Namzeda Iraqî: Ciwan bingeha avakirina pêşeroja Iraqê ne

Namzeda parlementoyê Nîran Ezzehavî, destnîşan kir ku pêdivî bi pêvajoyek hilbijartinê ya xurt a bi kapasîteya belgekirin, lêkolîn û arşîvkirinê heye û diyar kir ku bawer dike ciwan bingeha avakirina pêşeroja Iraqê ne.

KERIME ALI ER-RUBAÎ

Bexda – Hilbijartinên parlemantoyê yên Iraqê, dê roja Sêşemê 11’ê Mijdara 2025’an de bê li dar xistin. Dê ji bo 329 kursiyan, zêdetirî 7 hezar û 700 namzet pêşbaziyê bikin. Rayedar û gel, banga xurtkirina beşdariya demokratîk dikin.

Parêzer Nîran Ezîz Ezzehavî ya di sala 1959’an de mezûn bû, xwedî zêdetirê 30 sal tecrûbeya parêzerî û şêwirmendê hiqûqî ye. Nîran Ezîz Ezzehavî, di bin banê Tifaq El-Badîl (Alternatîf) de, di rêza 16’emîn û lîsteya 250’an de, ji bo hilbijartinên parlemantoyê dibe namzet û armanc dike ku tecrûbeya xwe ya hiqûqî bixe xizmeta pirsgirêkên civakê.

Namzedê parlamentoyê Nîran Ezîz Ezzehavî, diyar kir biryara wê ya namzediya parlamentoyê, encama tecrûbeyên wê yên kûr ên pîşeyî û mirovî ye. Nîran Ezîz Ezzehavî, da zanîn pîşeya wê ya parêzeriyê ya zêdetirî 30 salan, rasterast bi beşên cihêreng ên civakê re têkiliyê daniye û bûye sedem ku jiyan, pirsgirêk û fikarên wan ji nêz ve nas bike.

Dixwaze mijarên herî girîng di parlamentoyê de çareser bike

Nîran Ezîz Ezzehavî, diyar kir ku ev tecrûbe pirsgirêkên girîng ên hemwelatiyan pê re rû bi rû dimînin û bi taybetî jî qeyrana avahiyê ya kûr, radixe berçavan. Nîran Ezîz Ezzehavî, destnîşan kir ku li gor lêkolînek wê ya berfireh ku li Wezareta Plankirinê meşandiye, li Iraqê valatiyek 3 milyon a avahiyê heye. Nîran Ezîz, balkişand ku ev mijar yek ji mijarên herî girîng e ku ew dixwaze di parlamentoyê de çareser bike û got ku eleqeya wê ya bi avahiyan re ne nû ye, berhema lêkolînek demdirêj û baweriya ku "divê pirsgirêk beriya bibin qeyran bên teşhîskirin” e.

Nîran Ezîz Ezzehavî, destnîşan kir ku qeyrana xaniyan di nava 5 serdemên parlemantoyê de her çûye xirabtir bûye û tu çareseriyên bingehîn nehatine bidestxistin. Nîran Ezîz Ezzehavî, wiha axivî: “Divê pêşbaziya hilbijartinê ne tenê li ser dirûşmeyan, li ser bingeha pêşîniyan, mekanîzmayan û deman jî bê avakirin. Namzetiya min, di çarçoveya TifaqaEl-Badîl de ji baweriyek xurt derdikeve holê ku pirsgirêka xaniyan divê di navenda xebata parlemanî de be. Ji ber ku ev pirsgirêk, rasterast bandorê li jiyana welatiyan dike û rêgeza makezagonî ya "mafê her ferdekî ya starbûnê heye” nîşan dide.”

‘Qeyrana avahî berpirsyariyek makezagonî ye’

Nîran Ezîz Ezzehavî, diyar kir Makezagona Iraqê bi zelalî diyar kiriye ku "avahî mafê her welatiyek e” û lewma, hikûmeta nû di aliyê çareserkirina vê qeyrana kûrtir dibe de xwedî berpirsyariyek makezagonî ye. Nîran Ezîz da zanîn ki ew bi salan e ji bo vê qeyranê li rêyên çareseriyê digere û wiha got: “Guhertinên ku bi Qanûna Veberhênanê ya Hejmar 13’an a dîroka 2006’an hatine kirin, bi armanca dabînkirina avahiyê ya ji bo malbatên kêmdahat û xizan hat derxistin. Lê qanûn di pratîkê de ji armancên xwe dûr ket. Tehsîsên zeviyan ên bi bihayên zêde li navendên bajêr tên çêkirin, projeyên avahiyan veguherand derfetên razemeniyê yên beşên kêmdahat ên civakê nikarin xwe bigîhinin. Bikaranîna erdên hikûmetê ya li herêmên derdora Bexdayê, dikaribû pêşbaziya bihayê bipêş bixe ku zeviyan bi bihayekî herî kêm bên stendin û yekîneyên avahiyê yên bi bihaya guncaw ava dike.

