“Ji bo wekheviya navbera jin û mêr em ê têkoşîna xwe bidomînin”
Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê di pêvajoyeke zor û zehmet de kongreya xwe li dar xist û kesên beşdar bûbûn diyar kirin ku ew ê ji bo mafên jinan ên ji dest wan hatine girtin têkoşîna xwe berfirehtir bikin û bang li jinan kirin ku hay ji hebûna qanûna mafên jinan ku wekî şoreşê ye hebin.
ZIHÛR EL MEŞRIQÎ
Tûnis- Di rewşeke awarte ya tenduristî û siyasî de kongreya 13’emîn a Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê bi dirûşma "Şoreşa jinan li hemberî adatên civakî û ramanên paşverû bi ser dikeve" li dar xist. Bi kongreyê teqez bû ku dê bi lez ji bo parastina mafên jinan gavên pratîk werin avêtin.
Femînîstên ku beşdarî konferansa 13’emîn bûn, ji ajansa me re axivîn. Di axaftina xwe de diyar kirin ku tevî destkeftiyên ji hêla jinên Tûnisî ve bi dehsalane pêk hatine û hebûna wan a berbiçav di qadên têkoşînê de jî ew hê jî li ser bingehek wekhev nikarin bi zilamên di meqamên biryargirtinê de ne re cih bigrin lewre ji hêla hêzên tarî ve hatine tehdîtkirin.
Kongre di şert û mercên aborî û tendirustî yên dijwar de hat lidarxistin
Aktîvîsta femînîst û Endama Nivîsgeha Rêveber a Hilbijartî ya Komeleya Jinên Demokrat a Tunisê, Naîla Zoxlamî, diyar kir ku kongre di nav şert û mercên aborî û tenduristiyê yên pir dijwar de, bi kêmbûna gelek destkeftiyên femînîst û hilweşîna mafên jinan ên wekhevî, di ronahiya elîtek serdest de ku di ramanên bertekdar tê de dijî hat lidarxistin.
Naîla Zoxlamî got ku tevî hemî zehmetiyan kongre hatiye lidarxstin da ku xebat bêtir were kirin û di parastina mafê jinan de bi israr be.
Di bersiva pirsa me ya der barê komeleyên jinan de, di nav de Komeleya Jinên Demokrat jî ku bi pêlek nû ya pratîkên çewt hişt rêxistinên jinan re rûbirûye, bi lez li hemberî van metirsiyan ku destkeftiyên jinan tehdîd dikin tev bigerin û got; "Rêjeyên şîdeta li dijî jinan di qadên cur be cur de du qat bûye.
Zîhniyeta desthilatdar aramiya civakê tehdît dike
Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê li ser rakirina hemû diyardeyên cudakariyê li dijî jinan kar dike her wiha ew li ser hişyarkirina jinan ji bo maf û parastina destkeftiyên wan dixebite.
Naîla Zaxlamî teqez kir ku dê Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê riya xwe ji bo jinan û parastina mafên wan berdewam bike.
Der barê zîhniyeta desthildar ku aramiya civakê tehdîd dike û bi taybetî ji bo jiyana jinan bi xeter e, Naîla Zoxlamî got ku mirov tenê dikare bi riya çand, materyalên perwerdeyê û fêrkirina nifşan bi girîngiya rola jinan a di civakê de vê zîhniyetê ji holê rake û bal kişand ku divê di zûtirîn demê de tedbîrên nû li lemberî zîhniyeta desthilatdar werin girtin.
Naîla Zoxlamî bang li dewleta Tûnisê kir ku kar li ser parastina jinan û tevahî jinên ku ji tundiyê reviyane bike her wiha ji wan re bingeheke baş a jiyanê peyda bike ku ev yek ji erk û berpisyariya dewletê ye
“Gel alî hene ku hestên olî ji bo hêz û kontrolê bi kar tînin”
Li aliyê din çalakger û endama damazrîner a Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê, ji jinên demokrat Xedîca El-Şerîf got ku civaka Tûnisî hêvî dikir ev zîhniyet piştî şoreşa 2011’an were guhertin û bi pêş bikeve lê ew ji vê rewşa dijwar matmayî maye. Ramanên paşvemayî bi sekneke ji aliyê jinan ve dikarin werin têkbirin.
