‘Hemû komên çete di bin navê artêşa Sûriyê de tên rewa kirin’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl êrişa li ser Helebê bi gotina “şerê tunekirina Rêveberiya Xweser bû” pênase kir û got: “DAIŞ û serçeteyên wî cihê xwe di vî şerî de girtin. Ev çete bi navê artêşa hikûmeta demkî hatin rewakirin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ên ku bi 42 hezar çeteyan, bi tankan û SÎHA’yên dewleta Tirk êrişî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin, rastî berxwedaneke bê hempa ya şervan û gelê wê hatin. Di Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de gel û şervanan bi sekin û biryardariya xwe, nûnertiya pergal û xeteke ku li dor azadî, demokrasî û edaleta jin dicive kirin.

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Xelîl, êrişên ku pêk hat û berxwedana ku hat nîşandan, ji ajansa me re nirxand.

‘Sûriye ji her demê zêdetir di aloziyê de ye’

Mizgîn Xelîl di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ev 14 sal in zindî ye de cihê xwe di nav de girtin. Mizgîn Xelîl diyar kir ku ev şoreş li dijî pergala Baasê ya desthilatdar û hemû cureyên qirkirinê bipêş ketiye ku modeleke nû ya xwe dispêre demokrasî, edalet, azadî û wekheviyê. Mizgîn Xelîl wiha got: “Gelên me bi vê hêviyê li hilweşîna Rêjîma Baasê nihêrtin. Di şûna sîstema despot de, xwest ku pergaleke nû ava bikin. Lê mixabin anha Sûriye careke din bi heman hişmendî û kiryarên mezintir re rûbirû ye ku pê re jî aloziya li Sûriyeyê kûrtir bûye.”

‘Rêveberiya Xweser her tim bûye hedefa êrîşan’

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser pergala ku mafê hemû pêkhateyan mîsoger kirî ye û wiha pê de çû: “Êv hemû êrîş, bi armanca tunekirina Rêveberiya Xweser bipêş ketin. Rêveberiya Xweser weke modeleke ku xizmeta hemû pêkhateyên herêmê kir, xwe da der. Ev pergal bi tevlîbûna hemû pêkhateyan a bi çand, ziman û nasnameya xwe, heta niha hatiye meşandin. Li kêleka vê yekê, pergala me di dirêjahiya van salan de rastî êrîşên cur be cur hatiye. Di bingeh de hêzên desthilatdar di van salan de şerê sîstema navendîbûn û nenavedîbûnê meşandine. Ji bo vê jî êrîşên hêzên nijadperest, zayendperest û cîhadîst yên bi wekalet, bê navber pêk hatin. Bi taybetî dewleta tirk di şerê tunekirina Rêveberiya Xweser de roleke sereke lîst.”

Çete tên rawakirin

Mizgîn ku bal kişand ser çeteyên cihê xwe di nava şer de girtine, got ku “Êrîş û şerê ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hat meşandin, di bingeh de maskeya van hêzên ku hewl didin pergala me tesfiye bikin, anî xwarê” û wiha pê de çû: “Ji bo vê jî operesyoneke gelek berfereh bû û di nav de gelek hêz jî beşdar bûn. Heta em dikarin bûyerên ku li Helebê bipêş ketine, wek tolhildana ji binketina êrîşên DAIŞ’ê jî pênase bikin. DAIŞ, çete û serçeteyên wî, bi rengekî eşkere cihê xwe di nava vî şerî de girtin. Lê cudahî ew bû ku ev çete bi navê artêşa hikûmeta demkî hatin rewakirin.”

‘Pergala me ya komînal li dora pîvan û prensîbên jinê hatiye avakirin’

Mizgîn Xelîl di berdewama nirxandina xwe de, bi taybetî êrîşên li ser pergal û xeta jinan pêk tên rawestiya. Mizgîn bi bîr xist ku ev pergal li dora jinan hatiye avakirin û wiha got: “Rêveberiya Xweser xwe dispêre pergaleke komînal a li dora jinê hatiye avakirin ku jin pêşengiya wê dikin. Ji bo vê jî di hemû qadên şoreşê de jinan dikaribûn di asteke mezin û diyarker de roleke girîng bilîzin. Bi taybetî ez dikarim balê bikşînim ser fedakarî û rola jinan a di qadên xweparastinê de. Di şerê li Helebê de jî, me dît ku jinan fermandarî kir. Şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên jin bi sekeneke xurt pêşengtî kirin. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de jî, jinan li şûna tunekirina nasnameya xwe, mirin û berxwedana bi rûmet hilbijartin.”

‘Jinên ku cîhan ji terorê parastin careke din biryara serkeftinê dan’

Mizgîn bal kişand ser berxwedaniya jinên Kurd a li Helebê û got ku xeta azadiya jinê, ji bo her kesî xeta sor e, lewra jî jinan û hemû şervanan parastina vê xetê kirine, li hember 42 hezar çeteyan şer kirine û xeta xwe parastine. Mizgîn Xelîl wiha domand: “Ji xwe di dirêjahiya van salê şoreşê de jî, weke jin bawerî, soz û felsefeya me jî her tim ev bû ku ev rih careke din di berxweda Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de zindî bû. Tê zanîn ku hêzên me û koalîsyona navdewletî li gel hev operesyonên tunerkirina DAIŞ’ê meşandine. Di vî warî de jinan roleke stratejîk di şerê têkbirina DAIŞ’ê de lîstin û modeleke jinên berxwedêr ava kirin. Lê li Helebê çi bû? Ew jinên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin, ji bo ku tolê ji wan hilînin termê wan ji ser avahiyan de hatin avêtin. Li pêşiya hemû raya giştî ew jinên ku terora DAIŞ’ê paqij kirin, bi destê wê terorê rastî destdirêjî û bêrêziyê tên.”

‘Emê xeta fedaiyên berxwedanî û rûmetê zindî bihêlin’

Mizgîn Xelîl di dawiya nirxandinên xwe de balkişand ser berxwedana fermandar Ziyad Heleb û wiha: “Şehîd Ziyad û berxwedêrên Helebê bûn fedaiyên pergala xeta azad. Berxwedana şehîd Ziyad Heleb û tevahî berxwedêrên li Şêx Meqsûdê, nûnertiya pergala me ya komînal û pîvanên ku em jê bawer dikin, kirin û bûn fedaiyên vê pirojeyê. Em jî soz didin ku ev xeta berxwedêrên Helebê nûnertiya wê kirin, wê tu carî neyê rawestandin. Berovajî wê, emê vê xetê her zindî bihêlin û mîrateya wan bikin çavkaniya serkeftinê.”