'Jin li hember Destûra Nû konferans çêdikin’

Endama koordînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Sûhêr Senûh diyar kir ku ewê bi rêya konferansek, helwesta xwe ya li hember Destûra Sûriyeyê, bînin ziman.

NÛR EL-EHMED 

Reqa- Konferansa niştimanî ya ku di destpêka îsal de li Şamê hat lidarxistin û tê de Destûra Nû ya Sûriyeyê hat ragihandin, rastî nerazîbûnên gelek kesayet û çalakvanên jin hat. Jinan derbarê nehiştina beşdariya jinan û nûnertiya dadmenda wan de bertek nîşan dan û gotin ku ev konferans bi taybetî ji hêla Meclîsa Jinên Sûriyeyê ve tê redkirin.  

'Jin di pêkanîna aştiya sivîl de bûn pêşeng' 

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Sûhêr Senûh got ku jinên Sûreyeyê ji destpêka derketina aloziyê heta niha bedêlên herî giran didin. Sûhêr diyar kir ku wan ji şer û encamên wê êş kişandine, koçberkirina bi darê zorê jî di nav de, windakirin û gelek tiştên din jî dîtine û wiha axivî: "Jin li hemberî hemû kêşeyan, têkoşiyan û berxwedana xwe berdewam kirin. Di hemû waran de rola xwe ya girîng di cîhên biryardayînê de lîstin. Li qada siyasî û di gelek însiyatîfan de bi xurtkirina pêwendiyên xwe, bi welatên derve re ji bo pêkanîna aştiya sivîl û rawestandina rijandina xwînê, bûn pêşeng. Jinan çalakiyên civakî birêve birin û ji bo azadiyê bang kirin. Ji ber vê yekê rastî lêdan û binçavkirinê hatin. Bi hezaran jin li zindanan hatin dîlgirtin." 

'Divê tecrubeya jinên li Rojava bi jinên Sûriyeyê re bê parvekirin' 

Sûhêr Senûh balkişand ser piştguhkirina rola jinan a di nivîsandina Destûra Nû ya Sûriyeyê de wiha got: "Konferansa niştimanî ya ku li Şamê ji bo amadekirina Destûra Nû hat lidarxistin, rola jinan piştguh kir. Jinan gelek ked û têkoşîn dane, loma divê di qonaxên pêşîn de rola xwe bilîzin.” Sûhêr Senûh da zanîn ku girîng e tecrubeya şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava Sûriyeyê de belav bikin û wiha pê de çû: "Tecrubeya jinan li Rojava xwedî mîrateyek mezin a têkoşîn û kedê ye. Gelek destkeftiyên mezin çêbûn. Ew bûn sembola azadiyê ya li tevahî cîhanê. Ji ber vê girîng e ev tecrube di nava herêmên Sûriyeyê de bê belavkirin." 

'Hewcedarî bi dadmendiya civakî çandî û siyasî heye 

Sûhêr di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser armanca Meclîsa Jinên Sûriyeyê û wiha got: "Meclîsa Jinên Sûriyeê, ji destpêka damezrandina meclîsê ve têkiliyên xwe bi jinên li deverên cuda yên Sûriyeyê re bi pêş dixe. Piştî hilweşîna rejîma Baasê hinek kar siviktir bûn. Em dikaribûn ofîsên xwe li gelek bajarên Sûriyeyê ava bikin. Me bi riya lidarxistina civîn û semînerên diyalogê nêrîn û pêşniyaran ji bo pêşxistina beşdariya jinan a li pêvajoya pêş me re, nîqaş kir. Her wiha girîngiya hebûna jinan di Destûra Nû ya Sûriyeyê de bi jinan re parve dikin. Em naxwazin careke din di qada siyasî de jin werin piştguhkirin û biçûkxistin. Divê her jinek Sûriyeyê maf û erkên xwe bizanibe û dadmendiya civakî, çandî û siyasî hebe ku mafên wan misoger bike." 

'Konferansek neteweyî ya jinan de bê lidarxistin' 

Sûhêr Senûh planên xwe yên pêşerojê ji bo pêşxistina rola jinan anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bo lidarxistina konferanseke neteweyî ya jinan hewldanên me hene. Di vê konfransê de hemû beşên jinan û her wiha aktîvîstên femînîst û mafên mirovan ji astên curbicur ên akademîk, dê beşdar bibin. Ev konferans wê ji bo nêrînan, ji bo pêşxistina pêşnûmeya çareseriyê, gav û encamên erênî û tevlîkirina jinan a li vê qonaxa bingehîn a dîroka Sûriyeyê de, bibe platformek . Em bi hêvî ne ku bibin cîhê bawerî û berpirsyariya gelên Sûriyeyê, bi taybetî jî jinan. Ewlehî û aştî, bi yekîtî û hevgirtina pêkhateyan pêkan e."