Ji rexnekirinê heta gefan: Ezmûna namzedên jin ên Mexribî

Namzedên jin di hilbijartinên parlamentoyê yên Mexribê de li ser tora dîjîtal bi kampanyayên reşkirinê, tacîz û tundiya dîjîtal re rûbirû dimînin. Rêxistinên jinan balê dikşînin ku bi van êrîşan dixwazin beşdariya siyasete sînordar bikin.

HENAN HARÎT

Mexrib – Di hefteyên beriya hilbijartinên parlamentoyê yên Mexribê ku di 23’ê Îlonê de hatine plankirin, namzedên jin û rêveberiyên jin ên siyasî ragihandin ku li ser platformên medyaya dîjîtal rastî kampanyayên reşkirinê û tacîzê hatine. Rêxistinên jinan û mafên mirovan dan zanîn ku hinek ji van pratîkan ji rexneyên siyasî wêdetir diçin û formên tundiya siyasî û dîjîtal a li dijî jinan pêk tînin.

Hedefgirtin beriya destpêkirina kampanyaya hilbijartinê dest pê kir

Di doza Nacwa Kakous a namzeda Partiya Asala û Modernîteyê ya li navçeya Anfa ya Dar El-Beydaa de,  bi destpêka kampanyaya hilbijartinê dest pê nekir. Di postek Facebookê de ku beriya destpêkirina kampanyayê hat weşandin. Nacwa diyar kir ku ew rastî "kampanyayek tundî ya yasayan û exlaq paşguh dike" hatiye.

Nacwa destnîşan kir ku rûpela wê rastî bi deh hezaran gilî û hewldanên tacîzê, tacîzkirina yek ji daxuyaniyên wê û pêleke berfireh a kampanya û êrîşên reşkirinê hatiye. Nacwa Kakous ezmûna xwe bi guhertina cewhera nakokiyên siyasî ve girêda û got: “Ji bo hinek kesan, pêşbazî êdî li dora raman, projeyan û îdeolojiyan nagere lê belê her rêbaz êdî tê qebûlkirin. Tevî hedefgirtina kesan, kariyer, malbat û navûdengê wan. Rewş dema ku dor tê ser jinên ciwan xirabtir e, jinên ku dikevin qada siyasî dibe bi çavkaniyên darayî û dîjîtal ên ew ne xwediyên wan in re rûbirû bimînin ku wekî kampanyayên fînansekirî û platformên serhêl ên seferberkirî ne.”

Her wiha li ser bikaranîna teknolojiyê û AI’ê ji bo xirabkirina daxuyaniyan û hilberandina tiştê ku wê wekî "raya giştî ya derewîn" bi nav kir, axivî û wiha domand: “Pirsgirêk ne tenê li ser pêşbaziya hilbijartinê ye, di heman demê de li ser mafê welatiyek e ku li ser bingeha rastiyan û delîlan ramanek ava bike. Federasyona Komeleya Mafên Jinan hevgirtina xwe bi min re diyar kir. Ji ber ku bi kampanyayê hewl didin jiyana min a şexsî, xuyang, awayê derbirînê, wêne, statu û rawatiya min a siyasî xeran bikin.”

Lê rastiyên ku ji hêla Nacwa Kakous û alîgirên wê ve hatine pêşkêşkirin pirsek derdixin holê ku ji dozê bi xwe wêdetir diçe. Rexneyên siyasî yên rewa li ku diqedin û hedefgirtina jinek tenê ji ber ku ew jin e li ku dest pê dike?

Nebîla Mounîb: Kampanya nakokiya siyasî derbas dike

Di çarçoveya hilbijartinê ya bi heman rengî de, namzeda Hevpeymaniya Çep a li navçeya Anfa ya Dar El-Beydaa Nebîla Mounîb, derket pêş. Di 14’ê Îlonê de, Hevpeymaniya Çep di bersiva tiştê ku ew wekî "kampanyayek sîstematîk a heqaret û şantaja" li dijî wan li ser medyaya dîjîtal bi nav dike de, hevgirtina xwe bi wê re ragihand.

