‘Jin bi riya xwerêxistinê dikarin bigihîjin aştiyê’
Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş got ku di pêvajoya aştiyê de rola jinan girîng e, bi riya xwerêxistinkirinê dikarin bigihîjin aştiyê.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Pêvojoya aştiyê li Rojhilata Navîn deng vedaye. Jinên Kurd ji zû ve kar ji bo pêvajoya aştiyê dikin. Jin ji bo aştiyê beşdarî xebatên leşkerî û medenî bûne. Rola wan a girîng di aştî û jiyana bi hev re de heye. Jin li Rojavayê Kurdistanê sembola berxwedan û bidestxistina aştiyê ne. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de parastina xak û welat bê cudakariya bawerî, ziman û neteweyan, ji bo aramiya herêmê têkoşiyane. Ev bi salan e jin bi riya qirkirin û destdirêjiya dijmin tên tepisandin. Ji ber wê her dem jin ji bo aştiyê têdikoşin, bi riya xwerêxistinkirinê ji bo aştiyê di nava hewldanan de ne.
‘Xebata jinan li Rojavayê Kurdistanê ji bo aştiyê bûye sembolek ji bo tevahî jinan’
Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş behsa xebatên jinan li Rojhilata Navîn kir û got: “Di serhildana Rojhilatê Kurdistanê de jin roleke girîng dilîzin. Jin ji zûve ji bo aştî jiyana bi hev re têdikoşin. Piştî şerê DAIŞ’ê, jinan bi xebatan xwe bi peş xistin, bi salan e xebatên jinên li tevahî Rojhilata Navîn, didomin. Niha jin li Rojhilatê Kurdistan pêşengiyê ji bo xebatên demokrtîk dikin. Piştî şerê DAIŞ’ê, beşdariya jinan di xebatên leşkerî de li dijî çeteyên DAIŞ’ê, zêdetir bû. Jinên Kurd di tevahî cîhanê da hatin nasandin. Niha geşedanên li Sûriyeyê çêdibin, bandorek xirab li ser jinan çêdikin. Tevahî jin bê hebûna cudahiya olî, ziman li herêmê têkoşînê ji bo bidestxistina mafên xwe û parastina xaka xwe didomînin. Hemû rêxistin têkoşîna xwe dikin yek, ji bo bikaribin di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigrin û bigihîjin mafên xwe. Tevahî destkeftiyên jinan ji bo pêşeroja Sûriyeyê destkeftiyên girîng in. Divê li seranserê Sûriyeyê jin têkoşîna xwe bilind bikin.”
‘Bi pêşengiya jinan gelek maf hatin bidestxistin’
Sema Bekdaş da zanîn ku pergala sermeyadar hemû dinyayê girtiye bin destên xwe, jinan ji vê pergalê ziyanên mezin dîtine û wiha got: “Desthilatdariya sermayedar û feraseta mêr jinan ji hebûn û pêşvebirina di siyasetê de dûr xistiye. Her wiha bûye sedema guherîna zagona der barê rewşa kesane ya li dijî jinan li herêmê. Zewicandina jinan di temenê zarok de, dûrxistina ji mafên wan û zêdebûna pirzewaciyê li herêmê bi riya siyaseta serdest û siyaseta sermayedar tê pêkanîn. Her wiha bikaranîna îslama siyasî li dijî jinan karekî din ê derxistina astengiya li hemberî jinan e. Lê belê li Rojhilata Navîn jinan têkoşîna xwe domandin. Bi pêşengiya jinan gelek maf hatin bidestxistin. Niha jin li başûrê Kurdistanê bi hev re hewl ji bo yekitiyê hêza xwe ji bo bidestxistina mafên xwe mezin bikin. Armanca wan ew e ku têkoşîna demokratîk li Rojhilaya Navîn bikin yek.”
‘Jin bi riya xwerêxistinkirinê ji bo bidestxistina aştiyê hewl didin’
Sema Bekdaş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin li çar aliyên Kurdistanê, ji bo pêşvebirina rê û rêbazên siyasî hewl didin. Rêbaza xweparastinê encam dide. Ew têkoşîn li Rojava gihîştiye asteke baş. Hebûna azadiya jinan û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û xebatên siyasî ji xebatên jinan li Rojavayê Kurdistanê îlham girtiye. Jinan her dem ji bo pirsgirêka aştiyê hewl dane, jin aştîxwaz in, erk û berpirsyariya aştiyê li Rojhilata Navîn dikeve ser milên her kesê. Bi taybetî jin bi riya xwerêxistinkirinê ji bo bidestxistina aştiyê hewl didin. Pêvajoya aştiyê bi riya rêxistina jinan dê pêk were. Her wiha di tevahî konferansan de jin ji bo aştiyê axivîn, pêşengiyê ji mijarên neteweyî re kirin. Wekî tê zanîn şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan hatiye avakirin. Şoreşa jinan li Rojava bûye sembolek diyar di nava tevahî jinên Kurdistanê de. Dijmin ji bo tunekirinê hewldanên xwe didomînin lê belê Kurd ji bo aştiyê hewl didin. Jin di pêvajoyên aştiyê de roleke girîng dilîzin.”