Namzeda Tifaqa Alternatîf Şuruk el-Abayicî: Jinên Iraqî di bin zextek mezin de ne

Beriya hilbijartinên Iraqê, namzetê Hevpeymaniya Alternatîf Şrûk el-Ebaycî daxwaza reformên ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê, çareserkirina mafên jinan kir û got, "Guhertina rastîn di destê me de ye; hilbijartin yek ji rêyên bidestxistina vê ye.”

KERIME ALI ER-RUBAÎ

Bexda – Hilbijartinên parlamentoya Iraqê dê di 11’ê Mijdara 2025’an de pêk werin. Hilbijartin dê di pêvajoya kombûna pirsgirêkên aborî û civakî û bi amadekariyên berfireh ên li ser asta siyasî û bingehîn a ji bo nûkirina temsîliyeta parlamentoyê de pêk were.

Şuruq el-Abayicî ya di lîsteya Tifaqa Alternatîf de namzeda bi hejmara 250 e, beriya niha parlamenteriyê kir û di qada parlamentoyê endezyariya çavkaniyên avê de pispor e. Şuruq el-Abayicî, li Wezareta Çavkaniyên Avê şêwirmendiyê kir, di rêxistinên civaka sivîl de xebitî û di parlamentoyê de di gelek mijaran de, bi taybetî di mijara avê de roleke çalak lîst. Ji bo Şuruq el-Abayicî, mafên jinan jî mijara herî girîng e.

‘Em bi rêbazên qanûnî têkoşîna xwe didomînin’

Şuruq el-Abayicî, wiha dibêje: "Bi gelemperî bernameya tifaqa me, bi rêbazên qanûnî têkoşîna li dijî reformên aborî û gendeliyê ye. Em armanc dikin ku performansa siyasî ya heyî li ser parvekirina gendeliyê û talankirina dewlemendiyê ya ji aliyê hinek elîtên siyasî ve hatiye avakirin, veguherînin planên pêşketinê yên rasteqîn ku dê sûdê bidin gel û stratejiyên ku dê pêşeroja ciwanan misoger bikin."

‘Jîngeha Iraqê roj bi roj xirabtir dibe’

Şuruq el-Abayicî, bal kişand ser xirabûna jîngeha Iraqê ya roj bi zêdetir dibe û diyar kir ku qirêjiya av, ax û hewayê li ser asta kûrewî gihîştiye astên xeternak û ev yek gef li tenduristiya mirovan dixwe. Şuruq el-Abayicî, diyar kir ku ava qirêj ji Besrayê heta Bexdayê li gelek bajaran belav bûye û ev yek hewceyê mudaxeleya lezgîn e.

Şuruq el-Abayicî, destnîşan kir ku parastina jîngehê di nava pêşîniyên partiya wê de cih digre û wiha axivî: "Xebata min di qada mafên jîngeh û mirovan de ne demkî ye; ez zêdetirî 20 sal in di vê qadê de dixebitim. Li dijî gendelî, mezhebperestî û hemû pêkanînên ku rûmeta mirovan û mafên jinan biçûk dixin, xwedî helwesteke zelal im.”

Şuruq el-Abayicî, bal kişand ser hewldanên rizgarkirina Çemê Dîcleyê, kampanyayên li dijî darbirînê û li dijî bajarvaniya bê plan a li Bexdayê û got: "Ev pirsgirêk bingeha demokrasiyê eleqeder dikin. Min kampanyayên mezin ku armanc dikin di van mijaran de guhertinek mayînde û rasteqîn pêk bînin, da destpêkirin.”

Zagona Rewşa Kesane

Azadiya derbirînê ya li Iraqê, ji ber hewldanên sînordarkirina vê mafê bingehîn ê makezagonî ya bi riya qanûnên sînordar dikin, di bin gefên cidî de ye. Şuruq el-Abayicî, di vê mijarê de wiha dibêje: "Azadiya derbirînê mafekî pîroz e; pêdivî ne bi qanûnên ku wê sînordar dikin heye, pêdivî bi têgihîştinek ku wê biparêzin û rêzê lê bigrin heye. Ev yek jî stûna bingehîn ê demokrasiyê ye."

Berevajî vê yekê, Iraqê di salên dawî de qanûnên ku civakê paşve dibin derxist. Ya herî girîng jî guhertina Zagona Rewşa Kesane ya bi Hejmar 188’an a sala 1959’an e. Ev zagona ku ji 60 salan zêdetir stûna aramiya civakî ye, ji aliyê rêxistinên jinan ve hat xwestin ku bê parastin. Lê belê, guhertina bi navê "Zagona Sivîl a Caferî" bêyî lêkolînek têrker hat pejirandin û bandorek neyînî li ser jinên Iraqî kir.

