pergala kapîtalîst de feyde dibe yê kar dide, westana zêde ji karkeran re dimîne. Di sosyalîzmê de parvekirina adilane, xebatên bi ewle û bi hêzakirina jinan a civakî esas e.”