‘Li parlamentoya Cezayîrê temsîliyeta jinan qels dimîne’

Endama Encumena Neteweyî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Netewî Sorour Amîra Labîed, destnîşan kir ku tevî guherîn û destkeftiyan jî, li Cezayîrê temsîliyeta jinan di Parlamentoyê de qels dimîne û got ku “Ev nîşan dide ku qanûn bi tena serê xwe têr nake.

NECWA RAHÊM 


Cezayîr- Nîqaşên li ser rola jinan a di siyasetê de, hem di qada navnetewî û hem jî li Cezayîrê, her gav bi pêşdarazî û stereotîpan ve girêdayî ne. Ev jî, hebûna jinan a di qada giştî de asteng dikin.

Endama Encumena Neteweyî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Netewî Sorour Amîra Labîed, rola jinan a di siyasetê de, ji ajansa me re nirxand. Sorour bawer dike ku ev stereotîp, encama kombûnên dîrokî û kêm temsîliyeta jinan a di hin encumen û partiyan de ye. Sorour diyar kir ku ji bilî rola medyayê ya di xurtkirina van wêneyan de, bandor li baweriya civakê bi şiyana jinan a xebata di siyasetê de jî kiriye.

‘Derfetên rastîn ji bo serokatiyê û biryardayînê nadin jinan’

Pirsgirêk wekî ku Sorour dibêje, ne tenê bi nerînên civakî ve sînordar e. Sorour destnîşan kir ku heya avahiya partiyên siyasî jî dirêj dibe ku rolên jinan pir caran bi komîteyên fermî an çalakiyên merasîmî sînordar in. Sorour da zanîn ku derfetên rastîn ji bo serokatiyê û biryardayînê nadin jinan û wiha got: “Di serdema ragihandina vîrtual ku siyasetmedarên jin rastî çewsandin û êrîşên dîjîtal tên de, astengî zêdetir dibin. Ev yek hin ji wan neçar dike ku li şûna ku bi tevahî beşdarî xebata siyasî bibin, di ‘herêma rihetiya’ xwe de bimînin. Di nav partiyan de nebûna perwerda siyasî ya ji bo elîtên jinan, dijwariyan mezintir dike û derfetên jinan ji bo gihîştina qonaxên rêveber û serokatiyê sînordar dike.”

‘Temsîliyeta jinan di Parlamentoyê de qels dimîne’

Sorour ragihand ku prensîba wekheviya zayendî di lîsteyên hilbijartinê de ji hêla Serokkomar ve hatiye pejirandin. Sorour da zanîn ku ev gaveke girîng a qanûnî ye, ne tenê temsîliyeta hejmarî mîsoger dike û wiha pê de çû: “Di heman demê de beşdariya jinan a di kampanyayên hilbijartinê, semîner, konferans û baregehên partiyên siyasî de jî normalîze dike. Lê belê, tevî van destkeftiyan jî, temsîliyeta jinan di Parlamentoyê de qels dimîne. Ev nîşan dide ku qanûn bi tena serê xwe têr nake. Îradeyek rastîn hewce ye ku bernameyên perwerde û hêzdarkirinê di nav partiyan de bipêş bixe.”

Riya ber bi Serokatiya rastîn ve

Sorour Labied behsa ezmûna xwe ya di Partiya Yekîtiya Demokratîk a Netewî de jî kir û ev agahî dan: “Pergala kotaya navxweyî, temsîliyeta bi bandor a jinan di avahiyên rêveberiyê de garantî dike. Rolên rêberiya rastîn dide jinan. Ne tenê di komîteyên jinan an çalakiyên fermî de, di heman demê de di medyayê, rêxistin û rêveberiyê de jî dide. Avakirina navendên lêkolîn û ramanê (think thank) û organîzekirina atolyeyên herêmî û neteweyî beşdarî pêşxistina ramanan û zêdekirina ramana rexnegir a di nav jinan de dibe. Amûrên zexm ji bo beşdariya bi bandor di jiyana siyasî de peyda dike. Jin xwedî kapasîteya gihîştina meqamên herî bilind in. Vîn û şiyan, ji zayend an statuya civakî girîngtir in. Ezmûnên kesane nîşan didin ku biryardarî ji bo her jinê deriyan vedike, hetta yên ji deverên biçûk an dûr jî.”