‘Vê guhertinê serdestiya mêran xurt kir’

Şuruq el-Abayicî, di vê mijarê de wiha got: "Vê guhertinê serdestiya mêran xurt kir û bû sedema bêparkirina gelek jinan ji zarokên xwe. Hinek bav ji berpirsiyariyên nefeqeyê direvin û dayîkan ji tirsa windakirina welayeta zarokên xwe neçar man xwe bispêrin Herêma Kurdistanê. Ev rewş, qelsiya pergala hiqûqî û nebûna edaleta civakî eşkere dike. Ev zagonên neheq, berhema îradeyek siyasî ye ku li ser bingeha mezhebperestî û cehaletê ye ku ji vîzyona neteweyî bêpar e."

Jinên Iraqî di bin zextek mezin de ne

Şuruq el-Abayicî, behsa zextên derûnî, civakî û aborî kir û wiha axivî: "Me hêvî dikir ku jin di pêşxistina civakê de bibin kirdeyek lê belê di 20 salên dawî de me berevajî vê yekê dît, perwerdeya jinan hat paşguhkirin û rola wan di jiyana civakî de hat paşguhkirin. Lê belê jinan bi pêşxistina jêhatiyên lîdertiyê yên li ser bingeha zanînê, di zanist, çand û aboriyê de têkariyek girîng kirin; gelek kesayetên jinên navdar hene."

‘Jin di parastina yekîtiya malbatê û xurtkirina hevgirtina civakî de rolek girîng lîstin’

Şuruq el-Abayicî, destnîşan kir divê pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin bê çareserkirin û ji bo rewşa jinan baldariya pêwîst bê nîşandan û axaftina xwe wiha domand: "Jinan fedakariyên mezin kirin, di şert û mercên herî zehmet de jî karûbarên dewletê bi serkeftî birêve birin û di demên şer de jî him di nava malbatê de û him jî di civakê de berhemdar man. Jin di parastina yekîtîya malbatê û xurtkirina hevgirtina civakî de roleke girîng lîstin."

Şuruq el-Abayicî, diyar kir ku ev hewldana berdewam hewce dike ku ji bo jinan di pêvajoya pêşkeftina nûjen de rolek çalak bê dayîn û hinek blokên siyasî jî hewl didin jinan bi rolên "bi kêyf û zarokanînê ve sînordar" heps bikin.

Pêvajoya hilbijartinê û rexneyan

Şuruq el-Abayicî, der barê amadekariyên hilbijartinê yên pêşerojê di bin şert û mercên dijwar ên heyî de wiha axivî: "Di nav gelê me de têkildarî pêvajoya hilbijartinê hestek bêhêvîbûn û dilşikestinê heye. Pereyê ku ji bo kampanyayên hilbijartinê tê xerckirin pir zêde ye. Lê belê ev çavkanî dikarin ji bo avakirina dibistanên nûjen û baştirkirina perwerdeya zarokên Iraqê bên xerckirin lê mixabin, tablo bi êş e; dibistanên kerpîç, xwendekar li erdê rûdinên, dersên bê texte û jîngehên perwerdeyê yên ne li gorî rûmeta mamosteyan.”

‘Çavkaniyên gişti tên talan kirin’

Şuruq el-Abayicî, got: "Çîna siyasî ya elît îsbat kiriye ku ew ji bo pêkanîna ehl e. Çavkaniyên giştî tên talan kirin, erdên çandiniyê tên hilweşandin, daran tên birin û bircên beton tên ava dikin. Ev tiştan dîmenê Bexdayê qirêj kir lê belê qeyrana avahiyan çareser nekir. Ev berjewendî, ruxmê jîngeh û civakê tên xwedîkirin; gef li pêşeroja me dixwe. Lê di destên me de hêzek mezin a ciwanan heye. Guhertin di destên me de ye û hilbijartinan riya aştiyane ye bidestxistina vê yekê ye."

Şuruq el-Abayicî, di dawiya axaftina xwe de behsa zextên ku xebatkar û karmendên sivîl pê re rû bi rû dimînin kir û diyar kir ku ev rewş ji bo xwendekar, akademîsyen û bijîşkan jî derbasdar e: "Bi riya tayînkirin û zextên dengdayînê re, hewl didin bi awayekî pergalî gel bixin di bin kontrola xwe de; bi vî awayî heman kesan di desthilatdariyê de bimînin. Ev rêbaz, şêweyek veşartî ya dîktatoriyê ye. Nayê qebûlkirin ku welatekî îdiaya demokrasî dike, bi kirîna dengan hilbijartinan veguherîne borsayê.”