‘Ji bo pirrengiyê hebûna partiyên siyasî girîng e’
Berdevka Encûmena Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xedîce el-Cerf destnîşan kir ku pêwîst e partiyên siyasî yên li herêmê beşdarî rêvebirina welêt bibin û got: “Li herêmê ji bo damezrandina prensîba pirrengiyê hebûna partiyên siyasî girîng e.”
NUR EL-EHMED
Reqa – Sûriye di qada siyasî de serdemek alozî û ne aramiyê dijî. Ev serdem qonaxek girîng di dîroka Sûriyeyê û şekildana paşeroja wê ya nû de temsîl dike. Di vê qonaxê de, hêmanên bingehîn ên avakirina Sûriyeyê dê werin destnîşankirin û di navbera aliyên têkildar de danûstandin dê berdewam bikin.
Armanca danûstandinên di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, naskirina fermî, rewa û yasayî ya pirrengiya partiyên siyasî ye. Partiyên ku niha dengê hemû hêmanên Sûriyeyê û gel temsîl dikin û daxwazên xwe yên ji bo pirrengiyê tînin ziman.
Xurtkirina prensîba demokrasiyê
Xedîce el-Cerf ku Berdevka Encûmena Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya li Kantona Reqqayê ye, rewşa heyî ya li Sûriyeyê ji ajansa me re nirxand. Xedîce rewşê wekî dîrokî bi nav kir û wiha got: “Pêwîstiya naskirina fermî ya partiyên siyasî li herêmê heye. Ji ber ku beşdariya jinan a di damezrandina prensîba demokrasiyê de, ji bo gelê Sûriyeyê girîng e. Damezrandina partiyên siyasî li herêmê pêwîstiyek pêwîst û lezgîn e, nemaze piştî krîza 14 salan. Partiyên siyasî divê wekî platformên siyasî ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê lê dest pê kir û rewşa siyasî ya ku dîroka nûjen a herêmê nîşan daye şikand, xizmet bikin.”
‘Bername divê li ser prensîbên jiyaneke hêjayî rûmeta mirovan be’
Gelek partî hatine damezrandin, di nav de Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Çep, Partiya Demokratîk û Partiya Sûriya Pêşerojê hene. Wekî ku Xedîce el-Cerf rave kir, armanc ew e ku têgeha demokrasiyê di hemû awayên wê de xurt bibe, bibe dengê gel li dijî zilm û zordariya ku ew pê re rû bi rû dimînin, deng û daxwazên wan bighîne, an jî li dijî her qanûnên ku ji hêla hikûmetê ve têne ferzkirin, derkeve. Xedîce wiha domand: “Bernameyên siyasî yên partiyan, divê li ser prensîbên jiyaneke hêjayî rûmeta mirovan a di hemû astan de û temsîliyeta dadperwer a di qada siyasî de bin. Damezrandina partiyên siyasî beşdarî xurtkirina prensîbên demokrasî û pirrengiyê bûye. Me di serdema rejîma Baas a kevin de dît ku rê li ber partiyên siyasî digirt ku xwe li derveyî desthilata xwe temsîl bikin. Pirrengiya partiyan formalîteyek bû ku li ser erdê ti rolek nedikir û tenê xizmeta rojeva dewletê dikir, berovajî partiyên siyasî yên îroyîn ku ji bo xurtkirina daxwazên gel hene.”
‘Jinan rol û vîzyona xwe ya siyasî îspat kirine’
Xedîce da zanîn ku dirûşma Partiya Sûriya Pêşerojê ew bû ku pirrengî û nenavendî di Sûriyeya nû de, li gorî pirrengiya pêkhate û spektrumên di welêt de xurt bike, ku ev yek wekî çavkaniya serkeftina projeya neteweya demokratîk a li herêmê tê hesibandin. Derbarê rola jinan a di partiyên siyasî de, Xedîce wiha got: "Nûnertiya siyasî ya dadperwer ji bo jinan tunebû û rolên wan bi rêya çavtirsandin, tacîz û girtinên kêfî ji her rojeva siyasî dihatin dûrxistin. Lê belê îro, jin di qada siyasî de roleke pêşeng dilîzin, di ofîsên siyasî û çalakiyên siyasî de, wekî hevserok, pozîsyonên bi prestîj digirin. Wan rol û vîzyona xwe ya siyasî îspat kirine û ew dengê jinê û gel temsîl dikin. Wekî jinên di partiyên siyasî de, em ji bo rêxistinkirin û belavkirina hişmendiya siyasî ya di nav jinan de xebitîn."
‘Danûstandin di teşekirina pêşeroja Sûriyeyê de gaveke erênî û girîng e’
Hilweşîna rejîma Baasê di qada siyasî ya Sûriyeyê de bû sedema gelek pêşketinên girîng. Di navbera nûnerên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û leşkerî û hikûmeta demkî ya li Şamê de danûstandin destpê kirin û danûstandin berdewam dikin. Xedîce di vê mijarê de wiha got: “Me vê dawiyê li bajarên Deraa, Heleb û Dêra Zorê çend ofîs vekirine. Em bi tundî dixebitin da ku prensîbên demokrasî û pirrengiyê ne tenê li bakur-rojhilatê Sûriyeyê, her wiha li seranserê hemû deverên axa Sûriyeyê xurt bikin. Weke Sûrî, em rastî gelek cureyên zilmê hatine û gelek qurbanî û şehîd dane, di nav wan de şehîd Hevrîn Xelef jî heye ku ji bo hemû jinên Sûriyeyê îlhamê dide.”
Daxwaza beşdariya hemû partiyên siyasî
Xedîce El-Cerf hêvî dike ku hebûna hemû partîyên siyasî di pêşeroja Sûriyeyê de roleke bingehîn û girîng bilîze, ku ew di mîsogerkirina edalet û wekheviyê de jî roleke bilîzin û ku ew bi bûyîna dengê hemû pêkhateyên Sûriyeyê, Sûriyeyeke azad û bi rûmet ava bikin.