Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî gefan yekbûna xwe xurt dikin
Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku diyaloga Sûrî-Sûrî di vê pêvajoyê de girîng e. Jinan diyar kirin ku ew destwerdanên derve yên li ser xaka Sûriyeyê red kirin.

Navenda Nûçeyan – Pergala neteweya demokratîk ji bo hemû pêkhateyan bijarteyeke îdeal e, ji ber ku ev pergal prensîbên pirrengî û rêzgirtina ji bo cihêrengiyê dihewîne. Ew hewl dide jiyana hevbeş pêk bîne û mafên hemû welatiyan bêyî cudahî bixe bin temînatê.
Di demeke ku gefên dewleta Tirkiyeyê li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin de, jinên herêmê bertekan ji bo destwerdana derve û girîngiya diyaloga neteweyî û çareseriyên aştiyane ji bo parastina pergala neteweya demokratîk, tekez kirin.
'Çareseriyên rastîn tenê bi diyaloga neteweyî gengaz e'
Endama Meclisa Malbatên Şehîda Fatimê El-Casêm der barê geşedanên ku li Sûriyeyê rû dane de wiha axivî: "Tiştê ku li Sûriyeyê diqewime girêdayî gelê wê ye. Em destwerdanên ji derve bi tundî red dikin, ji ber ku yekbûna welat û aramiya wê dike xeterê. Em banga xurtkirina lihevkirina neteweyî û zêdekirina çalakiyên hevbeş di nav pêkhateyên Sûriyeyê de, dikin. Çareseriyên rastîn tenê dikarin bi diyaloga neteweyî li ser bingeha prensîbên jiyana hevbeş û têgihîştina hevbeş werin avakirin. Her wiha em bi hêvî ne ku peymana 10'ê Adarê bikeve meriyetê û aştî çêbibe."
Dengê jinan ji bo parastina azadî û rûmetê bilind dibe
Fatimê El-Casêm destnîşan kir ku tiştê Devlet Bahçelî û alîkarên wî dikin, hedefgirtina rasterast a pergala neteweya demokratîk û hewldanek e ji bo têkbirina nirxên jiyana hevbeş û biratiya di navbera gelan de. Fatimê wiha berdewamî da gotinên xwe: "Rêveberiya Xweser mexdûrên mezin dane, bi hezaran şehîd ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê xwe feda kirine û di jiholêrakirina DAIŞ'ê de roleke diyarker lîstine. Xwîna gelê Sûriyeyê pir bi qîmet e û aramiya rastîn tenê bi riya diyaloga neteweyî û naskirina mafên hemû pêkhateyan dikare pêk were. Jinên herêmê ji bo bidestxistina azadiya xwe, parastina pêşeroja zarokên xwe û parastina rûmeta tevahiya civakê bi berdewamî têdikoşin. Erka parastina welat dikeve ser milên her kesê.
'Li gorî berjewendiyên xwe mudaxeleyî karûbarên Sûriyeyê dikin'
Fatimê El-Casêm tekez kir ku welatên cîran hevkar û dostên rastîn in û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Rêveberiya Xweser dixwaze bi wan re têkiliyên xurt li ser bingeha rêzgirtin û hevkariya dualî ava bike. Hat destnîşankirin ku hinek welatên Ewropî ji perspektîfa berjewendiyên xwe yên teng bi pirsgirêkên Sûriyeyê re mijûl dibin. Ev dewlet gelek caran rewşa heyî ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî û aborî bikar tînin, bêyî ku piştgiriyek rastîn an çareseriyên cidî peyda bikin. Em bawer dikin ku jiyana bi hev re ya aştiyane tenê riya pêşerojeke geş û ewle ye. Em armanc dikin ku xwîna bêgunehan a tê rijandin rawestînin, ji çerxa şer û pevçûnê derkevin û di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Sûriyeyê de lihevkirinek berfireh pêk bînin."
