Li Cezayîrê beşdariya jinan a qadên siyasî zêde dibe

Jinên Cezayîrî, di jiyana civakî û siyasetê de rolek navendî dilîzin. Saziyên pêşeng ên ciwanan hewl didin ku beşdariyê zêde bikin, jêhatîbûnan xurt bikin û bi xurtkirina nirxên hemwelatbûnê, pêşerojek bi hêvî ava bikin.

NECWA RAHÊM 

Cezayîr – Li Cezayîrê di navbera armanc û heqîqetê de beşdariya jinan a jiyana siyasî hê jî hêdî, lê bi awayekî biryardarî bipêş dikeve. Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re, hebûna jinan a di pêvajoyên biryargirtina siyasî de û rola wan a di şêwekirina pêşeroja welat de, ji nû ve dibe mijara nîqaşê.
Di vê çarçoveyê de, Sekretera Giştî ya Komeleya "Ciwanên Cezayîrî" Maysa Sraîrî, diyar kir beşdariya jinên Cezayîrî ya li jiyana siyasî, "bi domdarî başbûnek nîşan dide”. Maysa Sraîrî vê pêşketinê, bi polîtîka û pratîkên ku hikûmetê di salên dawî de dayê destpêkirin ve girêda.

Maysa Sraîrî, tayînkirina 9 jinan a mîna wezîr a ji bo beşên sereke yên hikûmetê mînak nîşan da û got: “Ev yek "gavekî sembolîk a bihêz e ku hebûna jinan mîna biryarderan xurt dike. Ji bo jinên din derfetan ava dike ku di nav hikûmetê de di erkên bilind de cih bigirin."

‘Armanc pêşxistina ciwanan e’

Maysa Sraîrî, Komeleya "Ciwanên Cezayîrî" mîna "rêxistinek civaka sivîl a neteweyî ya xwedî avahiyek xweser" bi nav kir û wiha axivî: “Komele armanc dike ku nîqaşên li ser mijarên ciwanan û pêşkeftina herêmî dewlemend bike û li ser çar eksenên sereke yên mîna bîra ciwanan û neteweyî, beşdariya ciwanan û siyasî, pêşketina ciwanan û aborî û pêşkeftina ciwanan û domdar dixebite.”

Maysa Sraîrî, diyar kir ku komeleyê di edîsyona ewil a kampanyaya xwe ya "Dengê Min ji bo Welatê Min" de serkeftinek girîng bi dest xistiye. Maysa da zanîn ku armanca kampanyayê ew bû ku hişmendiya ciwanan di mijara beşdariya pêvajoya siyasî de zêde bike û got: “Ciwanan di mijarên bikaranîna dengan, pêvajoya namzetiyê û naskirina namzedan de agahdar kiribû. Komele, plan dike di edîsyona xwe ya duyemîn de balê bikşînê ser ciwanan û çanda neteweyî.”

‘Jina Cezayîrî berfirehkirina rihê Mijdarê ye’

Maysa Sraîrî, destnîşan kir hebûna jinan a di qada siyasî de bi dîroka serxwebûna Cezayîrê ve girêdayî ye û axaftina xwe wiha domand: "Ger em vegerin Şoreşa Rizgariya Mezin, jinan dema pêdivî hat dîtin, li kêleka mêran bersiv dan bangê. Divê em îro vê rolê di têkoşîna ji bo avakirin û guhertinê de bidomînin."
Maysa diyar kir ku civaka sivîl ji bo amedekirina jin û ciwanan "bingehek sereke"ya  û wiha got: “Perwerde di xurtkirina hebûna jinan a qada siyasî de rêgezek girîng e. Bawerî, zanîn û hişmendî, ji bo pêşketina jinê û kapasîteya mezinkirina nifşek berpirsyar, yekane tiştê bingehîn e. Bihêzkirina jinê ya di qada siyasî de ne tenê armancek e, di bingeha jêhatîbûn û pisporî de jî, mîna amûra mîsogerkirina nûnertiya jêhatî tê dîtin. Pêdiviya me tenê bi hejmaran nîne, pêdiviya me jinên jêhatî ku dikarin pirsgirêkên jin û civakê bi kûrahî û berpirsiyarî fam bikin, heye.”

‘Guhertin bi hewildanê dest pê dike’

Maysa Sraîrî, motîvasyona xwe ya beşdarbûna xebata civaka sivîl mîna "xwesteka guhertina civakê ya ber bi pêşerojek bi hêvî re faktora herî bingehîn e" pênase kir û bi vê gotinê felsefeya wê ya jiyanê anî ziman: "Nepirse ka welat çi daye te; tu ji xwe bipirse; Ka te ji bo welatê xwe çi daye?”

Maysa Sraîrî, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rêya hêzkirina jinê ya di jiyana siyasî de hê gelek dirêj e û got: “Heta ku jinên baweriya xwe bi guhertinê tînin û ciwanên ku beşdarbûnê ne luksek, mîna erkek neteweyî dibînin hebin, hêvî heye.