Li Mexrîbê jinên siyasetmedar dibin hedef: Têkoşîna hevpar divê

Siyasetmedar Bedîa Meqor da zanîn ku di salên dawî de gef û şîdeta li dijî jinên siyasetmedar yên bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyên biryardayînê dibin zêde bûne û destnîşan kir ku divê ceza bên girankirin û banga têkoşînê li jinan kir.

HANAN HARET

Mexrib –  Jinên ku li Mexrîbê ji bo hebûna xwe ya di qada giştî de têkoşîna xwe didomînin, dibin hedefa zîhniyeta serdest a mêr. Di salên dawî de jinên siyasî bi taybetî bi rêya platformên medyaya dîjîtal rastî lînç û cudakariyê hatin. Jin hem di pêvajoya hilbijartinê de hem jî piştî ku têne hilbijartin bi kampanyayên qirêj re rû bi rû dimînin. Jinên li gundan dijîn neçar dimînin li dijî van êrîşên qirkirinê berxwedaneke mezin nîşan bidin.

Cîgira Serokê Encumena Herêma Benî Mellal-Khenîfra Siyasetban Bedîa Meqor, der barê diyardeya tundiya siyasî ya ku di demên dawî de zêde bûye de diyar kir ku ev mijar ne tenê li Mexribê, li dijî hemû jinên li cîhanê ye û wiha got: "Tundiya Siyasî diyardeyeke cîhanî ye, lê belê divê mirov piştgiriya wê neke û tevlînebe. Îro gelek girîng e em bi awayekî cidî li ser mijara tundiya li dijî jinan rawestin.”

‘Hebûna jinan di nexşeya siyasî de girîng e’

Bedîa Meqor, diyar kir ku bêyî jinan Rêveberiya herêmê tune ye û wiha got: "Hejmarek dewlet baş dizanin ku beşdarbûna jinan di pêşveçûnê de girîng e. Ji ber vê yekê divê civaka Mexribê jî bizanibe ku dema jin bi awayekî aktîf beşdarî siyasetê bibin, dê çi geşedan rû bidin. Di nexşeya siyasî ya heyî de û di pêvajoyên qanûnî de hebûna jinan gelekî girîng e.”

Bedîa Meqor, bal kişand ku jin serkeftin û hebûna xwe di hemû qadên aborî, siyasî û civakî de îsbat kir û diyar kir ku divê bêedaletiya siyasetê ku li dijî jinên Mexribê tên meşandin bêdawî anîn.

‘Li dijî jinên siyasetmedar gef û tundiya dîjîtal heye’

Bedîa Meqor teqez kir ku divê zagonên rastîn ji bo cezakirina her kesê tundî li jinan dikin bê pêkanîn, da zanîn ku îro tevgerên jinan ên siyasî û hiqûqî ji bo çalakkirina jinan a di hundirê Encumenên Hilbijartinan de kedek mezin didin û ji bo rastî cudahî û bêyî tundiya fîzîkî û derûnî neyên, têkoşînek mezin didin.

Bedîa Meqor, behsa tundiya li dijî komekê siyasetmedarên jin a di demên dawî de kir, got: "Gef û tundiya dîjîtal li dijî siyasetmedarên jin hene" û bal kişand ku ev kiryar dihêlin jin ji siyasetê dûr bikevin û ji ber karê wan jiyana wan ya kesayetî dixe bin gefan de. Bedîa Meqor, da zanîn tundî û zexta ku jinên li herêma Benî Mellal-Khenîfra ya nîvê Başûrê Mexribê, ji jinên bajaran mezin zêdetir e.

Bedîa Meqor, daxwaz kir ku dawî li tundiya li dijî jinên li gundan bê anîn û divê qanûnên hesabxwestina ji kesên tundî li jinan kirine werin pêkanîn û wiha got: “Berdewamiya tundiya li dijî siyasetmedarên jin wê li pêşiya wan astengî be û wê nikaribin pêşveçûnan li Mexribê çêkin.”