Xedîce El-Şerîf bal kişand ser vê yekê ku gelek alî hesta olî ya kontrolê û hêzdarbûnê bi kar tînin ji ber ku bayê guherîn û zanistê wan ditirsîne û rastiya serdestiya wan belav dike. Di vir de qanûna wekheviya di mîras de hat redkirin ku di nav wan de serokê dewletê Qeys Seîd bû dema ku got Quran vê yekê zelal dike, haya wî ji girîngiya para jinan û rola wan di geşedan û afirandina dewlemendiyê de tunebû.
“Divê jin têkoşîna xwe ji bo dadmendiya civakî û wekheviya zayendî xurt bikin”
Xedîce El-Şerîf destnîşan kir ku destkeftiyên jinên Tûnisê niha tên tehdîtkirin ku ev yek komeleyên jinan û parêzvanên mafên mirovan dixe zorê loma jî dive ku têkoşîna xwe ji bo gihîştina dadmendiya civakî û wekheviya zayendî ya tevahî xurt bikin.
Her wiha wê bal kişand ser haydarbûna jinên li gundan dijîn ji mafên wan û têkçûna dewlet û parlamentoyê li hemberî wan û da zanîn ku ev hişyarî ji bo domandina têkoşînê motîvasyonek xurt pêk tîne û wiha domand: "Tevî kêmasiyên di destûra bingehîn a 2014’an de jî tevkariya civaka sivîl û komeleyên jinan di pesendkirina beşên wekheviya zayendî û qanûnên şîdeta li ser jinan de eşkere bû.”
Dive jin ji qanûna ku wekî şoreşek e haydar bin
Xedîce El-Şerîf bang li komeleyên jinan kir ku têkoşîn û hevahengiya xwe di navbera xwe de geş bikin da ku li hemberî hemû hêzên bertekdar bi ser bikevin.
Der barê rêjeyên tundiya li dijî jinan de, Xedîca El- Şerîf piştrast kir ku Tûnis di qanûnên girîng de dewlemend e wekî Zagona Têkoşîna li dijî tundiyê ya bi hejmara 58 di 2017’an de hatiye derxistin lê pirsgirêk di mekanîzmayên pêkanînê de ye. Ji ber vê yekê bang dike ku jin bi vê qanûna ku wekî şoreşek e di warê mafan de tê hesibandin haydar bibin.
Çalakvana mafên jinan, ji jinên Tûnisê re peyamek şand û got; "Xurt bin û ji xwe bawer bin da ku hûn mafên xwe biparêzin û ji bo wekheviyê têbikoşin da ku hûn zîhniyeta baviksalarî têk bibin. Azadiya jinan cesaret, berxwedan, sekn û hişmendiyek mezin hewce dike.
“Hedefa me ramanên paşverû yên civakî ne”
Tevî têkoşîna sih salan jî Endama Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê, Tamina Tebîb da xuyakirin ku ji dema şoreşê ve hewldanek heye ku destkeftiyên azadiyê yên jinan ji nû ve bi dest bixe û got: "Ev zîhniyet min dike nava bêhêvîtiyê ji ber ku em sih sal e têkoşîna xwe didomînin û îro em dibînin ku encamên tekoşîna me vala diçin, tevî hebûna destûrek bingehîn a ku azadî û mafan dixe bin temînatê jî em ji rastiya heyî matmayî man.”
Tamina Tabîb destnîşan kir ku ew ramanên paşverû yên civakê, bi tevahî hedef digrin lê jin hîn bêtir tehdîtkirî dimînin, rêjeyên hedefgirtina jinan ji hêla van hêzan ve di van demên dawî de bi awayekî tirsnak zêde bûne.
Tûnis hewl dide derfetên wekhev ji bo her du zayendan peyda bike da ku bigihîje hevsengiya ku di xala 46’emîn a Destûra Bingehîn a Tûnisê de hatiye destnîşankirin ku ev xal; xurtkirina prensîba wekheviyê û pabendbûna parastina mafên bidestxistî yên jinan destnîşan dike,