Heyeta Îmralî: Ji bo pêşeroja demokratîk çarçoveya zagonî girînge

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina duh gotin: “Hat destnîşankirin ku çarçoveya qanûnî ya hemû beşên civakê bihewîne û xwe bispêre paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê divê bi lihevkirina berfireh bê amadekirin.”

Navenda Nûçeyan- Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li ser hevdîtina ku duh bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re kirin daxuyaniyek dan.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê me bi Serokkomar birêz Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtineke girîng kir. Em bi birêz Serokkomar Erdogan re li ser bûyerên li herêma me, bandora van bûyeran li ser Tirkiyeyê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn.

Di hevdîtinê de îradeya hevpar a berdewamkirina pêvajoyê bi biryardarî, careke din hat destnîşankirin. Hat ragihandin ku ji bo avêtina gavên cihê baweriyê û şênber ên li ser pêvajoyê pêwist e TBMM, wezaretên pêwendîdar û saziyên cemaweriyê karên xwe zêde bikin. Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku girîng e Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Milî rapora xwe bi nêzîkatiyeke tevgir amade bike, di mijara demokratîkbûn û azadiyê de bingeheke qewîm pêşkêş bike. Hat destnîşankirin ku çarçoveya qanûnî ya hemû beşên civakê bihewîne û xwe bispêre paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê bêyî derengketinê divê bi lihevkirina herî berfireh bê amadekirin.

Di demek ku di siyaseta herêmî û navneteweyî de bûyerên girîng diqewimin, ev hevdîtin pêk hat. Em baweriya xwe dubare dikin ku ev hevdîtin wê tevkariyê li jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê û herêmê di nava aştiyê de bike. Ji ber pêşwaziyê em spasiya birêz serokkomar dikin.”