Hevpeymaniyê diyar kir ku kampanya ji nakokiya siyasî derbas bûye, êrîşî kesayet, rûmet û jiyana taybet a Nebîla Mounîb kiriye û hinek ji retorîka ku li dijî wê belav dibe xwedî aliyek têkildarî zayendî ne.

Amîna Maa El-Eyneyîn: Doza yasayî vedike

Namzeda Partiya Edalet û Geşepêdanê ya li navçeya Eyn El-Şiq li Dar El-Beydaa, Amîna Maa El-Eyneyîn niyeta xwe ya ku li ser tiştê ku wê wekî kampanyayek heqaret û şantaja li dijî wê bi nav dike, dozê veke ragihand.

Her wiha Amîna, behsa naveroka ku heqaret, şantaj û êrîşên li ser rûmeta wê tên kirin kir û wiha got: “Hişê çêkirî di hinek nivîs an wêneyên ku li dijî wê belav dibin de tê bikaranîn. Di posteke Facebookê de, di tevahiya kariyera xwe ya siyasî û çalakvaniyê de, tevî bangên kesên nêzî wê û sempatîzanên wê ji bo girtina tedbîrên yasayî li dijî hinek kes û rûpelan, ji çûyîna dadgehê li dijî reqîbên xwe dûr ketiye.”

Ji bûyerên takekesî ber bi çavdêriya berfirehtir ve

Nîşane bi van sê bûyeran ve sînordar nîn in. Di destpêka Tîrmeh û Tebaxê de, Çavdêriya Neteweyî ya Parastina li dijî tundiya dîjîtal ragihand ku êrîşên li dijî namzedên jin di hilbijartinan de zêde bûne. Van êrîşan heqaret, îftira, tohmet, binpêkirina nediyar û rûmetê û belavkirina îdia û naveroka êrîşkar dihewîne.

Bi heman awayî, Tevgera ji bo Demokrasiya Wekhev zêdebûnek di tiştê ku wekî heqaret, rûreşî, zext, şantaj û tundiya dîjîtal li dijî namzedên jin û rêveberên jin ên siyasî bi nav kir de destnîşan kir. Her wiha banga parastina jinan ji heqaret, tacîz, gef, şantaj û tundiya dîjîtal kir.

Yekîtiya Demokratîk a Jinên Mexribê, di nûçeyên xwe yên li ser çarçoveya hilbijartinê de, destnîşan kir ku beşdariya siyasî ya jinan bi nehevsengiyên têkildarî namzediyê, hêza siyasî û piştgiriya partiyê re rûbirû dimîne. Çavdêriyên wan tundiya siyasî û temsîliyeta qels a jinan di serê hinek navnîşanên herêmî de vedihewîne.

Tundî di roja kampanyaya hilbijartinê de dest pê nake

Li gorî Seroka Komeleya Enwar, Mona El-Şamax, tundiya li dijî jinan di qada siyasî de ne hewce ye ku bi destpêkirina kampanyaya hilbijartinê dest pê bike.

Ji ajansa me re, Mona El-Şamax daxuyakirin ku jin her gav di heman şert û mercan de wekî mêran nakevin hilbijartinan û wiha berdewam: “Tundî dikare berî kampanyayê bi riya îftira, şantaj an gefan xwe nîşan bide û dûre di dema kampanyayê de bi awayên din bigre. Lê belê ew xêzek di navbera nerazîbûna siyasî ya rewa û hedefgirtina kesane ya jinan de dikişîne.

Her wiha Mona, rexne li cudakariya zayendî girt, hetta bi awayê rexneyê jî got: "Çawa ku mafê me heye ku em beşdarî platforma jinan nebin, mafê me heye ku em beşdarî platforma mêran nebin; mafê me heye ku em li ser raman û helwestan nîqaş bikin lê mafê me tune ye em êrîşî ewlehiya kesane, xuyang, navûdeng an malbata jinek bikin."