Nîran Ezîz Ezzehavî, diyar kir ku divê çareserkirina qeyrana avahiyan, mekanîzmayên sepandina qanûnan di berçav re derbas bike. Nîran da zanîn ku divê veberhênanan li şûna qezenca bazirganiyê, veguhere edaleta civakî û got ku ev mijar di bernameya wê ya hilbijartinê de dosyaya herî sereke ye.

‘Çareserî bi ji nû ve nirxandina mekanîzmayan re pêkan e’

Nîran Ezîz Ezzehavî, destnîşan kir ku çareseriya qeyrana avahiyan a li Iraqê, divê bi ji nû ve nirxandina mekanîzmayên belavkirina zeviyan dest pê bike û axaftina xwe wiha domand: “Dikare bi taybetî li deverên di nav kembera Bexdayê de ji bo beşên berfireh a welatiyan erdan peyda bike, lê belê di vê van erdan de şerta înşaetê ya çalak bê anîn. Ancax bi vî awayî dikarin pêşiya  danûstandinên milkên neguherbar ên spekulatîf bigrin.

Nîran Ezîz Ezzehavî, pêşniyar kir ku rola "pêşdebirina milkên neguherbar” bê çalakkirin û wiha got: “Divê modelek ku bi mîsogerkirina binesaziyê (av, elektrîk, rê) re di ser erdên dewletê re hilberîna avahiyên erzan teşwîq bike, bê pejirandin. Her wiha ev pirsgirêk ne tenê bi stargehbûnê re girêdayî ye, di heman demê de bi pirsgirêka bêkariya veşartî (karûbarên giştî yên noqî) ve jî eleqeder e.”

Nîran, her wiha pêşniyar kir ku komîsyonek îdarî ya ji pisporên Iraqî pêk tê were damezrandin û bi sûdgirtina tecrûbeyên pisporiya navneteweyî re karmendên dewletê li gorî liyakat û payebilindiyê ji nû ve werin belavkirin. Nîran Ezîz Ezzehavî, piştgirî da xurtkirina sektora taybet û destpêkirina bernameyên perwerdehiya pîşeyî yên ji aliyê hikûmetê ve tên destekkirin û diyar kir bi vî rengî wê derfetên kar ên rasteqîn bên afirandin.

‘Divê destek bidin ciwanan’

Nîran Ezîz Ezzehavî, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ciwan bingeha herî girîng a avakirina pêşeroja Iraqê ne û wiha pê de çû: “Nebûna piştgiriya dewletê ya piştî mezûnbûnê, ciwanan di rewşekî nezelaliyê de dihêle û divê ji bo piştgiriya karsazên ciwan fon bên avakirin. Pêwîst e ev fon ji qezencên şirketên mezin bên fînansekirin, krediyên bi faîza kêm bên mîsogerkirin û bi vî rengî veguhere mekanîzmayek ku him domdar û him jî sûd dide civakî û aborî. Her wiha dê ev hewildan wê fêrbûna ciwanan a tenê berê xwe didin karûbarên giştî, biguherîne û di heman demê de derfet bide ciwanan ku kariyera xwe yên stratejîk û afirîner diyar bikin.”

Nîran Ezîz Ezzehavî, behsa tecrûbeyên xwe yên derbare pêvajoya hilbijartinê de jî kir û got yek ji zehmetiyên herî mezin kêmbûna fînansmana siyasî ye. Nîran anî ziman ku ji ber wê di tifaqên ne li ser bingeha hêza sivîl an pereyê de cih girtiye, ji bo xwegihandina raya giştî hewldanek girîng daye.

Lînckirinên civakî û kampanyayên tundiya sembolîk

Nîran Ezîz Ezzehavî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku min wek jinek namzetiya xwe danî, rastî lînçkirinên civakî û kampanyayên tundiya sembolîk hatim. Lê min bi saya piştgiriya xurt a malbata xwe, biryara xwe bibiryarî domand. Zehmetiyek din jî prosedurên komîsyona hilbijartinê û şert û mercên qadê ye. Pêdivî bi pêvajoyek hilbijartinê ya cidî ya xwedî kapasîteya belgekirin, lêkolînkirin û arşîvkiriye heye. Digel kêmbûna derfetan jî, hewldana zêde dibe sedema encamên pir baş.”