Li Cezayîrê astengiyên ku pêşketinê sînordar dikin

Li Cezayîrê, beşdariya jinan a siyasî di navbera hewldanên dûrxistin û bi hêzkirinê de diguhere. Şahidiyên siyasetmedarên jin nîşan didin ku di navbera sazûmaniyên qanûnî û rastiya pratîkî de kendalek girîng heye û li pêşiya temsîla jinan astengî hene.

RABIA XERÎS

Cezayîr – Her çend jin bi saya sazûmaniyên qanûnî yên ku temsîliyeta wan di partiyên siyasî de ferz dikin beşdarî jiyana siyasî ya Cezayîrê dibin jî, beşdariya wan a rastîn hê jî sînordar e. Sedemên sereke yên vê yekê astengiyên civakî, berpirsyariyên malbatî û kêmasiya bernameyên perwerdeya siyasî ne.

Endama Buroya Neteweyî û Sekretera Karûbarên Jin û Malbatê ya Tevgera Ennahda ya Cezayîrê Radiye Bûşmat, yek ji navên ku şahidiya têkoşînên siyasî ji veguherîna jiyana siyasî ya pir-partî heta roja îro kirî ye. Radiye Bûşmat wê demê bi bîrxist û got: “Di salên ciwaniya min de, hebûna jinan ne di asta herêmî û ne jî di asta neteweyî ya meclîsên hilbijartî de bûn. Her wiha di lîsteyên hilbijartinê yên 5’ê Tîrmeha 1997’an de, bi temamî ji jinan bêpar bûn.”

‘Veguherînên berbiçav çêbûne’

Radiye Bûşmat da zanîn ku rewş piştî 30 salên derbas bûne, bi awayek berbiçav guheriye û diyar kir ku zagonên ku çalakiyên siyasî tekûz dikin, veguherînek berbiçav çêkirine. Radiye bal kişand ser gelek sazûmaniyên ku mafên jinan diparêzin û rêgeza wekheviyê xurt dikin û wiha got: “Xalên 35 û 37 ên Destûra Bingehîn a Cezayîrê wekheviya tam a di navbera jin û mêran de garantî dikin û destek didin beşdariya jinan a di jiyana giştî de. Xala 59’an, hikûmet û partiyên siyasî mecbûr dike ku mafên siyasî yên jinan baştir bikin û derfetên wan ên temsîliyetê di meclîsên hilbijartî de zêde bikin.”

‘Jinan di gelek waran de serkeftina xwe nîşan dane’

Radiye Bûşmat di vê çarçoveyê de, pirsên girîng derbarê pêvajoya beşdariya siyasî ya jinan a li Cezayîrê de anî rojevê. Pirsî ka qanûnên heyî çiqasî hebûna rast û têrker a jinan di partiyên siyasî û mekanîzmayên biryardanê de nîşan didin û gelo kêmbûna temsîliyeta jinan di parlemento û meclîsên herêmî de ji ber nebaşiyê ye an ji ber sedemên din ên ku hewceyî lêkolînê ne. Radiye Bûşmat diyar kir ku sazûmaniyên qanûnî yên piştgir ji bo teşwîqkirina jinan ji bo beşdarbûna di siyasetê de girîng in û wiha domand: “Jinan hîn di astên cûda yên jiyana siyasî de temsîliyetek xurt û bibandor bi dest nexistiye. Ev ne ji ber kêmbûna jêhatîbûnê di nav jinan de ye. Jinan di gelek waran de wek perwerde, bijîşkî, hiqûq, darayî û karsaziyê serkeftina xwe nîşan dane.”

Sedemên dûrketina ji siyasetê

Radiye Bûşmat, da zanîn ku sê sedemên sereke ku çima jin ji siyasetê dûr dikevin hene û wiha rêz kirin: “Ya yekem ew e ku jin di warê girîngiya beşdariya siyasî de xwedî asta têrker a hişmendiyê nînin û ji bo pirsgirêkên xwe bînin ber mekanîzmayên biryardayînê, însiyatîfek têrker nagirin. Sedema duyemîn nebûna perwerde û amadekariya siyasî ye. Gelek jin di derbarê destûr, qanûn, erkên nûnerên hilbijartî û jêhatîyên ragihandin û axaftina giştî de têra xwe xwedî zanîn nînin. Wekî din, nebûna bernameyên perwerdeyê yên cidî ji bo jinan di nav partî û rêxistinên siyasî de vê pirsgirêkê kûrtir dike. Sedema sêyem helwesta civakê ya li hember jinan e. Baweriya ku çalakiyên siyasî hewceyî xuyabûnek berfireh a raya giştî, wêrekî û jêhatiyên ragihandinê yên bihêz in, dibe sedem ku hin jin di ketina vê qadê de dudil bibin.”

Radiye Bûşmat anî ziman ku divê tiştên ku îro partiyên siyasî bikin ne tenê di demên hilbijartinê de jinan xuya bikin, di heman demê de wan bi awayekî mayînde û rast bi hêz bikin. Radiye anî ziman ku ji ber jin hevkarên bingehîn ên pêşketinê ne û yek ji stûnên herî girîng ên pêşketina civakî ne.

Ji dûrxistinê heta aktîfbûnê

Ji rêveberiya Eniya Edalet û Geşepêdanê û namzeta hilbijartinên parlementoyê yên nêz dibe Zahiye Xelîfî jî, destnîşan kir ku beşdariya siyasî ya jinan pêwîstiyek civakî ye û wiha got: “Ji ber rola girîng û bêhempa ya jinan a di hemû waran de, beşdariya wan a siyasî pir girîng e. Ji bo beşdariyek bi bandor, divê jin ji aliyê fikrî, hiqûqî û rêxistinî ve bên amadekirin. Bi vî awayî, ew dikarin bi bandor beşdarî mekanîzmayên biryardayînê û rêveberiya giştî bibin, hişmendiya civakî bilind bikin û kadroyên xwedî kapasîteya lîdertiyê perwerde bikin.”

Zahiye Xelîfî anî ziman ku di pratîkê de girîngiya têrker ji bo vê mijarê nayê dayîn. Zahiye diyar kir ku çarçoveyek zagonî û sazûmanî tune ye ku pozîsyonên rast ên jinan diyar bike û wan bihêle ku rolên xwe bi awayê çêtirîn bicîh bînin û wiha pê de çû: “Divê ji bo fonksiyona saxlem a jiyana siyasî zêdetir girîngî bidin vê mijarê. Liyakat û jêhatîbûn li ser zanîn, perwerde û têgihîştineke siyasî ya li ser bingeha edalet û dadperweriyê ava dibin. Nêzîkatiyeke wiha dê sûd bide ku jin bi mêran re wekhev bighîjin pozîsyonên asta bilind.”

Zahiye Xelîfî ragihand ku hêza jinan hîn jî bi sînor e û di civakê de helwesta biçûkxistinê didome û wiha bidawî kir: “Jinan tenê bi çêkirina xwarinê, paqijkirinê û xwedîkirina zarokan sînordar dike. Tevî vê yekê, jinan kariye van hemû astengiyan derbas bikin û di nav civakê de ji xwe re cihekî xurt çêkin.