Li gorî mona, pirsgirêk dest pê dike dema ku nîqaş ji bername û pozîsyonan ber bi jinê bi xwe, cil û berg, xuyang, navûdeng û malbata wê ve diçe, yan jî dema ku rexne îşaretên cinsî yan heqaretên li qadên giştî û dîjîtal dihewîne û dibêje: “Tundî tavilê jinan neçar nake ku ji qada siyasî vekişe lê wê neçar bike ku şiyana xwe ya îfadekirina xwe bi azadî û serbixwe ji nû ve bifikire yan sînordar bike. Ew dikare peyamek ji jinên din ên ku ev yek jiyane û difikirin ku bikevin qada siyasî re jî bişîne. Pirsgirêk ne tenê li ser tiştê ku bi jina hedefgirtî diqewime ye, di heman demê de li ser bandora potansiyel a li ser jinên ku di pêşerojê de difikirin ku bikevin siyasetê ye jî.”

Di meha Hezîrana borî de, Komeleya Enwar, bi hevkariya hevpeymaniyek mafên mirovan a neteweyî, mekanîzmayek da destpêkirin da ku tundiya li dijî jinan di jiyana giştî de çavdêrî û rapor bike; ev mekanîzma berpirsên hilbijartî, namzed, rojnamevan, bandorker û jinên ku ji ber hebûna wan di qada giştî yan dîjîtal de têne hedefgirtin vedihewîne.

Mona Al-Şamax rave dike ku mekanîzma qonaxên berî hilbijartinê, hilbijartinê û piştî hilbijartinê dişopîne, daneyan berhev dike û raporek amade dike ku şêwazên dubare destnîşan dike û pêşniyaran pêşkêş dike. Wiha pê de çû: “Ev yek piştrast dike ku dema kurt a ku ji destpêkirina mekanîzmê derbas bûye hê jî rê nade pêşkêşkirina encamên dawî an giştîkirina daneyan li seranserê Mexribê, nemaze ji ber ku çavdêrî bi dozên ku mekanîzm dikare bigihîje wan û belge bike ve girêdayî ye û daneyên destpêkê pratîkên dubare nîşan didin, di nav de çavtirsandin û gef; lêbelê, ji bo destnîşankirina pîvana neteweyî ya pirsgirêkê çavdêrî û belgekirina bêtir hewce ne.”

Gelo beşdarbûna hilbijartinan mesrefek kesane ye?

Dozên ku di vê heyamê de derketine holê paradoksek berbiçav eşkere dikin. Di demekê de ku bi hezaran namzedên jin beşdarî hilbijartinan dibin û rêziknameyên hilbijartinê ji bo zêdekirina beşdariya jinan tên bicihkirin, hinek namzedên jin di warên dîjîtal û giştî de bi têkoşînek din re rûbirû mane der barê wêne, navûdeng û jiyana xwe ya taybet de.

Ev pirsek derdixe holê ku ji hilbijartinan wêdetir diçe: Ma destûrdayîna beşdarbûna jinan di hilbijartinan de têrê dike ku beşdariya siyasî ya wekhev garantî bike, an jî wekhevî di heman demê de hewce dike ku hawirdorek were peydakirin ku jin bikaribin platform û pozîsyonên xwe biparêzin bêyî ku zayend an jiyana wan a taybet were hedefgirtin?

Sê dozên namzedên jin ên ku li jor hatine behskirin, bersivek yekane nadin vê pirsê û bi tena serê xwe, nikarin pîvana neteweyî ya vê diyardeyê bipîvin.

Lê belê her doz, bi awayê xwe, ezmûna jinên ku dikevin pêşbirka hilbijartinê û neçar in ne tenê bi pêşbaziya siyasî re di heman demê de bi naverok û kampanyayên ku wan bi kesane hedef digrin re jî mijûl bibin. Pirsa ku ji van ezmûnan derdikeve holê ji hilbijartinan bi xwe mezintir e: Ger veguherîn ji rexnekirina raman û helwestên jinan ber bi hedefgirtina kesayetî, navûdeng û jiyana wan a taybet di qadên giştî û dîjîtal de hê jî mimkun be, çawa pêşbaziya siyasî dikare ji bo jinan vekirî be?