'Pergala neteweya demokratîk têgeha jiyana hevbeş dihewîne'
Fatimê El-Casêm di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku pergala neteweya demokratîk têgeha jiyana hevbeş dihewîne û li ser prensîbên nenavendî û pirrengiyê hatiye damezrandin. Hemû pêkhate, kom û ol bêyî cudahî tê de cih digrin û got: "Projeya wekheviya gelan ji bo hemûyan bijarteya îdeal e, ji ber ku armanc xizmeta welatiyan e, bilindkirina rûmeta wan û dabînkirina jiyana bi aram û dadwer e bêyî ku mafên tu aliyekî binpê bike yan jî hevsengiya wê bixe xeterê."
Pêkhateyên herêmê gefan red dikin
Endama Saziya Olî ya kantona Reqayê Ezîza Xelîl helwesta xwe li hemberî gefên dawî yên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha anî ziman: "Em her cure operasyona leşkerî li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red dikin û bi riya diyaloga siyasî ya demokratîk bi çareseriyên aştiyane û siyasî bawer dikin ku dê rijandina xwîna Sûriyeyiyan rawestîne û mafên wan bixe bin temînatê. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya pêkanîna peymanê dikin û ew li dijî entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nava artêşa Sûriyeyê de nîn in, bi şertê ku ev yek piştî mafên wan bi qanûnî werin misogerkirin û di destûra Sûriyeyê de werin belgekirin, ne bi sozên devkî pêk were. QSD nikare çekên xwe radest bike ji ber ku ew parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike."
'Destwerdana Tirkiyeyê ji bo têkbirina neteweya demokratîk e'
Ezîza Xelîl destwerdana niha ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê şiband destwerdanên Rûsyayê yên di bin rejîma berê de û tekez kir ku pêwist e krîza Sûriyeyê û pirsgirêkên wê ji hêla gelê wê ve, bê destwerdanên biyanî yên ku li berjewendiyên xwe digerin, werin çareserkirin. Her wiha got ku destwerdana Tirkiyeyê li Sûriyeyê weke armanc ji bo têkbirina pergala neteweya demokratîk û têkbirina doza Kurdî ye.
'Em destwerdana Tirkiyeyê ya di çarenûsa gelê Sûriyeyê de red dikin'
Endama Kongra Star a bajarê Kobanê Necmê Îbrahîm, li ser daxuyaniyên dawî yên dewleta Tirkiyeyê anî ziman ku tê de gefên êrîşeke leşkerî bi hevkariya cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, vê yekê şermezar kir û wiha pê da çû: "Bi gefên ku bi salan e berdewam dikin, armanc ew e ku ewlehî û aramiyê têk bibin û tirsê di nava pêkhateyên herêmê de belav bikin. Lê gel xwedî rêxistineke xurt û ruhekî berxwedanê yê bênavber e û ew ê rê nedin ev plan berdewam bikin. Banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û avakirina civakek demokratîk hêviyeke rastîn da Rojhilata Navîn ku şer bi dawî bibe û ber bi pêşerojek aştî û demokrasiyê ve biçe."
'Ji bo têkbirina peymana 10'ê Adarê gefan li herêmê dixwe'
Necmê Îbrahîm der barê bandora gef û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk a ku ji alî Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, tekez kir ku ev gurkirin rasterast armanc dike pêvajoya ku dê aştî û demokrasiyê ji hemû gelên herêmê re bîne têk bibe. Necmê Îbrahîm wiha got: “Tu rewatiya Tirkiyeyê nîn e ku bi êrîşên leşkerî li ser axa Sûriyeyê be. Destwerdanên wê yên leşkerî û siyasî bi destpêkirina krîza Sûriyeyê re dest pê kirin û îro jî bi hinceta nebicîhanîna peymana 10'ê Adarê ya di navbera rêveberiya demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de berdewam dikin.
'Yekbûn dê rê bide welatek azad û demokratîk'
Necmê Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku pêwist e civaka navneteweyî destwerdanê bike da ku dagirkeriya Tirkiyeyê rawestîne û destwerdana wê di karûbarên Sûriyeyê û çarenûsa Sûriyeyiyan de bi dawî bike. Necmê Îbrahîm baweriya xwe wiha anî ziman: "Yekbûna refên Sûriyeyê û beşdarbûna di nîqaş û diyalogên aştiyane û demokratîk de dê rê bide Sûriyeyiyan ku welatekî azad, demokratîk û nenavendî ava bikin, mafên hemû pêkhateyên xwe bigrin bin temînate bê destwerdanên biyanî."