Perêz Omer: Em bi hêvî ber bi hilbijartinê ve biçin

Namzeta hilbijartina dema 6’emîn ya parlementoya başûrê Kurdistanê Perêz Omer behsa giringî û rola jinê di parlementoyê de kir û got: “Jin dikarin di rêvebirina welat de rola herî baş bilîzin.”

NERMÎN EHMED

Silêmanî- Bi nêzbûna hilbijartina dema 6’emîn ya parlementoya başûrê Kurdistanê ku biryare di 20’ê vê Cotmehê de were lidarxistin. Hebûna namzetên jin di hilbijartinê de dikare ji bo jin, ciwan û giştî civakê bibe hêvî.

Di rewşa niha ya Kurdistanê de ji ber qeyrana aborî, koçkirina ciwanan, nebûna derfetên kar, bê hêviya pêşerojek baş, hebûna aqlê mêrsalarî û zayendperestî ku dibe sedemê tundî, qetilkirin û binpêkirina mafê jinan, rewşa xelkê girantir kiriye. Hilbijartin û dengdana namzetan û bi taybet namzetên jin ku dikarin parastina xaka vî welatî bikin û li pey azadiya jinê têdikoşin, deng û pirsgirêkan bigihînin nava perlementoyê.

Namzeta jimare 6 ya lîsteya 129 ya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bazneya Hewlêr ji bo dema 6’emîn ya hilbijartina perlementoya Kurdistan Perêz Omer wiha behsa giringiya hebûna perlementerên jin di parlementoyê de kir û got: “Li berçavgirtina ezmûnên borî, jina Kurd îsbat kir ku di asta cîhanê de bi hêz e. Ji ber vê beşdariya jinên Kurd li parlementoyê de weke hemû jinên din giring e. Ji ber jin bê berjewendîn e. Rast û bi kurahî li ser mijarekê radiwestin. Ji ber wê jin dikarin di rêvebirina welat de rolek baş bigrin.”

‘Hilbijartin çeka herî bi hêz ya hemwelatiyan e’

Perêz Omer da zanîn ku divê partî û ragihandin ji bo bi destxistina baweriya dengdaran divê rol bidin namzetên jin û wiha got: “Ez di wê baweriyê deme jin bi dilsoz û cidî dikarin di rêveberiyê de rol bigrin. Baweriya min bi kolanên Kurd heye û ez di wê baweriyê deme vê carê gel germtir denge xwe bidin û biryarek rast û dengê baştir bidin namzetên jin. Di sîstema demokrasi de hilbijartin çeka bi hêz ya destê hemwelatiyan e. Giring e ku her hemwelatî bizane vê çekê çawa bikarbîne. Mînak ger ez ji bo çar salan werim hilbijartin baweriyê bi dest bixim, lê belê nikaribim li gor pêwîst xizmeta welat û doza niştîmanî bikim, divê hemwelatî min ceza bikin û ev ji bo hemû partiyan û namzetan heman tişte. Ji ber vê niha her hemwelatiyek divê têbigîjin ku tenê mafê wan dengdanê nîne ku tiştekê neguherin, dikare gelek guherînan li gel xwe bînin.”

Perêz Omer wiha berdevam kir: “Mixabin, li Kurdistanê jin û ciwan bi riya dijmin, desthilat û gendeliya desthilatdar  rastî gef û bê hêviyê tên. Giring e ev hilbijartine bê hêviya ciwanan ji holê rake û bi hêz şerê rastkirina sîstema desthilatê li herêma Kurdistanê bikin. Ez di wê baweriyê deme ev hilbijartin desthilata niha ya Kurdistanê biguhere.”

‘Em dixwazin jin azad bin’

Perêz Omer di berdewamiya axaftina xwe de behsa plan û projeyên ji bo jin û ciwanan kir û got: “Yek ji projeyên me ji bo ciwanan parastina mafê ciwanan di karkirinê de ye, avakirina derfetê kare, bilindkirina hêza ciwanên xwendekar in. Soza me ewe ku şerek cidî ji bo wekheviyê bikin. Her wiha ji bo jinan jî, em dixwazin jin di xwendin û karkirinê de azad bin û rêz lê were girtin û rola xwe ji bo başkirinê rêveberinê, siyaset û parêzgariyê li vê welatî bikarbînin.”

Perêz Omer di dawiya axaftina xwe de ev peyam da xelkê başûrê Kurdistanê û got: “Daxwaza min ewe ku ez bê hêviyê divê dema hilbijartinê de bi dawî bibe,  ji bo sîstema niha ya herêma Kurdistanê rast bibe, hemû çûnên başûrê Kurdistanê bi germî pêşwazî li hilbijartinê bikin û ew partî, desthilata ku niha Kurdistanê rêve dibe, ceza bikin.”