‘Pergala ne navendî riya çareseriya aloziya Sûriyeyê ye’

Cîgira Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed bal kişand qeyrana ku li Sûriyeyê tê jiyankirin, destnîşan kir ku modela navendî Sûriyeyê ber bi krîzên kûrtir ve dibe û got: “Sûriye bêyî pergaleke ne navendî nikare ji nava aloziyê derkeve.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê HTŞ’a cîhadîst hewl dide modelek navendî ya rêveberiyê bi zorê ferz bike û Sûriyeyê ber bi krîzek aloztir ve bibe. Têkildarî mijarê cîgira hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Rêveberiya demkî ji bo Sûriyeya nû gavên erênî ne avêtiye’

Canda Mihemed da zanîn ku Sûriye ber bi pêvajoyeke hesas û xeter ve diçe û pêwistî bi gavên erênî ku hêvî û daxwazên gelan pêk bîne were avêtin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Rewşa li Sûriyeyê gelek xeter û zehmet e. Piştî rejîma Baasê hilweşiya heya roja îro rêveberiya demkî ya Şamê gelek biryar, konferans û nasnameya dîtbarî ragihand lê mixabin hemû jî yekalî girt dest û hemû rêxistinên jinan, hêzên siyasî û civakî hatin redkirin û rola wan tê de nebû. Hemû gavên ku heya roja îro rêveberiya demkî davêje tu daxwaz û hêviyên gelê Sûriyeyê pêk ne aniye lewma Sûriye heta niha ber bi çareseriyê ve neçûye.”

‘Rêveberiya demkî ji hemû kiryar û tundiya li Sûriyê berpirsyar e’

Canda Mihemed di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Gelê Sûriyeyê li dijî sîstema Baasê derket ji ber ku sîstemek mafên gelan misoger nekiribû. Her dem daxwaza gelên Sûriyeyê aştî û destûrek demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan û mafên jinan tê de were parastin. 14 sal in bi berxwedan û têkoşîn û hemû cureyên êş û zehmetiyê gelê Sûriyeyê êşên mezin kişand. 9 heyv di ser hatina rêveberiya demkî ya Şamê de derbas dibe lê tu gavên ku hêvî û daxwazên gelên Sûriyeyê pêk bîne navêtiye. Mixabin ji bilî wê gelek kiryarên xerab li Sûriyeyê pêk hatin wekî êrîşên ku li ser peravên Sûriye û Suweydayê çêbûn, ev metirsyek gelek mezin bi xwe re tîne. Em rêveberiya demkî ya Şamê berpirsyar dibînin li hemberî kiryar û tundiya ku îro li parêzgehên Sûriyeyê pêk tên divê bi erkên xwe yên ewlekarî û parastina hemû Sûriyeyê rabe.”

‘Modela navendî Sûriyeyê ber bi krîzên kûrtir ve dibe’

Canda Mihemed diyar kir ku rê û rêbazên rêveberiya demkî HTŞ’ê ku li Sûriyeyê pêk anîne li gorî hêvî û daxwazên gelên Sûriyeyê nîn in  û wiha axaftina xwe domand: “Rê û rêbazên ku rêveberiya demkî pêk anîn şaş in û pêwist e diyalog bi hemû alî û beşên civakî yên Sûriyeyê re çêbibe lê ev yek pêk neanî û komkujî û kiryarên lş dijî neteweyên Sûriyeyê hilbijart da ku modelek navendî li Sûriyeyê pêk bîne lê ev modela ku dixwaze pêk bîne Sûriyeyê ji aloziyê dernaxe berovajî wê ber bi şerekî navxweyî ve dibe. Ji bo Sûriyeyê gere gavên girîng û ji bo razîbûna her netew û rengî pêwist e were kirin. Wekî  lidarxistina kongreyeke neteweyî berfireh ku hemû reng û hêzên siyasî, civakî yên Sûriyeyê tê de amade bibin û ji bo  Sûriyeya nû ya binegha wê edalet û hevkarî be were avakirin”

‘Bê hebûn û temsîla rast a jinan Sûriye ber bi çareseriyê ve naçe’

Canda Mihemed destnîşan kir ku pêvajoya li Sûriyeyê, pêvajoyeke dubare û tundîtir e û ji bo Sûriyeya adil û wekhev pêwistî bi rola jinan di rêvebirina vê pêvajoyê de heye. Canda Mihemed got: “Pêvajoya ku Sûriye tê de derbas dibe pêvajoya diyarkirina çarenûsê ye. Vê pêvajoyê her kesê bi navê pêvajoyeke nû da diyarkirin lê mixabin em dibînin pêvajoyeke dubare û tundtir li ser jinan pêk tê. Li Sûriyeyê gelek jin di vê pêvajoyê de careke din hatin revandin, qetilkirin û rastî tecawizê hatin. Rêveberiya demkî di daxuyaniyan de dide diyarkirin ku kesên cuda kiryaran li dijî jinan û gelan pêk tîne û wê ji aliyê wan ve werin cezakirin lê em tekez dikin ku rêveberiya demkî berpirsyariya ewlehî û parastina wan herêman radike.

Siyaseta ku li Sûriyeyê tê meşandin du alî dest digre yek di hundirê rêveberiya Şamê de rol û misyona jinan di hemû qadan de hatiye redkirin, di aliyê din de rastî qetilkirin, tecawiz û revandinê tên. Em jî weke MSD’ê dibêjin ku berê Sûriyeyê ne li ewlehî pêşketin, edalet, demokrasî û çareseriyê ye. Heta ku temsîleyeta rast û durist ji jinên Sûriyeyê re tunebe di hemû qadên jiyan û biryardariyê de wê rewş wiha bimîne.”